Aliyê din ê şer

Li dijî dijmin, bi demê re, bi şert û mercên zehmet re têdikoşin gerîlayên doktor. Hewl didim vê têkoşîna wan bişopînim...

Li Zagrosan şerek diqewime. Hin ji me li cihekî bi kîlometreyan dûrî wir e, li ber maseyê vî şerî dişopînin, xwînin. Hin ji me jî di bin bomberdûmanê de, di nava vî şerî de, vê rastiyê dijîn. Me doktorên di nava şer de, di bin bomberdûmanê de têdikoşin, şopand. Li ser karê wan, li ser gerîlatî û şer em bi wan re axivîn. Herî zêde ew şer dijîn, dibînin û hîs dikin. Bi çavên gerîlayên doktor em li jiyanê dinêrin.

Di her saetê, her rojê de şerekî dijwar diqewime. Balafir, bomberdûman, şer...

Dîmenê ku berê li ber çavên me neketibûn, me dîtin. Dengên me berê nebihîstibûn, me bihîst. Tiştên ku me fêhm nedikir, derketin pêşiya me...

Ji bo wextekê em li şervanekî birîndar bifikirin, ku di nava şert û mercên giran de, di nava nebûna derfetan de, di nava şerekî giran de birîna xwe giran e.

Baş e, li çiyê di nava van zor û zehmetiyan de mirov çawa dikarin ji aliyekî ve li dijî dijmin, ji aliyekî ve jî li hemberî demê lşer bikin?

Li dijî dijmin, bi demê re, bi şert û mercên zehmet re têdikoşin gerîlayên doktor. Hewl didim vê têkoşîna wan bişopînim.

Ji bo vê yekê berê xwe didim yek ji cihên herî dijwar ê şerê giran.

RÛKENÎ SERHILDANEK E

Min têkoşîna birîndarekî, doktorekî û şervanekî bi wan re şopand. Carna li qiraxa kendalan, carna li ser pişta hespê, carna jî di meşa şev û rojê de... Me ji heman kaniyan av vexwar, di heman rêyê de xwê dan, serma girt, di bin baranê de şil bûn. Di bin siya balafiran de meşiyan.

Gelo vê rûkeniya şervanekî çend fîşek di bedena wî de heye, bi çend gotinan, bi çend wêneyan, bi çend deqe dîmenan dikarim vebêjim? Nizanim. Difikirim û ji xwe re dibêjim; gelo rûkeniya wan çekek serhildanê ye.

Tevî ku gelekî dêşin jî, ken timî li rûyê wan e.

Hestên gerîlayekî doktor, ku dema dest dide birîna hevalekî nêzî xwe yê bi giranî birîndar bûye...

Gerîla Zîndan bi bombeya ji balafiran hat barîn, birîndar bû. Gerîla Zîndan vê ji min re dibêje:

ZIRXA WAN, VÎNA WAN E

"Li dijî çekên herî mezin û pêşketî yên cîhanê, em bi vîna xwe şer dikin. Bombe li ser me dibarin. Bi tank, top û çekên giran êrîş dikin. Her roj fîşek li ser me dibarin. Rewşek mîna qiyametê ye. Em li hev difkirin, birînên hev dipêçin. Di navbera me de girêdaneke ti carî qut nabe, heye. Em bi vîna xwe li ber hemû zor û zehmetiyan radibin û şer dikin."

'EM HÊZEKE KU ÇIQASÎ DERBÊ BIXWIN, EWQASÎ ZÊDE DIBIN'

Dibêje, "Em hêzeke ku çiqasî derbê bixwin zêde dibin. Êşên me wê me bêhtir têbigihînin, xurt bikin." Bi birîna li sînga wî vebûye, dilê wî xurtir dibe. Vê yekê ji lêvên wî dixwînim. Tevî ku bi zorê nefesê digire jî, dixwaze baxive.

Dilpak ku li çiyayên Kurdistanê hînî doktoriyê bûye, gotina nexweşê xwe, hevrêyê xwe temam dike û dibêje, "Hevrêyên me şerekî bêhempa yê vînê dimeşînin. Ya herî girîng jî ev e."

Piştre Doktor Zafer dipeyive: "Doktorî li çiyayên Kurdistanê hêsan nîne. Ev sîstema qirêj dixwaze hevalên me şehîd bixe, birîndar bike. Em jî bi hemû hêza xwe hewl didin hevrêyên xwe baş bikin."

Me gelek çîrok bihîst û şahidî ji gelekan re kir. Çîroka yên ku hê birîna wan baş nebûn, berê xwe dan çeperên şer... Me gelek ciwan dîtin, ku gelek caran birîndar bûn û tevî vê yekê jî bi hêrseke mezin şer kirin.

Doktor Bager ku li Zap û Zagrosan bi salan gerîlatî kir û li ser her girên van herêman geriya, wiha dibêje: "Doktoriya li çiyê ji karên din hinekî cudatir e. Tu bi mirovan, birîndaran, nexweşxan re dibile. Û em, hem doktor in hem jî şervan in. Dijminên me hene û em şerekî azadiyê dimeşînin. Em di nava şer de şer dikin."

DOKTORÊ KU JI BO HEVRÊYÊ XWE CANÊ XWE KIR SÎPER

Em bi Doktor Dilpak re sohbetê dikin. Hewl didin serpêhatiya wî ji wî bibihîzim. Gotina "Ya herî hêja ew e, ku em êşa hevrêyên xwe kêm bikin" timî bilêv dike. Destnîşan dike, ku ew ji hevrêyên xwe hêzê digire û bi felsefeya Apoyî li van çiyayan li ser piyan dimîne. Ji ber ku haya wî ji pîrozmendiya karê xwe heye, ti astengiyan nas nake. Berdêla xwe çi dibe bila bibe bi coşeke mezin hewl dide jiyana hevrêyên xwe rizgar bike.

Em em dibihîzin ku hevalekî wî yê gerîla bi navê Doktor Xebat, ku bi hev re dixebitîn, di vê oxirê de jiyana xwe ji dest daye. Doktor Xebat dema hewl dide hevalekî xwe yê birîndar ji herêma şer rizgar bike, di bomberdûmana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dide.

Di kêliyên herî dijwar ên şer de, gerîlayên doktor bi hewldanên xwe yên rizgarkirina jiyanê nîşan didin, bê jiyan çiqasî hêja ye.