Minbic çawa tê birêvebirin?

Serdema nû ya li Minbicê, ku piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê dest pê kir, di her gav û kêliyê de tê dîtin. Li şûna bêdengî û tirsa ji dema DAIŞ'ê mayî, êdî jiyan zindî ye.

Serdema nû ya li Minbicê, ku piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê dest pê kir, di her gav û kêliyê de tê dîtin. Li şûna bêdengî û tirsa ji dema DAIŞ'ê mayî, êdî jiyan zindî ye. Dikanên di dema dagirkeriya çeteyan de hatibûn girtin, hemû ji nû ve hatine vekirin. Sûka bajêr êdî zindî ye. Hejmara dikanên ku nargîleyê difiroş in, roj bi roj zêde dibe. Beriya DAIŞ'ê tenê çend cihên nargîla lê dihat firotin li Minbicê hebûn. Lê xuya ye ji ber hêrs û aciziya ji DAIŞ'ê, niha gelek cihên nû hatine vekirin.

Baş e Minbic çawa tê birêvebirin?

Heman piştî rizgarkirina bajêr, karê sereke yê hat kirin ew bû, ku Meclîsa Gel yekser kete dewrê. Meclîsa Gel a Minbicê, hê di destpêka pêngava rizgarkirinê de li ser bingeha hevserokatiyê ava bû bû. Di wê demê Meclîsê pêşwaziya gelê ji şer reviyan kir û bersiv da pêdiviyên gel. Endamên Meclîsê ku li Tişrînê hate ragihandin, eger ji aliyê DAIŞ'ê ve bihatina girtin, wê yekser serê wan bihatina jêkirin. Ev Meclîs ji aliyê welatparêzên Minbicî ve li sirgûnê hat damezrandin; niha jî organa navendî ya rêveberiya bajêr e. Meclîsa Gel a Minbicê ku li sirgûnê hat ragihandin, niha jî malovaniyê ji Meclîsa Gel a Cerablûsê re dike.

Piştî ku pêngav qediya, Meclîsa Gel navenda xwe derbasî nava Minbicê kir û ji bo derfetên jiyanê yên gel zêde bike, dest bi kar kir. Yek ji karên xwe yê destpêkê jî vekirina dibistanan bû.

Piştî rizgariyê, ev sazî li Minbicê ava bûn: Asayîş, Meclîsa Gel a Minbicê û Hawirdorê, Şaredarî, Komîteyên Aborî, Mala Jinê, Akademî, Enerjî û Av, Trafîk, Ragihandin, Derî/Gumruk, Dadgeh, Perwerde, Tenduristî, Navenda Saziyên Alîkariyê û Belavkirina Alîkariyan.

ŞAREDARÎ JI GELEK ALIYAN VE XIZMETÊ DIKE

Yek ji van saziyên herî çalak jî Şaredariya Gel a Minbicê ye. Xizmetên ji bo av, elektrîk û paqijiyê, ku xizmetên bingehîn in, sererastkirina cih û warên xisar li wan bûne û çêkirina rêyan, ji karên sereke yên vê saziyê ne. Şaredariyê weke karê xwe yê ewilî, şebekeyên avê û dîrekên ceyranê yên di dema DAIŞ'ê û şer de xera bûn, sererast kir. Li herêmên ku sererastkirina sîstema berê zehmet e, bi rengekî çare hatiye dîtin û hema bêjin av û elektrîk gihandiye her derê.

Karekî din ê Şaredarî giraniyê dide ser jî çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê ne. Binesaziya bajêr di dema dagirkeriya DAIŞ'ê û pêngava 73 rojan a rizgarkirinê de gelekî xisar dît. Xebatên ji bo sererastkirina bingesaziyê dewam dikin. Pirên li ser çemê nava bajêr, ku di dema şer de xera bûn ji nû ve tên çêkirin û ev xebat hê dewam dike. Di dema pêngavê de DAIŞ'ê gelek pir bi wesayîtên bombebarkirî hilweşand; hin pir jî ji bo pêşî li derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê were girtin, bi bomberdûmana koalîsyonê xera bûn. Bajar niha bê pir e û bûye du parçe. Berî ku barana dijwar dest pê bike, hewl tê dayîn çêkirina van piran bên qedandin.

DI NAVA 4 MEHAN DE 2 HEZAR KES TEVLÎ MECLÎSA LEŞKERÎ BÛN

Yek ji saziyên ku piştî rizgarkirinê herî zêde bal kişand ser xwe, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye. Meclîs bûye mabeda gelan. Di nava 4 mehan de zêdeyî 2 hezar kes tevlî nava Meclîsa Leşkerî bûne. Ji yên nû, sê tûgayên din hatine avakirin: Lîwa Tahrîr Firat, Lîwa Suxur Minbic û Suxur Şîmal ku hê nehatiye ragihandin. Ev tûgay ji keç û xortên Minbicê pêk tên û ji êrîşên çeteyan û palpiştê van çeteyan artêşa Tirk, bajarê xwe diparêzin.

