Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê sîxurtî li ser esnafan tê ferzkirin

Bûyerên di dema dawî de li sînorê Kapikoy ê navçeya Saray a Wanê diqewimin, mirovan dixin nava fikaran. Esnafên li vî deriyê sînor bazirganiyê dikin gotin, hin leşkeran sîxurtî li ser wan ferz kirine.

Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ku di nava 14 salan de 7 caran ji aliyê AKP'ê ve hate vekirin lê neket meriyetê û bi kotayê destûr ji esnafan re tê dayîn ji bo bazirganiyê bikin, pirsgirêk naqedin. Yek ji van pirsgirêkan jî pêkanînên fermandarê qereqola li deriyê sînor e, ku berî mehekê dest bi kar kir. Esnaf dixwazin çareyek ji vê re bê dîtin.

'YÊN SÎXURTIYÊ QEBÛL NAKIN, NIKARIN BAZIRGANIYÊ BIKIN'

Fermandarê vê qereqolê di meha bihurî de bi esnafan re axivî û ji wan re got, "Divê haya min ji her tiştên li vir diqewime, hebe. Hûn ê agahiyan bidin min". Esnafên li ber vê daxwaza fermandarê qereqolê rabûn, nikarin bazirganiyê bikin.

'LEŞKER QAÇAXÇITIYA CIXAREYAN DIKIN'

Esnafekî li deriyê sînor bazirganiyê dike û naxwaze navê xwe eşkere bike dibêje, "Serpel ji me dixwaze em sîxurtiyê bikin. Ji ber ku em li ber vê rabûn, destûrê nade em bazirganiyê bikin. Ev fermandarê leşkerî bi hin kesan re bazirganiya qaçax a cixareyê dike. Ji ber ku me sîxurtî qebûl nekirine, em nikarin bazirganiyê bikin. Em li bendê ne ku rayedar çareyekê ji vê mijarê re bibîne."