'Bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bû'
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, bi ragihandina Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û got, heta niha 5600 kes ji ber ramanê xwe hatine girtin.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, bi ragihandina Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û got, heta niha 5600 kes ji ber ramanê xwe hatine girtin.
Li Tirkiyê bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li girtîgehan zêde bûn. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, bi ragihandina Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û got, heta niha 5600 kes ji ber ramanê xwe hatine girtin.
'BI REWŞA AWARTE RE 341 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN'
Melet da zanîn ku bi Rewşa Awarte re 341 kesî jiyana xwe ji dest dane û 396 kes jî birîndar bûne. Melet anî ziman, di van mehên dawî de binpêkirina mafan di asta herî jor de ye û wiha axivî: "Bi taybetî li herêmên heta niha derketina derve lê hate qedexekirin, binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî bilind. Wekî din bi rengekî 'kiryar nediyar' 25 kes hatin kuştin. Li girtîgehê 32 û li leşkeriyê jî 20 leşker ji ber binpêkirna mafên mirovan jiyana jiyana xwe ji dest dan."
'5600 HDP/DBP’Î HATIN GIRTIN'
Melet bal kişand li ser pêla binçavkirin û girtinê û wiha pê de çû: "Li Kurdsitanê û Tirkiyê 15.000 xebatkar û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Ji van 5600 kes jî hatine girtin. Divê pêvoyê de 10 wekîl û 50 Hevşaredar hatin girtin. Her wiha 177 dezgehên ragihandinê hatin girtin û ji 100 zêdetir rojnamevan û nivîskar hatin girtin."
'LI GIRTÎGEHA CIHÊ 850 KESÎ HEYE, 1500 KES BI CIH KIRIN'
Melet da xuyakirin, ku li Girtîgeha Tîpa E û F yên Wanê jî binpêkirina mafên mirovan gelekî zêde bûye û ev tişt got: "Li Girtîgeha Tîpa E û F yên Wanê êdî ti cihên girtiyan name ye û girtiyan weke lawiran li ser hev kom dikin. Li gorî ku hevdîtinê me yên bi Midûrê Girtîgehên Wanê re, li girtîgeha ku cihê 850 kesî lê heye, niha zêdeyî 1500 kes hatine bicihkirin. Li van girtîgehan mafê tedawiyê nayê dayîn. Ji ber xwarina nebaş gelek girtî ji mîda xwe nexweş ketine û pirsgirêk li bedena wan der bûne."
Melet da zanîn, piştî ragihandina Rewşa Awarte sirgûn û sewqiyat bûne karekî ji rêzê û wiha got: "Girtiyên siyasî yên bi sirgûn û sewqiyad dibin girtîgehên din, îşkenceya lêgerîna bi tazî li wan tê kirin û li wan tê xistin. Her wiha binpêkirina mafan li dijî malbatên girtiyan jî pêk tên. Di dema hevdîtinanan de gotinên nexweş li malbatan tên kirin. Ji ber ku gelek girtî sewqî girtîgehên li Tirkiyê tên kirin, gelek malbat ji ber rewşa aborî nikarin serdana zarokên xwe bikin."