BI DÎMEN

Şervanên YPJ'ê: Ne tenê jinan, em ê mêran jî azad bikin

Ji şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûne Agirî Kobanê û Asî Serêkaniyê gotin, "Ji bo hilanîna tola jinên Sûriyeyî û Şengalî, me dest bi Pêngava Xezeba Firatê kirine."

Ji şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûne Agirî Kobanê û Asî Serêkaniyê sedema tevlîbûna li vê pêngavê ji ANF'ê re vegotin.

Şervana YPJ'ê Agirî Kobanê bal kişand ser nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê li jinan û destnîşan kir, ku ji bo hilanîna tola jinên Sûriyeyî û Şengalî YPJ'ê Pêngava Xezeba Firatê daye destpêkirin.

Agirî Kobanê got, "Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, ku me di 5'ê Mijdarê de dan destpêkirin, em debasî qonaxa duyemîn bûn. Mîna li her pêngavê, YPJ di vê pêngavê de jî bi erka pêşengiyê radibe.

Gelek hêz tevlî vê pêngavê dibin. Yek ji van jî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. Ev yek cara yekê ye. YPJ'ê di hemû pêngavan de bandoreke mezin kiriye. Pêngava herî dawî ya YPJ li nav amade bû, pêngava rizagrkirina Minbicê bû. Îro jî bi coş û moraleke mezin em tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê dibin.

Di operasyonên me yên qonaxa duyemîn de, mîna her carê ewlekariya jiyanê ya sivîlan ji bo me esas e. Heta niha gelek gund û gundik ji aliyê hêzên me ve hatine rizgarkirin."

Agirî Kobanê bal kişand ser gotinên şêniyên ji aliyê hêzên QSD'ê va hatine rizgarkirin û wiha dewam kir: "Li herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, zarokek keç, jineke ciwan an jî jineke bi emir, eger li gel wê mêrekî xizmê wê, yanî bav, kek an jî hevserê wê nebe, nikare ji mala xwe derkeve.

Ji porê serî heta kabikê jin neçar e temamiya bedena xwe bi paçê reş binixumîne. Pêkanînên DAIŞ'ê ne tenê li dijî jinan e, di heman demê de li dijî mêran e.

Mînak; çeteyên DAIŞ'ê tîmên taybet ên asayîşê li cihê lê ye ava kiriye, ku ev tîm kincên zilaman û liv û tevgera wan li gorî 'qanûnên şerîî' dişopînin. Li cihê em rizgar dikin, ne tenê jinan, em mêran jî azad dikin.

Weke şervanên YPJ'ê em li dijî vê sîstema ku bûye belayê serê mirovahiyê, şer dikin. Weke şervanên YPJ'ê em ê tola hemû jinan, bi taybetî tola jinên Şengalî hilînin."

Şervana YPJ'ê Asî Serêkaniyê jî da xuyakirin, ku Operasyona Xezeba Firatê ji bo YPJ'ê gelekî watedar e û got, "Bi hezaran jin li wê derê li benda azadiyê ne. Em îro ber bi Reqayê ve dimeşin. Çavên bi hezaran jinên li wir li azadiyê ne. Ji bo bicihanîna vê daxwaz û hesreta wan, em dimeşin."

Serêkaniyê destnîşan kir, ku di bingeha berxwedana YPJ'ê de bîrdozî û felsefeya berxwedanê heye, di pêvajoyên zehmet ên şerê îradeyê de ev yek mirovan xurt dike û got, "Em bi bawerî û bi îrade, bi ruhekî fedaî û îdeolojîk bi ser dijmin ve diçin."

Asî Serêkaniyê da xuyakirin, ku li pêşberî hebûna qirêj a çeteyan, vîn û baweriya mirovan xurtir dibe û wiha dewam kir: "Em ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, di heman demê de li dijî sîstemeke ku bûye belayê serê tevahiya mirovahiyê şer dikin.

Ji ber vê yekê jî berpirsyariya me ye ku li dijî dijmin bi ser bikevin. Em bi felsefeya rizgariyê û jina azad di vî şerî de têdikoşin. Em tevî gelan şer dikin. Dijminê mirovahiyê yê navê DAIŞ'ê li xwe kiriye, ji bo xerakirin, şewitandin û talankirina vê axê jat,me Gelo di kîjan olê de kuştina esîran, jinan û zarokan heye?"

Serêkaniyê anî ziman, ku li herêmên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, di bin navê 'Tûgaya El Hansa' de qaşo yekîneyeke taybet a asayîşê ji bo kontrolkirina kincên jinan hatiye avakirin û got, "Yên li gorî 'qanûnên' wan tevnegerin, ceza dikin. Ev yek tê vê wateyê; jin bi destê jinê tên kuştin û îşkence lê tê kirin.

Wekî din hevjînên çeteyên DAIŞ'ê yên tên kuştin, bi çeteyên din ên DAIŞ'ê re tên zewicandin. Xuya ye jinan ji bo xwe weke koleya sexê dibînin û bi vî rengî bi kar tînin.

Weke şervanên YPJ'ê em ê tola hemû jinên Sûriyeyî bi taybetî tola jinên Şengalî hilînin. YPJ wê Sûriyeya demokratîk û jiyana azad bi destê xwe ava bike."