Li Depê şerekî dijwar diqewime

Piştî qedexeya derketina derve ya li ser gundên Depê hat ragihandin û şûn de şerekî dijwar diqewime.

Li gundê Kavuman ê girêdayê navçeya Depê ya Xarpêtê, piştî operasyona leşkerî ya ku danê sibehê hatibû destpêkirin û şûn de qedexeya derketina derva hate îlankirin.Ji duh ve li gundê ku ceyeran nîne, qedexeya derketina derve di saet 19.00’an de bi anonsê mizgeftan ve hate ragihandin. Li derdorê gund gelek wesayîtên zirxî hatine bi cih kirin û şerekî dijwar li derdorê gund diqewime.

Hat ragihandin ku di gun de ji beriya rojekî di ser de girtina malan de 4 kes hatine binçavkirin.