Bi taybetî Erebên li bajêr tevlî nava Meclîsa Leşkerî dibin. Piştre Tirkmen, Kurd û Çerkesê piştî rizgarkirinê vegeriyan cih û warên xwe, tevlî dibin.

Hemû şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ji me re axivîn, minetdariya xwe ji QSD, YPG û YPJ'ê re nîşan didin. Bİ kurtasî dibêjin: "Her çend heta niha şervanên YPG/YPJ'ê li bajêr nebin jî, em ji wan hîn bûn bê şer, wêrekî û lehengî çawa ye. Wan hînî me kirin ku azadî bi berxwedanê dibe. Wan hînî me kirin, ku di oxira welat û axa xwe de mirov dikarin yekser berê xwe bidin mirinê."

PIRSGRIÊKA NASNAMEYAN KU JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HATIBÛ DESTESERKIRIN, ÇARESER DIBE

Li Minbicê, ji bo avakirina jiyaneke nû, yek ji pêwîstiyên sereke jî nasname ye. Ji ber ku DAIŞ'ê dest daniye ser nasnameya gelek mirovan. Nasnameyên xwe daye kesên tevlî nava wan bûne. Yên tevlî nebûne jî bênasname hiştiye. Dema ji bajêr reviya jî, avahiya Midûriyeta Nifûsê ya ji rejîmê mayî, tevî dosyayan şewitand. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo vê pirsgirêkê çareser bike, Midûriyeteke Nifûsê ya demkî ava kiriye û ji kesên nasnameya xwe nîne re nasnameyên demkî dide.

BI HÊSANÎ DIKARIN BIÇIN GELEK NAVENDAN

Dibe ku ji bo mirovên li bajarekî 'normal' dijî, ev rewş ecêb bê dîtin. Lê ji bo Minbiciyan pêşketineke mezin e. Di dema serdestiya çeteyan de ku ji Artêşa Azad dest pê kir û tevî Nûsra gihîşt DAIŞ'ê, yek ji pirsgirêkên mezin ên Minbicê ew bû ku bi cîhana derve re têkilî hate qutkirin. Bajarên dûr li aliyekî, Minbicî nikarîbûn biçin bajarên cîranên xwe Cerablûs û Kobanê; destûr nedihat dayîn. Lê êdî dikarin biçin her derê. Heleb, Şam, Urdun, Lubnan... Her Minbicî azad e ku bixwaze biçe ku derê dikare biçe. Piştî rizgarkirina bajêr, Meclîsa Gel termînala otobus û mînîbusan ji nû ve xistiye meriyetê. Niha mirov di navbera Cerablûs, Efrîn, Kobanê, Girê Spî, Heleb, Şam û Lubnan, Urdunê dikarin rêwîtiyê bikin. Cihê termînal lê hatiye çêkirin, meydana li pêşiya 'Çargoşeya Ewlekariyê' ye ku di dema DAIŞ'ê de kesî nekarî di ber re derbas bibe. Ev xizmet tê wê wateyê ku deriyên Minbicê ji nû ve li cîhanê vebûne.

BUHAYÊ NAN KÊM BÛ

DAIŞ ji bo mirovên lê ne bi xwe ve girê bide, endaman peyda bike û komên bi navê 'Ensar' xurt bike, serî li polîtîkayên cuda da. Polîtîkaya li Minbicê meşand jî buhakirina jiyanê bû. Bi her awayî derfet dida endamên xwe, lê buhayê tiştan li gelê sivîl gelekî zêde dikir.

Nan niha li her devera Rojavayê Kurdistanê bi 65 Lîreyê Sûriyeyê tê firotin. Di dema DAIŞ'ê de li Minbicê nanek bi 350-400 lîreyî dihat firotin. Şêniyên Minbicê dibêjin, "Di dema DAIŞ'ê de nan mîna zêr bû."

Madeyên din ên xwarinê jî bi heman rengî buha bûn. Mînak; buhayê kîloyeke firingî niha 325 lîre ye. Lê di dema DAIŞ'ê de 1000 lîre bû. Peydakirina mazot û benzînê nepêkan bû. Minbiciyek dibêje, "Em niha nan, zebze, mazotê û tiştên din ên li sûkê bi erzanî peyda dikin. Em ji vir jî fêhm dikin ku em azad in."

DERIYÊN XWE LI 16 HEZAR PENABERAN VEKIR

Bi deh hezaran kes, di dema dagirkeriyê de ji Minbicê neçar man koç bikin. Hin jê vegeriya nava Heleba di nava êgir de, hina jî berê xwe dan Tirkiyeyê. Hinek ji wan li bajarên Rojava yên mîna Kobanê, Qamişlo û Efrînê bi cih bûn. Xaniyê hinekan ji wan xera nebûn û lê bi cih bûn. Yên xaniyên wan xera bûn jî dest bi çêkirina xaniyekî nû kirin yan jî ji xwe re xaniyekî kirê dîtin.

