DBP: Biryardarî û têkoşîna me wê xurttir bidome
DBP têkildarî Roja Mafê Mirovan daxuyanî da û xwest ku Rewşa Awarte were rakirin, şer bisekine. DBP’ê got, ‘’biryardarî û têkoşîna me wê bi biryardarî bidome’’
DBP têkildarî Roja Mafê Mirovan daxuyanî da û xwest ku Rewşa Awarte were rakirin, şer bisekine. DBP’ê got, ‘’biryardarî û têkoşîna me wê bi biryardarî bidome’’
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin se kirinên dewleta Tirk ên li Kurdistanê yên piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ve; şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne di asta herî bilind de hemû mafê mirovan ên ku di qada navdewletî de hatine naskirin, hatin binpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya DBP’ê de, hate gotin, ‘’di salvegera 68’an a Roja Mafê Mirovan de xwedî derketina li mafê mirovan û têkoşîna ji bo bidestxistina van mafan peywireke sereke ya jiyanî ya însanî ye.
DAXWAZ
DBP’ê mekanîzmaya Rewşa Awarte wereke mekanîzmaya hilweşandinê bi nav kir û xwest ku Rewşa Awarte were rakirin; ‘’wêneyê berdest ê li Tirkiyê, nexasim ji bo Kurdan û hem jî ji bo civaka Tirkiyê wêneyekî hilweşîner, tarî ye. Divê dawî li rejîma Rewşa Awarte ya hilweşîn û qirkirinê were anîn. Di rejîma Rewşa Awarte de, di kirinên wê de mafê mirovan nîn in. Ji hêla heqê mirovan ve mekanîzmaya hilweşandinê ye. Divê binçavkirin û miemeleya li girtîgehan bi dawî bibe. Wekîl û hevşaredarên ku bi vîna gel hatine girtin divê serbest werin berdan. Akademîsyen, zanyar, masmost û karmendên din yên ku ji kar hatin avêtin divê li karê xwe vegerin. Nivîskar û nûçegihan divê serbest werin berdan. Divê pêvajoya şer bi dawî bibe, ji bo çareserkirina pirsa Kurd a di nav aştî û demokrasiyê de bêdengmana çekan pir girîng .’’
Bi berdewamî hate gotin nîqaşa îdamê ya ku AKP, Erdogan dikin nîqaşên derî êqil in û hişmendiyeke taloke ye, ev gotin wê Tirkiyê ber bitaritiyekê ve bibin û ev nêzîkatiyên demagojîk li dijî mafê mirovan sûc in.
TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME
DBP’ê di dawiya daxuyaniyê de got, Partiya wan di li Tirkiyê ji bo avakirina jiyaneke hurmetdar û rûmetdar xwedî cihekî watedar e û bi qîmet e û, ‘’li ser vê bingehê em ê biryardariya xwe û têkoşîna xwe bi awayekî xurtir bidomînin.’’