Salas: Kurd nebin yek dibe ku Başûr were dagirkirin

Nûçegihan-Nivîskar, ‘’Kurd divê dev ji berjewendiyên xwe yên partiyan berdin û guh bidin banga KCK’ê. Kurd nebin yek Tirkiye wê Başûrê Kurdistanê dagir bike’’

Nûçegihan-Nivîskar Necmedîn Salas, têkildarî banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya netewî ji ANF’ê re axivî.

Salas got, ‘’dema ku mijar Kurd bin, dewletên mezin têne cem hev biryarên hevpar distînin.’’

Salas got, ‘’dewletên ku Kurdistan kirine qada mêtinger dewletên mezin ên xwedî hêza hewayî, bejahî, zeryayî, artêşên mezin in’’ û bi berdewamî, ‘’Li divê van divê em ziman, çanda xwe biparêzin, dewlemendiyên xwe binerd û sererd xilas bikin û bi gelên din re em bibin wekhev. Di sedsala 21’an de ji bo ku em bibin civakeke hemdem ku bikaribe zimanê xwe bi kar bîne, divê em kom û partî werin cem hev. Ku em nikaribin vê bikin, ev şerma me ye.’’

Salas got, ‘’Kurdistan welatek e, emperyalîstan sedsal berê sînorên çêkirî li Kurdistanê danîn’’ û bi berdewamî, ‘’divê pêşî di hişê xwe de em van sînoran rakin. Heta ku em van sînoran ji hişê xwe neavêjin, em ê welat û gelê xwe dabeşkirî bibînin. Bi mantiqekî ku Bakur ji Başûr vediqetîne yekîtiya netewî pêk nayê. Bi guhdana banga yekîtiyê em dikarin ji vê mantiqê xilas bibin û hev fêhm bikin. Yên ku guh nadin vê bangê, bi me didine fikirindin ku xwedî polîtîkayên dij Kurd in.’’

 ‘PDK DIVÊ ŞAŞÎTIYAN NEKE, DIVÊ XWE TEVLÎ NAV VÊ KÊFERATÊ BIKE’

Salas got, ‘’hêlên siyasî divê ji hêzê mêtinger dûr be ‘’ û bi berdewamî:

‘’Yên ku neyên kongra netewî, ne xwedî wê niyetê ne ku rizgariya netewî pêk were. Hin hêzên herêmî û navdewletî li dij vê kongreyê ne. Li pêş kongreyê wiha xuya dike ku çend hêz mane. Li gel vê jî dikare were kirin,helbet dikare. Li pêş van avaniya ya ku disekine, mantiqê yekîtiya netewî ye. Ya ku divê were kirin ev e; ji bo tevlî kongra netewî nabin. Herêm hazir e, partî hazir in, lê PDK xwe li derveyî vê dihêle. Bi şaşwazî dişopîne, li hêla dî jî dibeje ez ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebitim lê nayê kongra netewî. Serxwebûnê tenê ji bo Başûr dixwaze? Tenê azadiya vî beşî wan têkildar dike? Baş e, azadiya Rojava van hêzan têkildar nake, an jî Kurdên bakur têkildar nake? Li Bakur gund û bajar têne şewitandin, ev di xema wan de ye? Divê di xema wan de be. Kêlî beriya kêliyekê divê PDK jî tevlî nav wê xebatê bibe ku Kurd hemû têne cem hev, divê hemû avanî xwe bidin pêş û mil bidin hev.’’

 ‘KU NE JI PKK’Ê BE WÊ KURDISTANÊ BIFETISÎNIN’

Salas: ‘’Ne ji têkoşîna PKK’ê be, ne ji têkoşîna PYD’ê ya li Rojava be, nêzîkatiya Tirkiyê ya li Başûr wê pir cihê be. Dostaniyên li ser bazirganiyê ti deman ne alîgirên yekîtiya netewî ya Kurd in. Ku têkoşîna PKK’ê bişikînin, wê polîtîkayên wan ên dijminane yên li dij Başûr wê dîsa diyar bibin û hewl bidin di kulmek av de bifetisînin.’’

 ‘JI BO KONGRA NETEWÎ TIŞTÊ JI DESTÊ ME TÊ EM BIKIN’

‘’Divê Kurd ji mantiqê rizgarî, desthilatdariya yek parçeyî dûr bin. Binerimi em projeyên Rêberê Gelê Kurd dixwînin, tenê behsa Kurdan nake, behsa gelên herêmê dike. Ne tenê problema Kurdan, problemên hemû gelên Rojhilata Navîn daye ber xwe û hewl dide wan çareser bike. Ev mantiqekî wiha dide pêş ku dixwaze hemû avaniyên Kurdistanê bîne ba hev û hemû rêxistinan di bin banê kongra netewî de bicivîne. Tenê azadiya parçeyekî nabe azadiya Kurdan. Divê Kurd weke ku parçeyên wan bin nêzî hemû parçeyan bibin. Em di kirinên KCK’ê de vê dibînin. Ez nêzîkatiyeke jidil di partî û sazî û dezgehên Başûr de nabînim. Dema ku Kobanê dagirkirî be hûn dikarin behsa azadbûna Hewlêrê bikin? Na. Divê em Kurdistanê bi hemû gelên wê, bi biratî bi hev re bi rê ve bibin. Lê pêşî divê em kongra netewî pêk bînin. Niyeta Tirkan dagirkirina  Şengal, Kerkûk, Mûsilê, Dihok û Zaxo ye. Jixwe dibêjin, ev der xaka me ye. Behsa Osmaniyan dikin û dibêjin, ev der ên me ne û dixwazin van deran jî têxin bin serweriya xwe. Em ê çawa li dij vê rawestin. Helbet bi hevhembêzkirinê, ji bo kongra netewî bi kêferatkirinê.’’