Minbiciyên wextekê ji zilmê reviyan û koç kirin, niha pêşwaziya penaberan dikin. Bi taybetî di nava çend mehên dawî de ji Bab û gundên derdora wê bi qasî 16 hezar mirov hatin Minbicê. Ji ber ku baş bi derdê wan dizanin, Minbiciyan hembêza xwe li wan vekirin.

Minbic piştî dagirkerî, zilm û tecrîda 4 salan êdî azad e. Lê hê gelek birînên xwe heye, ku divê werin pêçandin. Wekî din êrîşên li ser jî dewam dikin. Tevî vê yekê gelê bajêr ji bo birînên xwe bipêç e di nava hewldanan de ye. Piraniya Minbiciyan rewşa xwe ya heyî mîna 'xewnekê' dibînin. Ji ber ku ezan êdî ne weke nîşaneya tirsê ye. Êdî kes bi zorê kesî nabe mizgeftê. Rojên ku kişandina cixare û nargîleyê qedexe bûn, êdî li pişt man e. Jin ne mecbûr in ji malê dernekevin. Kesek êdî mirovên bi rojan tî û birî di qefesên li naverastê hatin girtin, seriyên hatin jêkirin, nabînin. Dikan nayên girtin, qedexeya derketina derve ya êvarê êdî nîne. Kî bixwaze dikare ji nîvê şevê heta serê sibehê li nava kolanan bigere, bi rengekî azad tevbigere. Jin û mêr, kî kîjan kincî bixwaze dikare wî li xwe bike. Dikare bi dilê xwe bixwe û vexwe. Yê bixwaze dikare nimêjê bike, rojiyê bigire. Ev mijareke îradeyê ye. Yê nexwaze jî nake.

Minbicî hê matmayî ne. Ji ber serdemeke dirêj a tirs û zordariyê, bi diltirsî nêzî vê rewşa azad dibin. Lê belê dema li jiyana xwe ya nû dinêrin, fêhm dikin ku ev yek rastî ye.

Minbicî her wiha pê dihesin ku azadî bi dayîna berdêlên giran bi dest ketiye. Gelek jê dibêjin, "Me li ti cihî nedît, ku qîmeteke ewqasî zêde ji şehîdan re tê dayîn. Ji ber ku hûn vê qîmetê didin şehîdan, em dizanin ku hûn ê dest ji me bernedin û neçin."

JIN LI HER QADA JIYANÊ NE

Jin li Minbicê, hem di dema DAIŞ'ê hem jî beriya wê de, di nava jiyanê de cihekî xwe yê zêde tinebû. Weke bandora çanda Helebê tê dîtin: Jinên li bajêr berê jî bi çarşefa reş digeriyan. DAIŞ'ê ev rewş dijwartir kir û jiyan li jinan kir zîndan. Bi azadiyê re jin herikîn her qada jiyanê. Ji Asayîşê heta Meclîsê, gumrukê, perwerde û akademiyê, jin di hemû qadên ji nû ve avakirina bajêr de cih digirin.

Dema li sûkê digerim, li çarrêya li nava bazarê polîseke trafîkê ya jin dibînim. Ji yê li gel xwe dipirsim: "Berê, beriya dema DAIŞ'ê tiştekî bi vî rengî li vir hebû?" Dibêje, "Na. Li Minbicê cara yekê ye jin di vê demê de li hemû qadên jiyanê dixebitin."

PIRSGIRÊKA SERGO HATE ÇARESERKIRIN

Karekî din ê şaredariyê jî çareserkirina pirsgirêka sergo bû. Pirsgirêka sergo ya bajêr, hê di dema rejîmê de hebû. Pirsgirêkek bi dehan salan bû. Rejîmê di 20 salên dawî de karê sergo yê bajêr bi rêya îhaleyê dabû şîrketên taybet, lê dîsa jî çareser nekiribû. Şaredariya Gel a Minbicê zend û bend ba da û ji sedî 70 ê pirsgirêka sergo ya bi dehan salan nehatibû çareserkirin, çareser kir. Xebatên paqijkirina sergo hem li nava bajêr hem jî li derve bênavber dewam dikin.

ZÊDEYÎ NÎVÊ DIBISTANAN VEBÛN

Li Minbicê di dema DAIŞ'ê de hema hema temamiya dibistanan hatibûn girtin; Tenê navendên 'şuştina mejî û amadekirina êrîşkarên bombeya zindî' ya DAIŞ'ê vekirî bûn. Piştî ku bajar hat rizgarkirin, 250 ji 400 dibistanên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin girtin, hatinv ekirin. Perwerdeya bi hezaran xwendekaran dest pê kir. 150 dibistanên nehatine vekirin, li eniyên nêzî çeteyên DAIŞ'ê yan jî artêşa Tirk in.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li sîstema perwerdeyê, hewldanên berfireh tên kirin. Beşek ji mamosteyên ji bajêr koç kirine, vegeriyan e. Lê belê hê jî hewldanên berfireh hene. Tevî vê yekê, li dibistanên vekirî, pirsgirêka mamosteyan nîne.