Hevşaredarên Qereyaziyê Bîngol û Karabakan hatin girtin
Hevşaredarên Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan hatin girtin.
Hevşaredarên Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan hatin girtin.
Hevşaredarên Şaredariya Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan hatin girtin.
Di operasyona 6'ê Kanûnê de ku li dijî şaredariyên DBP'î pêk hatin, hevşaredarên Şaredariya Qereyaziya Erziromê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan ên hatibûn binçavkirin, piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Bajêr sewqî Edlieya Erziromê hatin kirin. Hevşaredarên ji aliyê dozgeriyê ve bi tawanbariyên "Endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" girtina wan hat xwestin, ji aliyê heyeta dadgehê ve bi heman hincetê hatin girtin.
Ji hevşaredaran Karabakan şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Han jî şandin Girtîgeha Tîpa E a Erziromê.
Dema hevşaredar hatibûn binçavkirin, qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.