Qeyûm li Mêrdînê bi sedan malbat mexdûr kir

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat erkdarkirin, hemû xebatên civakî sekinand û bi sedan malbat mexdûr kir.

Mûstafa Yaman ku weke Qeyûm li Şaredariya Bajarê Mêrdînê hat tayînkirin, çêkirina malên jiyana civakî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hate destpêkirin, sekinand.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol Akay, li ser daxwaz dixwestin li hemû taxan Malên jiyana Civakî çêbikin, lê belê qeyûm dawî li vê planê anî.

Qeyûm di destpêkê de banka xurekê ya ji bo malbatên mexdûr ên Nisêbînê hatibû vekirin, girt. Vê carê jî projeyên Mala Jiyanê ya Civakî ku wê karên serxweşiyan û civînên gel lê bihatina lidarxistin, qedand.

Li gorî biryara qeyûmê ji aliyê AKP'ê ve hatiye erkdarkirin, Mala Jiyana Civakî wê êdî neyên çêkirin û projeyên Mala Jiyana Civakî yên di asta îhaleyê de ne, hatin betalkirin.

Di çarçoveya daxwazên gel de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo malbatên mexdûrê şer alîkariya xurek-kinc û stargehê kir, hawirdor sererast kir, rê çêkir, xebatên binesaziyê meşand, bi 1000 km'yî rê asfalt kir û Serokatiya Daîreya Karên Fenê jî li 96 taxan 96 Malên Jiyana Civakî ava kir.

Her wiha Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî jî ji 73 hezar welatiyên mexdûrê şer re alîkariya xurek, kinc û stargehê kir.

Ev xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yên ji bo gel, ji aliyê rêveberiya qeyûm ve hatin betalkirin û bi vî rengî bi sedan malbat mexdûr bûn.