Partiyên Rojava destek dan banga yekitiyê ya KCK’ê

Rojava destek da banga KCK’ê ya ji bo pêkhatina Kongra Neteweyî û avakirina yekîtiya Kurd. Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê û Partiya Lîberal a Yekîtiyê diyar kirin ku divê demildest Kongra Neteweyî bicive.

KCK’ê duh ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî daxuyaniyeke bi rengê deklarasyonê da û bang li derdorên siyasî, rêxistinî û partiyan kir. Partiyên siyasî yên Rojava destek dane vê banga KCK’ê.

ÎBRAHÎM: EM VÊ FERSENDA DÎROKÎ BINIRXÎNIN

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Nusrettîn Îbrahîm diyar kir ku Kurd divê beriya ku bi derengî bikeve divê yekîtiya xwe pêk bînin û ti rêyeke dî jî li ber wan nemaye.

Îbrahîm diyar kir ku ew banga KCK’ê rast dibînin û destekê didinê û bi berdewamî:

"Em di serdemeke wiha de ne ku ji bo Kurdan fersendên dîrokî hene. Li gel fersendan talokeyên mezin jî hene. Pêdiviya Kurdan bi lezginî bi yekîtiyê heye. Li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê ji bo nirxandina vê fersenda dîrokî, ji bo pêkanîna yekbûnê ti rêyeke me ya dî jî nîn e. Em weke partî her demê me yekîtiyeke bi vî rengî parastiye. Em ê her biparêzin jî. Di serdemeke wiha krîtîk de ku ti têra xwe fersend hene, di demeke kurt de em dibêjin divê divê konferanseke bi vî rengî sazkar bibe û Kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Em hazir in ku her cure berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Yekîtiya ku bi konferansê re wê pêk were, di heman demê de wê bibe navenda herî bilind a Kurdan. Bi kongrê re, ji hêla siyasî, dîplomatîk ,leşkerî ve tenê muxatabek wê hebe. Em weke Kurd, tevgerên Kurd, partî ji bo demokrasî, aştî û biratiyê, ji bo çareseriya hemû kêşeyên gelan, divê em bizanibin divê em bibin yek û vê yekîtiyê pêk bînin. Ji bo vê jî yekîtiya Kurd di heman demê de tê wateya çareserkirina pirsgirêkên herêmê jî. Ji bo vê jî bi lezginî divê civîna ku vê yekîtiyê pêk bîne, were lidarxistin.

Aştiya herêmê, azadbûna Kurdan û welatê wan vê hewce dike. Ji bo vê jî em li pişt daxuyaniyê û bangê ne û em diyar dikin ku çi tişta ku bikeve ser milê me bi cih bînin.’’

TELLO: KU EM BIBIN YEK XEYALÊN ME WÊ PÊK WERIN

Partiyeke dî ya ku destek dayî banga KCK’ê Partiya Yekîtiya Lîberal a Rojava bû. Serokê Giştî Ferhat Tello got KCK’ê berê jî daxuyaniyên bi vî rengî dabûn û bi van bangan KCK pêşengiya yekîtiya neteweyî dike.

Tello wiha domand:

"KCK’ê berê jî daxuyaniyên bi vî rengî gelek caran dan û banga pêkanîna yekîtiya neteweyî kir. KCK bi van bangan pêşengiya yekîtiya Kurd dike. Her hêz, avanî, tevger û partî divê bersiva vê bide.  Em weke berê destekê didine vê bangê jî. Ya ku dikeve ser hemû sazî, şexs, rêxistin û partiyê ew e ku bi erênî vê bangê pêşwazî bikin û ji bo yekîtiyê xebatan bike. Di pêvajoyeke wiha nazik û girîng de û li gel fersendan talokeyan jî di xwe de vedihewîne, avêtina gaveke wiha divêtiyeke e. Ji bo vê jî divê hemû partî, rêxistin û şex bersiveke erênî bidin û di nêz de em kongra netewî pêk bînin. Ez hêvî dikim ku hemû Kurd ji pêvajoyê ders werbigirin û gavan bavêjin. Bi kongreyê wê stratejiya ku çarenûsa Kurdan diyar bike, derkeve holê. Bêyî vê kongreyê ez bawer nakim em ê zêdetir bikaribin heq û hiqûqê xwe û welatê xwe biparêzin. Ji ber ku şerekî nû yê parvekirin û dagirkirinê li kar e. Bi kongreyê stratejiyeke nû, dîplomasî û hêzeke leşkerî dikare pêk were. Tenê bi vî awayî em dikarin li dijî dagirkerên barbar, hov û çeteyên radîkal re şer bikin. Dixwazin nasname, dîrok, çanda me tine bikin. Em careke dî diyar dikin ku pir qîmetê didine bangê û weke Partiya Lîberal çi dikeve ser milê me em amade ne ku bi cih bînin.

Beriya bi demeke Kurd yek ji dirûşma Kongreya me ya 3’an jî 'Ji bo pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ber bi Kongra Neteweyî ve' bû. Pêkanîna Kongreyê û yekîtiya Kurd tê wateya pêkhatina xeyala me ya azadiya welat, gel e."