BI DÎMEN

Rewşenbîrên Kerkûkê: Firotina petrolê divê di ser hikûmeta navendî re were kirin

Di pêşnûmeya bûdçeya 2017’an de ku li Parlamentoya Iraqê hate guftûgokirin, bi nedana para sedî 17 ya petrolê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, para ku ji bo heremê dihate dayin jî hate birîn.

Rewşenbîrên Kerkûkê têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn..

Nivîskar Muthîsam Necmedîn di nav wan partiyan de ku pêşnûmeya budçeyê erê kirine jî, ramanên cihê hene û got, ‘’ li ser bûdçeya 2017’an di navbera parlementeran de ramanên cihê hene. Hin qebûl dikin ku petrol were radestkirin û hin jî qebûl nakin. Mesele ne ew e bê ka kê deng daye yan na, mesele PDK ye ku bûye sedema krîzê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Sedema partiyên muxalîf ku ev pêşnûma erê kirine, birîna mehmizan e ku nehatiye dayin. Muxalîfan mecbûr kirin ku wekîlên Silêmanî û Kerkûkê vê pêşnûmeyê erê bikin. Lê PDK dixwaze bi serê xwe tevbigere.’’

Necmedîn diyar kir, bi firotina bi awayekî derzagonî ji PDK’ê we ye ku ew ê bikaribe ekonomiya xwe çêbike lê şaş e û bi berdewamî, ‘’PDK petrolê bi awayekî derî qanûnan difiroşe. Serê warîlekê 10 dolar kêmtirî piyaseya dinyayê difiroşe û pereyên  petrola ku difiroşe dixe bin kontrola xwe. Hikûmeta navendî jî weke me li dijî DAIŞ’ê şer dike lê hikûmeta navendî mehmizên karmendan nebirîn, çima hikûmeta me dibire?’’

‘PETROLÊ DIFIROŞE LÊ MEHMIZAN NADE’

Necmedîn diyar kir ku siyaseta PDK’ê herêmê parçe dike û bi berdewamî got:

‘’Hikûmeta navendî di peymanê de ku bi hikûmeta navendî re girêdaye, dibêje, di ber 300 hezar warîlî de ew ê mehmiza karmendan bide, lê PDK li gel ku mehê 1 milyon warîl jî difiroşe mehmiza karmendan nade. Wezîrê Kanên Sirûştî li konferansa Parîsê got, 700 hezar warîlî difiroşin. Kes ji gel re rastiyan nabêje. Li derveyî xeta petrolê jî hikûmeta navendî petrolê difiroşe derve. Hikûmeta navendî hem hem mehmizan nade û hem jî  peymanên ku hikûmeta navendî wê mehmizan bide îmze nake. Li gorî sîstema federal divê em petrolê bidine hikûmeta navendî lê ev nayê kirin. Di encamê de ev siyaseta 25 salan di razemînî nekiriye û gel birçî tê hiştin.’’

MUHAYE: BAWERÎ BI HIKÛMETÊ NEMA

Karmendê Rêveberiya Zîretê Alî Muhaye diyar kir ku PDK mehmiza karmendan bi zanebûn nade û got: ‘’ hikûmetên Rojhilata Navîn ji sîstema me pêşvetir in. Ti baweriya min bi vê hikûmetê nîn e. Ez bawer nakim ku hikûmet petrolê bide Bexdayê. PDK dixwaze gendiliyên xwe bincil bike. Hikûmeta navendî dibêje ku tu petrolê bişînî ez ê mehmizan bidim. Çima 550 hezar warîl têrî Iraqê dike lê 1 milyon warîl têra me nake? Ev nakokî ji kû derdikeve? Çima derewan li gel dikin, berjewendiya wan tê de heye..’’

SABIR: DIVÊ IRAQ DESTEKÊ BIDE KARMENDAN

Rewşenbîr Seyfedîn Sabir diyar kir, ‘’divê em hemû kêşeyên xwe bi hikûmeta navendî re çareser bikin’’ û got:

‘’Ji hikûmeta navendî di ber petrolê de sedî 17 me bûdçe distand. Dema ku me ev distand krîza aborî nebû, karmendan mehmiza xwe distandin. Lê îro ji hikûmeta navendî karmend, mamoste nikarin mehmiza xwe bistînin. Divê hikûmeta navendî destekê bide çalakiya karmend û mamosteyan.  Di navbera hikûmeta navendî û ya Kurdistanê de ti giranî nemaye. Her du alî jî ne giran in. Divê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê em problemên xwe bi hikûmeta navendî re çareser bikin. Nîqaşên serxwebûnê divê bi hikûmeta navendî re em bi hevkarî bikin.’’