Rejîma Îranê ketin û derketina Merîwanê qedexe kir

Ji ber banga ji bo xwepêşandana 'Ji kuştina kasibkaran re na', rejîma Îranê hêzeke zêde ya leşkerî û wesayîtên leşkerî li bajarê Merîwanê bi cih kir û ketin û derketina bajêr qedexe kir.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, îro li ber Walîtiya Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina kuştina kasibkaran wê bi dirûşma 'Ji kuştina kasibkaran re na' xwepêşandanek bihata lidarxistin. Lê belê hêzên rejîma Îranê li herêmê rewşeke awarte ragihandine û nahêlin welatî ne bikevin nava bajêr ne jî jê derkevin.

Hêzên rejîma Îranê beriya destpêkirina xwepêşandanê, hemû kolanên bajêr bi hêzên leşkerî girtin. Her wiha xeta înternet û şebekeya telefonan jî qut kirin.
 
Hêjayî gotinê ye, li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kuştina kasibkaran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve berdewame. Welatiyên ku li ser sînor dijîn ji ber nebûna kar û derfetên din ên jiyanê, ji neçarî li ser sînor ji bo debara xwe bikin kasibkariyê dikin.