Zarok TV dîsa dest bi weşanê kir

Zarok TV a ku yek ji kanalên di 28'ê Îlonê de bi biryarnameya Rewşa Awarte hatibû girtin, carek din dest bi weşana xwe kir.

Zarok TV ku yek ji kanalên di 28'ê Îlonê de bi biryarnameya Rewşa Awarte hat girtin carek din dest bi weşana xwe kir. Kanalê li ser hesaba xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku ew carek din dest bi weşana xwe dikin.

Li ser bertekên ku di nava civakê de zêde bibûn hikûmetê bi paş de gav avêt û lîsansa kanalê betal nekir.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê kanalê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku Zarok TV îro saet di 15.30'an de li ser heman frankansê dest bi weşana xwe kiriye û got, “Zarokino, televîzyona we pîroz be.”