Li dijî qereqola leşkeri ya Hezroyö çalakiya bombeyi
Li dijî qereqola leşkerî ya li gundê Teknebaşı yê Hezroya Amedê hat diyarkirin ku çalakiya bombeyî pêk hatiye.
Li dijî qereqola leşkerî ya li gundê Teknebaşı yê Hezroya Amedê hat diyarkirin ku çalakiya bombeyî pêk hatiye.
Li gorî agahiyên herêmî, saet li dora 23:50’an li gundê Teknebaşı yê navçeya Hezro ya Amedê li dijî qereqola leşkeri çalakiya bombeyi pêk hat.
Hat diyarkirin ku denge teqînê li navçeyên Farqîn, Hezro, Bismil û Êlihê jî hatine bihîstin.
Hat ragihandin ku ji ber hêza teqînê li Farqînê jî camê hin malan şikestin. Piştî teqînê gelek maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.