Endama Meclîsa Partiya (MP) HDP’ê Sezgîn hate binçavkirin

Endama Meclîsa Partiya (MP) HDP’ê Sezgîn li Mûşê hate binçavkirin.

Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nîmet Sezgîn, li Mûşê hate binçavkirin. Hinceta binçavkirina Sezgîn nehat fêmkirin û wê birin emniyetê.

Ji aliyê din jî hate ragihandin ku Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî û Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan Bermal Bîrtek jî sirgûnî Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya Enqereyê hatine kirin.