BI DÎMEN

Du xwişkên li ser rêya azadiyê

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik dibin. Zarokên malbateke welatparêz şoreşger a Kurdistanê bûn. Li ber zextan rabûn û ji bo siberojên azad berê xwe dan nava refên têkoşîna azadiyê.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik dibin. Zarokên malbateke welatparêz şoreşger a Kurdistanê bûn. Li ber zextan rabûn û ji bo siberojên azad berê xwe dan nava refên têkoşîna azadiyê.

Delîla da xuyakirin, sîstema modernîteya kapîtalîst ciwanan dihelîne û dixe nava xefikê, lewma wan biryar dane tevlî nava refên têkoşînê bibin û got, "Gelek tişt bûn sedem ku em tevlî bibin. Ciwantiyek heye ku sîstemê dixwaze bihelîne. Ji bo derbê li bingeha civakê bixîne û parçe bike, bi taybetî êrîşî ciwanan dike. Me xwest nekevin nava vê xefikê. Me baş fêhm kiribû ku sîstem tiştekî nade me. Heta emrekî, sîstemê bi psîkolojiya kerî em dehf dida. Dema me li rewşê pirsî, me êdî fêhm dikir. Eger em tevlî PKK'ê nebûna ya em ê bizewiciya, yan jî di nava civaka hatiye kolekekirn de di bin zext û zordariya zîhniyet serdest a mêr de em ê bijiya. Me ev yek ne ji bo xwe, ne jî ji bo civakê qebûl kir."

Delîla qala bûyereke din dike, ku bandor li tevlîbûna wan kiriye: "Hevrêy Arjîn a li Garzanî şehîd bû, gelekî bandor li me kir. Piştî wê demê me soz dan xwe. Bandora wê ya li me, gelekî mezin bû. Me xwest bidin ser şopa Arjîn. Me xwest doza wê hilgirin ser milê xwe û têkoşîna wê bidomînin. Ev yek ji bo me şenseke mezin bû. Kesayetî û sekna jiyanê ya wê hevalê, bi rastî jî bandor li me kiribû."

DI OXIRA ARMANCA MEZIN DE...

Rojevîn Garzan jî piştî ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, wextekê cihê xwe di nava xebatên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê cih girt. Rojevîn ku weke kadroya YPS'ê têkoşiya, li dijî hovîtiya dewleta Tirk bi xurtî şer kir. Komkujiyên li Sûr, Cizîr, Gever, Nisêbînê li gelê Kurd hatin kirin, bû hêrseke mezin û ket dilê wê. Ji bo tola gel hilîne li Geverê şer kir. Rojevîn di dilê gel de cihekî mezin girt û di heman demê de bi berxwedana xwe tirs xist dilê dijmin. Li gorî gotinên xwişka wê Delîla, xeyala herî mezin a Rojevîn meşandina têkoşîneke xurt a ji bo gel û Rêbertî ye. Di vê oxirê de jiyana xwe feda bike û şer bike. Her du xwişkên bi hev re biryar dan tevlî bibin, di oxira armanca mezin de dest bi şer kirin.

QALA XWIŞKA XWE YA MEZIN KIR

Delîla bi vî rengî qala xwişka xwe ya mezin Rojevîn Garzan kir: "Di nava malbatê de 2 jê keç, 1 mêr em bi giştî 3 xwişk û bira bûn. Hê li malê di navbera min û hevala Evîn de dilsoziyeke xurt hebû. Ji xwişkbûyînê jî wêdetir, têkiliya hevrêtiyê roj bi roj xurt dibû. Jiyana Rojevîn gelekî bandor li min dikir. Dema karek dikir, astengî nas nedikir. Min gelek caran digot, 'gelo ez dikarim bibim mîna wê'. Yanî bandoreke xwe di nava jiyanê de hebû. Xeyala herî mezin a Rojevîn ew bû ku bibe kadroya Rêber Apo. Her wiha dildara çiyê bû. Mirovan ev yek di şewqa çavên wê de didît. Rojevîn sînorên li nava civakê li pêşiya jinê hatibûn danîn, ti carî qebûl nedikir. Timî li dijî van sînoran şer dikir. Wê nedixwest tevlî sîstemê bibe. Dixwest rêbaz û kesayetiya xwe ava bike. Min dizanîbû ku Rojevîn wê jiyaneke cuda bijî, jiyaneke ji rêzê nejî."

Gerîla Delîla anî ziman, ji bo armancên mezintir, ji bo jiyaneke zane û ji bo bidestxistina mafên jinan, wan biryar dan bi hev re tevlî bibin:

Delîla destnîşan kir, ku wan dizanîbûn ev yek bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê dibe û ji ber vê yekê bêteredû dest dane hev û berê xwe dana têkoşîna azadiyê.

Delîla got, "Min di nava rêxistinê de dît ku têkiliya min a bi xwişka xwe re, li ser bingeha hevrêtiyê ye. Min ji xwe er got, 'xuya ye dilsoziya hevrêtiyê ji hemû dilsoziyan hêjatir e'. Xwişka min a mezin di nava refên YPS'ê de şehîd bû. Bêguman vê yekê bandor li min kir. Min dizanîbû, ku wê bi berxwedana wê re bi hezaran ciwan tevlî nava refên têkoşînê bibin. Di oxira xeyalên gelekî de, ji bo têkoşîna azadiya jinê şer kir. Lewma min her tim ev yek bi serbilindî pêşwazî kir. Niha jî dixwazim li ser şopa wê bim û bi rengekî herî serketî têkoşîna wê bidomînim. Ez zanim, bi vî rengî mirov dikarin bibin bersiv ji xwişka min, şehîdan û Rêbertî re."

Delîla herî dawî bang li ciwanan kir û destnîşan kir, ku bersiva herî baş a li zîhniyeta komkujiyê, tevlîbûna li nava refên gerîla ye.