Di Pêngava Xezeba Firatê de gundên Ecac û Sefaxîr jî hatin rizgarkirin
Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de gundên Ecac û Sefaxîr jî ji çeteyan hatin paqijkirin.
Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de gundên Ecac û Sefaxîr jî ji çeteyan hatin paqijkirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, di çarçoveya qonaxa duyemîn de her bi pêş ve diçin. Şervanan gundên Ecac û Sefaxîr ên bi 54 kîlometreyan li bakurrojavayê Reqayê û bi 31 kîlometeyan li başûrrojavayê Bendava Tişrînê ye, rizgar kirin.
Di şerê vê herêmê de gelek çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyek jî bi saxî hatiye girtin.