KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dikandarên Mêrdînê: Ji ber polîtîkayên AKP’ê em dikin biqedin!
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê û Rewşa Awarte krîza aborî kûr dibe. Dikandarên Mêrdînê ku li dijî hikûmeta AKP’ê û Erdogan nerazî ne, gotin; “Êdî li welat jiyan nabe.” -
DBP: Biryardarî û têkoşîna me wê xurttir bidome
DBP têkildarî Roja Mafê Mirovan daxuyanî da û xwest ku Rewşa Awarte were rakirin, şer bisekine. DBP’ê got, ‘’biryardarî û têkoşîna me wê bi biryardarî bidome’’ -
Salas: Kurd nebin yek dibe ku Başûr were dagirkirin
Nûçegihan-Nivîskar, ‘’Kurd divê dev ji berjewendiyên xwe yên partiyan berdin û guh bidin banga KCK’ê. Kurd nebin yek Tirkiye wê Başûrê Kurdistanê dagir bike’’ -
Weke Dersîmiyekê min nikarî di ser guhê xwe re bavêjim; min Êzîdî nivîsîn
Pirtûka bi navê ‘’Zarokên Êzda’’ a ku Sevîm Unal nivîsî, ji drama jinên Êzîdî bi rê dikeve û komkujiya Şengalê ronî dike. -
Andok û Erdal: Du navên nemir
Birayên Andok Bagok (Bedran Kaya) û Bedran Andok (Erdal Kaya) ên ku bûne ji lehengên li pey heqîqetê û têkoşîna azadiyê, bavê wan Selîm Kaya, bi çîrokek derasayî ya jiyanê di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Kurdistanê de cihê xwe girtine. -
Salih Muslîm: Eger Kurd îro nebin yek, wê careke din nikaribin
Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ku êrîş li ser Kurdan hene, yekîtiya Kurdan wezîfeyeke mecbûrî ye . -
Li dijî qereqola leşkeri ya Hezroyö çalakiya bombeyi
Li dijî qereqola leşkerî ya li gundê Teknebaşı yê Hezroya Amedê hat diyarkirin ku çalakiya bombeyî pêk hatiye. -
Du şervanên YPG’ê ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Du şervanên YPG’ê yên ku li Minbicê jiyana xwre ji dest dabûn bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
Endama Meclîsa Partiya (MP) HDP’ê Sezgîn hate binçavkirin
Endama Meclîsa Partiya (MP) HDP’ê Sezgîn li Mûşê hate binçavkirin. -
Hevşaredarên Qereyaziyê Bîngol û Karabakan hatin girtin
Hevşaredarên Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan hatin girtin. -
Xebatkara şarederiyê hate binçavkirin
Xebatkara Şarederiya Cizîrê Edîbe Altin hate binçavkirin. -
Li Alîbogazi ya Dersîmê tevgera zêde ya hewayî
Li herêma Elîbogazi ya mabeyna navçeyên Xozat, Çemîşgezek û Pilûrê, piştî bombebarana duh êvarî, dîsa liv û tevgera helîkopteran destpê kir. -
Zarok TV dîsa dest bi weşanê kir
Zarok TV a ku yek ji kanalên di 28'ê Îlonê de bi biryarnameya Rewşa Awarte hatibû girtin, carek din dest bi weşana xwe kir. -
Li Mêrdîn, Erzîngan û Êlihê binçavkirin û girtin
Li Mêrdîn, Erzîngan û Êlihê 11 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin. -
Partiyên Rojava destek dan banga yekitiyê ya KCK’ê
Rojava destek da banga KCK’ê ya ji bo pêkhatina Kongra Neteweyî û avakirina yekîtiya Kurd. Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê û Partiya Lîberal a Yekîtiyê diyar kirin ku divê demildest Kongra Neteweyî bicive. -
YPS'ê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir
YPS’ê ragihand ku 4’ê Kanûnê li Wêranşarê 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. -
Rewşenbîrên Kerkûkê: Firotina petrolê divê di ser hikûmeta navendî re were kirin
Di pêşnûmeya bûdçeya 2017’an de ku li Parlamentoya Iraqê hate guftûgokirin, bi nedana para sedî 17 ya petrolê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, para ku ji bo heremê dihate dayin jî hate birîn. -
Qeyûm li Mêrdînê bi sedan malbat mexdûr kir
Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat erkdarkirin, hemû xebatên civakî sekinand û bi sedan malbat mexdûr kir. -
Rejîma Îranê ketin û derketina Merîwanê qedexe kir
Ji ber banga ji bo xwepêşandana 'Ji kuştina kasibkaran re na', rejîma Îranê hêzeke zêde ya leşkerî û wesayîtên leşkerî li bajarê Merîwanê bi cih kir û ketin û derketina bajêr qedexe kir. -
AKP Tirkên Gagavûzî li Kurdistanê bi cih dike
Hewldanên hikûmeta AKP'ê yên ji bo guhertina demografiya Kurdistanê dewam dikin. AKP'ê bi vê armancê 180 malbatên Tirkên Gagavûzî li navçeyên Elcewaz û Xêlat ên Bedlîsê bi cih kir. -
4 parêzer li Mêrdînê hatin girtin
Seroka MHD'ê ya Mêrdînê Parêzer Seher Acar û endamên MHD'ê parêzer Mahmut Bîngol, parêzer Feyzî Atsiz û parêzer Ziya Bagî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. -
Aliyê din ê şer
Li dijî dijmin, bi demê re, bi şert û mercên zehmet re têdikoşin gerîlayên doktor. Hewl didim vê têkoşîna wan bişopînim... -
Du xwişkên li ser rêya azadiyê
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik dibin. Zarokên malbateke welatparêz şoreşger a Kurdistanê bûn. Li ber zextan rabûn û ji bo siberojên azad berê xwe dan nava refên têkoşîna azadiyê. -
Ok: AKP û MHP li dijî Rêbertî û gelê me li hev kirine
Sabri Ok diyar kir, rewşa li Tirkiyeyê pir xeternak e û got: “Qirkirin û zextên giran dikin.Gumanên me hene û tiştekî pir xeter e, naxwazim bînim ziman jî. Dibe ku li ser rastiya Rêber Apo jî li hev kiribin. Gelê me dive hişyar be.” -
Li Depê şerekî dijwar diqewime
Piştî qedexeya derketina derve ya li ser gundên Depê hat ragihandin û şûn de şerekî dijwar diqewime.