BI DÎMEN

Hevserokê DBP'ê yên Amedê: Ji bo jiyaneke bi rûmet em xwedî li Ocalan derkevin

Hevserokên DBP'ê yên Amedê Baran û Akça diyar kirin, yekane çareseriya krîza siyasî ya li welêt, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Rejîma AKP/Qesrê, bi polîtîkayên xwe yên înkar, tinekirin, zext, şîdet û zordariyê krîza li welêt roj bi roj mezintir dike.

Di çarçoveya konsepta şerê qirêj de, ku Serokkomarê Tirk Erdogan û rejîma AKP'ê xistine meriyetê, ji aliyekî ve polîtîka tepisandina tevgera siyasî ya Kurd didome, li aliyê din jî bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re israr di neçareseriyê de dewam dike.

Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê Zekî Baran û Rûken Emîne Akça ji ANF'ê re axivîn, êrîşên qirkirina siyasî û şerê li welêt nirxandin. Baran û Akça gotin, yekane rêya çareseriya ji van pirsgirêkan, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Baran da xuyakirin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, darbeyeke rastî hatiye kirin û destnîşan kir, Rewşa Awarte ya di vê çarçoveyê de hat ragihandin, li dijî mûxalîfan bi taybetî li dijî tevgera siyasî ya Kurd e. Baran da zanîn, armanca Rewşa Awarte li pêş çavan e û got, ev yek hewldanek ji bo tesfiyekirina qada siyaseta demokratîk e.

'REJÎMA AKP'Ê HEWL DIDE SIYASETA DEMOKRATÎK TINE BIKE'

Baran anî ziman, hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeyê xwest, berdêleke giran bi tevgera azadiyê û gelê Kurd bide dayîn, bi tesfiyekirina vîna gel re dest deyne ser hemû destketiyên gel û wiha dewam kir: "Bi destê qeyûm desteserkirina bi dehan şaredariyên me, hevserok jî di nav de girtina 10 parlamenterên HDP'ê, girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, vê yekê nîşanî me dide: Dixwaze gelê Kurd bê vîn û bê pêşeng bihêle û di encamê de tevgera siyasî ya demokratîk tine bike. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê hewl dide hebûna ser li ser van hemûyan bidomîne.

Dema mirov van hemûyan dinirxînin, ji xwe encam derdikeve holê. Encam çi ye? Encam tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Lazim e ev yek were vegotin. Hikûmeta AKP'ê çima tecrîdê li ser Birêz Ocalan dişidîne? Û bi vê yekê ve dixwaze çi bike? Beriya her tiştî dixwaze pêşî li avakirina neteweya demokratîk, paradîgma vîn û çareseriya Birêz Ocalan bigire û têkiliya Birêz Ocalan a bi gel re bibire. Hikûmetê encama vê yekê di Şoreşa Rojava de dît. Ji aliyê bicihhatina nêrînên Birêz Ocalan ve, şoreşa Rojava mînaka herî mezin e."

'AKP ÇARESERIYÊ NAXWAZE'

Rûken Emîne Akça got, "Hebûna nêrînên Ocalan yekser tê wateya ji holê rabûna nirxên hebûna hikûmeta AKP'ê" û anî ziman, ku desthilatdariya AKP'ê dikare di dema pêş de bi rêya şer, hilweşandin, zordarî, asîmîlasyon hebûna xwe bidomîne û bi destê çeteyên xwe yên dawî serî li înfazên siyasî bide. Akça destnîşan kir, ev feraseta desthilatdariyê, ji bo bicihnehatina nêrînên Ocalan çi ji dest tê dike û got, "Weke ku tê zanîn di 5'ê Îlonê de, 50 siyasetmedarên Kurd ji bo hevdîtina bi Ocalan re ketin greva birçîbûnê. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan pê re hevdîtin kir û mesaja ku AKP jê ditirsiya derket holê. Ev mesaj bi vî rengî bû: 'Berî 2 salan ez li ku bûm, niha jî li heman cihî me'. Da xuyakirin, ku eger dewlet ji dil tevbigere, ev pirsgirêk dikare di nava 6 mehan de bê çareserkirin. Lê belê hikûmeta AKP'ê ev yek bi kêrî xwe nedît. Gelo ji bo pêkhatina hevdîtinê bi şexsiyetekî ji aliyê gelê Kurd ve weke rêber hatiye qebûlkirin, divê timî çalakiyên mîna greva birçîbûnê bên lidarxisitn? Ev yek êdî bi vî rengî nameşe."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI OCALAN DERKEVIN'

Akça li ser bersiva civakê ya ji bo vê pêvajoyê jî got, "Weke civak em çiqasî xwedî li nexşerêya Birêz Ocalan derkevin, em çiqasî vê yekê bijîn û ji gelê xwe re vebêjin, wê dewlet jî pêwîstiyê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan nebîne. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin: Divê vê analîzê bi vekirî bikin. Birêz Ocalan çi dixwaze? Hikûmeta AKP'ê çi dixwaze? Piştî fêhmkirina vê yekê, wê were dîtin ku Birêz Ocalan garantiya jiyaneke bi rûmet a li Rojhilata Navîn e. Xwedîderketina li Birêz Ocalan jî wê aştiyê bîne tevahiya cîhanê."

Akça herî dawî destnîşan kir, ku ji bo karibin bi hêvî berê xwe bidin siberojê, divê xwedî li Ocalan derkevin.