Li Mêrdîn, Erzîngan û Êlihê binçavkirin û girtin

Li Mêrdîn, Erzîngan û Êlihê 11 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê rejîma AKP/Qesrê ve tên meşandin, bênavber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Mêrdînê 4 parêzer, li Erzînganê 7 xwendekar hatin girtin û li Êlihê jî 8 kes hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

4 parêzerên li Mêrdînê hatin binçavkirin, piştî 17 rojan derxistin pêşberî dadgehê. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Mêrdînê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtina Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Parêzer Seher Acar û endamên komeleyê Parêzer Mehmet Bîngol, Parêzer Mahmût Bîngol, Parêzer Feyzî Atsiz û Parêzer Ziya Bagî da.

ERZÎNGAN

Li Erzînganê 18 xwendekarên Zanîngeha Erzînganê yên hatibûn binçavkirin, derxistin pêşberî dozgeriyê. Xwendekarek piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan, 17 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 10 xwendekar ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Xwendekarên bi navê Namî Taş, Şahîn Kaya, Vedat Îşbîlîr, Mehmet Salîh Kaya, Leyla Rozerîn Vural, Evren Tarhan û Ayşan Yekît ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên ku beşdar bûne bi îdiaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. Xwendekar birin Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê. 

ÊLIH

Polîsan li Êlihê bi ser malan de girt û 8 kes binçav kirin. Li navenda Êlihê di serdegirtinên hemwext ên bi ser malan de 8 kes hatin binçavkirin. Navên kesên ku hatin binçavkirin nehat hînbûn birin Emniyeta Êlihê.