'Em li benda QSD'ê man û bi hêviya roja azadiyê jiyan'
Gundiyên Hemra yê li rojavayê Reqayê dan xuyakirin, ku ew li benda hatina hêzên QSD'ê man û bi hêviya roja azadiyê jiyan.
Gundiyên Hemra yê li rojavayê Reqayê dan xuyakirin, ku ew li benda hatina hêzên QSD'ê man û bi hêviya roja azadiyê jiyan.
Gundiyên Hemra yên ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hatin rizgarkirin, zext û zordariya çeteyên DAIŞ'ê ji ANF'ê re vegotin.
Gundiyên bi Pêngava Xezeba Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn, kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Gundiyên Reqayê dan xuyakirin, ku di dema operasyona şervanên QSD'ê de çeteyên DAIŞ'ê nekarî li ber xwe bidin û ji gund reviyan e. Gundiyên Hemrayê dan xuyakirin, ku ji sala 2014'an û vir ve çeteyên DAIŞ'ê zilm û zordarî li wan dikirin.
Gundiyan gotin, çeteyên DAIŞ'ê piştî ku herêm dagir kirin, bi qanûnên xwe yên qaşo qanûnên Îslamê, zext, zordarî û îşkence li ser gel ferz kirine û bi vî rengî li herêmê bi cih bûne.
Jinên Hemrayî diyar kirin, li dijî jinan pêkanînên taybet dihatin kirin û anîn ziman, çeteyên DAIŞ'ê hewl didan keçên 9 heta 16 salî bi zorê bi endamên çete bidin zewicandin. Jinan gotin, beşek ji van keçan bi zorê hatin zewicandin û ew birin navenda Reqayê.
Gundiyan anîn ziman, çeteyên DAIŞ'ê piştî dagirkeriyê dibistanên li gundan girtine û di bin navê qaşo şerîatê de dersên cîhadê dane zarokan. Gundî dibêjin, zarokên wan ji bo di çalakiyên xwekujiyê de werin bikaranîn, bi vî rengî hatine perwerdekirin.
Gundiyan diyar kirin, çeteyên DAIŞ'ê her tişt talan kirine, lewma ji bo zivistanê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û gotin, şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gelekî alîkarî dane wan.
Gundiyên Hemrayê ragihandin, şervanan nan û ava xwe, betanî û montên xwe bi wan re parve kirine û ji ber ku gundê wan rizgar kirine, spasiya hemû hêzên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê kir.