Dikandarên Mêrdînê: Ji ber polîtîkayên AKP’ê em dikin biqedin!
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê û Rewşa Awarte krîza aborî kûr dibe. Dikandarên Mêrdînê ku li dijî hikûmeta AKP’ê û Erdogan nerazî ne, gotin; “Êdî li welat jiyan nabe.”
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP’ê û Rewşa Awarte krîza aborî kûr dibe. Dikandarên Mêrdînê ku li dijî hikûmeta AKP’ê û Erdogan nerazî ne, gotin; “Êdî li welat jiyan nabe.”
Dikandar Revhiye Kûrşûn diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê şertên jiyanê li welat zehmet dibin, lewma jî êdî karmend dikin biqedin, wiha axivî: “Ji ber polîtîkayên hikûmet û serokkomarê heyî em wek dikandar li ber îflasê ne, ev li aliyekî. Êdî şertên jiyana gel jî zehmet dibin û nema dikare pere nanê xwe bînin mal. Wek em çawa nikarin domahiya rojê ti tiştekî jî bifroşin, gel jî ji bo karibe debara xwe bike, êdî dest ji pêwîstiyên malê berde, dest bi firotina alavên li malê kirine. Em hewl didin bi firotinê li ser piyan bimînin, ji ber vê Rewşa Awarte û polîtîkayên AKP’ê em nikarin bifroşin. Êdî me dest pê kiriye ku em alavên gelê xwe yê mexdûr wek alavên bikarhatî dikirin. Ev rewşek krîzê ye û her ku diçe kûr dibe, dibe taloke. Wisa dewam bike em ê neçar bimînin ku derabeyên dikanên xwe daxin jêr.”
ASLAN: GELÊ ME SERÎ LI RÊYÊN NEBAŞ DIDIN
Dikandar Nûrettîn Aslan anî ziman ku gel ji bo debara xwe bike serî li rêyên nebaş dide û wiha dewam kir; “Ji ber vê krîza aborî, ji halê xwe zêdetir ez li ber halê gelê xwe dikevim. Kartên krediyê ku bi qurnazî dixin bêrîka gelê me jî şertên jiyanê felç dikin. Hê duh ciwanek hat, ji ber nikare 5 TL ê di karta krediyê de bikşîne, rîca kir ku bi rengê tiştek kiriye em vî 5 TL ê di kartê de bikşînin û ji dest 5 TL’yî bidim wî. Dîsa mêrekî gihayî hat û seata ku ji bavê wî jê re mabû ji ber mexdûrbûna xwe firot. Vê rewşê dilê min sot. Ev mînakên ku min dayî, rewşa dikandar û gel dide ber çav. Wek çawa polîtîkayên AKP’ê dikandar ber bi kendalan ve diherikîne, her wiha şertên jiyana gel jî pir xirab kiriye.”
ESEN: HERÎ ZÊDE JIN, ZAROK Û NEXWEŞ BANDOR DIBIN
Dikandar Neslîhan Esen ragihand ku ji ber Rewşa Awarte êdî jiyan gelekî xirab bûye û bi taybet jî jin, zaroik ji vê bandor dibin, ev bi lêv kirin; “Êdî ti azweriya me ya xebatê nemaye. Em nema dixwazin ku danê sibehê dikanên xwe vekin. Ji ber ku domahiya rojê bêyî sîftahê em dimînin, danê êvarî jî nema dikarin nanekî ji mala xwe re bibin. Ez dikandarek im, ji bilî wê jî ji ber jin im, ev şertên min ê jiyanê hê zehmettir dike. Ji ber krîza aborî ya ku Rewşa Awarte bi xwe re aniye, ez êdî nema dikarim dermanê nexweşê min ê li malê bikirim. Herî zêdê yên ji vê krîzê bandor bûne jî zarok, jin û nexweş in. Divê ev Rewşa Awarte demildest bê rakirin, derfet çêbibin ku hilma dikandar û gel bê ber wan. An çi bê serê dikandar û gel, wê berpirsê wê jî ev hikûmet be.”
GUNEŞ: JIYANA LI WELAT ZEHMET DIBE
Kedkar Îlyas Guneş bal kişand ku beriya Rewşa Awarte karekî wî hebû, lê niha karê xwe yê heyî jî ji dest daye û ti kar ji bo xwe nediye, wiha dewam kir;
“Ji ber van polîtîkayên AKP’ê, welat ber bi kendal ve diherike. Hema hema her kes gazincan ji jiyana xwe dikin. Bi mehan e bêkar im. Destpêkê karê min hebû û ji ber krîza Rewşa Awarte ez ji vî karî bûm. Jixwe em li welatekî ku bêkarî lê zêde ye dijîn. Tew îca piştî Rewşa Awarte, ev hê xirabtir bû. Karmend li ber îflasê ne, ji ber vê jî nema karkeran distînin. Bêkar jî ji bo karibin debara xwe bikin, hema diperpitin. Êdî nan di devê gur de ye. Pêwîst e Serokkomar Recep Tayîp Erdogan û AKP’e bi lezgînî dest ji van polîtîkayên xwe berdin, vê Rewşa Awarte jî rakin. Êdî ji bo destwerdana vê rewşa karmendan jî divê deng bê rakirin. Berevajî vê êdî jiyana li welêt wê gelekî zehmet be.”