AKP Tirkên Gagavûzî li Kurdistanê bi cih dike

Hewldanên hikûmeta AKP'ê yên ji bo guhertina demografiya Kurdistanê dewam dikin. AKP'ê bi vê armancê 180 malbatên Tirkên Gagavûzî li navçeyên Elcewaz û Xêlat ên Bedlîsê bi cih kir.

Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên qirêj ên ji nû ve dîzaynkirina Kurdistanê li ser kar e. Hikûmeta AKP’ê 180 malbatên Tirkên fileh ên ji mezheba Ortadoks (Tirkên Gagavûzî) ji Ukranya û Kazakîstanê anîn û li navçeyên Elcewaz (Adilcevaz) û Xêlat (Ahlat) ên Bedlîsê bi cih kir. Tirkên Gagavûzî di TOKÎ'yan de hatine bicihkirin û hemû pêwîstiyên wan ên malê jî hatine pêşwazîkirin. 

'AKP DIXWAZE DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BIGUHERÎNE'

Li ser bicihkirina Tirkên Gagavûzî yên li navçeyên Elcewaz û Xêlat ên Bedlîsê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ji ANF’ê re axivî. Botan diyar kir, armanca sereke ya AKP’ê ew e ku demografiya Kurdistanê biguherîne. Botan da zanîn, AKP’ê ti carê nikare dest ji polîtîkayên xwe yên nîjadperestî berde û wiha axivî: "Li Ukranyayê ne tenê Tirkên Gagavûzî hene, li wir Kurdên Gagavûz jî hene. Li welatên derve nêzî 300 hezar Kurdên Gagavûzê hene. Çima AKP van Kurdan nayne li van herêman bi cih nake? Yan jî gelê me yê ji ber şerê AKP’ê koç kiriye li van herêman cih nake û kesên biyanî li ser axa me bi cih dike?"

'LI CIHÊ KURDAN BIYANIYAN BI CÎH DIKIN'

Botan bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li çar aliyên Kurdistanê û wiha wiha pê de çû: "AKP li çar aliyê welat dixwaze Kurdistanê dagir bike. Weke Kerkûk ku xwe xwediyê wir dibîne. Dîsa li ser hevdîtinên Serokkomar Erdogan û Serokdewletê Rûsya Putîn li hevkirin û navê çiyayê Ekrad kirin, çiyayê Tirkmenan. Li wir polîtîkayek şer li ser Tirkmenan meşandin û yekser êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev yek jî bi vê ve girêdayî ye. Li Bakurê Kurdistanê nêzî du sal in wêrankirinek giştî heye. Di salên 90’î de gund vala dikirin, niha jî bajaran vala dikin û li dewsa Kurdan kesên biyanî li Kurdistanê bi cih dikin."

'KURD DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKE'

Parlamenter Lezgîn Botan anî ziman ku gelê Kurd ji dîrokê heta niha gelek mêvanperwer e û ev tişt got: "Dema gelek zorî û zehmetiyan dikişîne, gelê Kurd destê xwe yê alîkariyê dirêj dike. Ji ber şerê li Rojhilata Navîn nêzî çar mîlyon kesî koçî Kurdisanê kiriye û Kurdan ew pêşwazî kirine. Lê belê dema ku yek were axa Kurdan dagir bike jî Kurd bi ti awayî qebûl nake û li dijî vê yekê jî li ber xwe dide."

'DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊ KURD BIHÊLIN'

Welatiyên li navçeya Elcewaz a Bedlîsê dijîn jî nerazîbûn nîşanî bicihkirina kirina Tirkên Gagavûzî dan. Welatiyê bi navê Erkan Elmas diyar kir ku AKP dixwaze Kurdistanê bê Kurd bihêle û got, "em ê bi ti awayî cih û warê xwe ne terikînin."

'BILA LI ENQERE Û STENBOLÊ CIH BIKIN'

Jina bi navê Naîma Kaçak jî anî ziman ku dewlet dixwaze ji nû ve Kurdistanê dîzayn bike û wiha got: "Elcewaz axa bav û kalên me ne. Dewlet dixwaze me ji van cihên me yên dîrokî bike der. Em ê ti carî axa xwe ji kesî re nehêlin. Bila Tirkan bibin li Stenbol, Enqere û Antalya bi cih bikin. Ma çi karê wan li vir heye."

Tirkên fileh ên ji mezheba Ortadoks (Tirkên Gagavûzî) li welatên weke Moldova Ukranya, Rusya, Kazakîstan, Ozbekistan, Romanya, Bûlgaristan û Yewnanîstanê dijîn. Hikûmeta AKP’ê xistiye plana xwe ku van Tirkên Gagavûzî yên li welatên cuda dijîn bînin li bajarên Kurdistanê bi cih bikin.

...