Tirkmenên Minbicî: Bêdengiya li êrîşên dagirkeriyê, hevpariya sûc e

Tirkmenên Minbicî, ku dibin hedefa êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê', nerazîbûn nîşanî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dan. Tirkmenan gotin, ew naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li se axa xwe bibînin.

Li Minbicê ku di hedefa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' de ye, yek ji şêniyên bajêr Tirkmen in. Tirkmenên li vir, ji ANF'ê re axivîn.

EHMED EL YÛSÛF: Ez bi xwe Tirkmenek im. Li Minbicê ji dayik bûm û li vir mezin bûm. Bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re jiyana me guherî. Bajarê me di destpêkê de ji aliyê çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' piştre jî bi qasî 3 salan ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.

Di nava dagirkeriya DAIŞ'ê de jiyan li me herimî bû. Avabûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo me bû ronahiya azadiyê. Me gelek caran bang li Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê kirin. Li dû amadekariyan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi desteka hêzên QSD'ê di 1'ê Hezîrana 2016'an de dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir.

Li dû operasyona 73 rojan, bajarê me ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin û azad bû. Weke Tirkmenên Minbicî, em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Federasyona Bakurê Sûriyeyê ne. Em ê destûrê nedin vê yekê.

AMÎNA EHMED HESEN: Weke Tirkmenek ji Minbicê em vê dibêjin: Divê dewleta Tirk derhal xwe ji nava axa me ya ku hewl dide dagir bike, vekişîne. Pêwîste bes êrîşî Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bike.

Dewleta Tirk a ku bi destê çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û DAIŞ'ê Tirkmenan dikuje û li ti cihî mafê jiyanê nade ti gelî, çawa dibe ku daxwaza azadiyê ji bo gelê Tirkmen û gelên Sûriyeyê bike? Dema çeteyên DAIŞ'ê Minbic dagir kirin, dewleta Tirk li ku bû?

Bang li gelê Tirkmen dikim; Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li axa Federasyona Bakurê Sûriyeyê dengê xwe bilind bike. Bêdengiya li êrîş û dagirkeriyê tê wateya hevpariya komkujiyan.

MISTEFA ŞÊX ÎSA: Weke gelê Minbicê em êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' bi tundî şermezar dikin.

Ez dixwazim bi taybetî bang li ciwanên Minbicê bikim: Divê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin û berxwedanê mezin bikin.

Girîng e gel û ciwanên Minbicê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' bigirin.

Yekane hêza ku gel û axa Minbicê biparêze Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye. Yekane hêza em rizgar kir û axa me ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir, her wiha yekane hêza dikare me ji van komên çeteyan biparêze Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye.