Du şervanên YPG’ê ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Du şervanên YPG’ê yên ku li Minbicê jiyana xwre ji dest dabûn bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.
Du şervanên YPG’ê yên ku li Minbicê jiyana xwre ji dest dabûn bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.
Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Casim El-Ehmed (Egîd Qamişlo) yê ku di 6’ê Kanûnê de li Minbicê jiyana xwe ji dest dabû, ji mala gel a Enteriyê wergirtin û bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ve birin goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê.
Dema ku karwanê wesayîtan gihişt goristanê, şervanên YPG’ê ji bo têkoşer Egîd û têkoşer Zinar Xelîl (Kendal Qamişlo) yê ku di 2’yê Kanûnê de li Minbicê jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmeke leşkerî li dar xistin.
Paşê jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, YPG’ê û malbatên herdu têkoşeran axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran û tevahiya gelên Rojava re hat xwestin û hat gotin ku şehîd pirên azadiyê ne û bi saya wan gelên Rojava îro di nava aramiyê de dijîn.
Cenazeyê şervanan di nava dirûşmeyên tolhildanê û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.