4 parêzer li Mêrdînê hatin girtin
Seroka MHD'ê ya Mêrdînê Parêzer Seher Acar û endamên MHD'ê parêzer Mahmut Bîngol, parêzer Feyzî Atsiz û parêzer Ziya Bagî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Seroka MHD'ê ya Mêrdînê Parêzer Seher Acar û endamên MHD'ê parêzer Mahmut Bîngol, parêzer Feyzî Atsiz û parêzer Ziya Bagî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
4 parêzerên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin piştî 17 rojan derketin pêşberî dadgehê û hatin girtin. Seroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ya ku bi Biryarnameya AKP'ê hat girtin parêzer Seher Acar, endamên komeleyê parêzer Mahmut Bîngol, Feyzî Atsiz û Ziya Bagî duh sewqî dadgeha Mêrdînê hatin kirin û li dozgeriyê îfadeyên wan heta saetên dereng ên şevê dom kir. Parêzer bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Parêzerên derxistin Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê piştî îfadeyên wan, bi heman hincetê hatin girtin.