Ok: AKP û MHP li dijî Rêbertî û gelê me li hev kirine

Sabri Ok diyar kir, rewşa li Tirkiyeyê pir xeternak e û got: “Qirkirin û zextên giran dikin.Gumanên me hene û tiştekî pir xeter e, naxwazim bînim ziman jî. Dibe ku li ser rastiya Rêber Apo jî li hev kiribin. Gelê me dive hişyar be.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabri Ok di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV de pirsên rojnameger M. Emîn Yildirim bersivandin:

‘ÊRÎŞÊN WAN NE KU EWQASÎ XURT IN, JI ZEÎFIYA WAN TÊ’

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî ya li hemberî siyaseta legal û demokratîk ya gelê Kurd û kesên muxalîf bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.Ev yek di heman demê de nakokiyên heyî hê jî mezin dike.Ev rewş ber bi kû ve diçe?

Îro li Tirkiyeyê zilmek, dîktatoriyek heye.AKP neçar maye ku pir vekirî û rasterast bi hukmê zorê, dîktatoriyê desthilatdariyê xwe bi rêxistin bike û berdewam bike. Di serî de tevgera me û gelê Kurd, dîsa hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz li dijî faşîzma AKP’ê kî heye, para xwe ji faşîzma AKP’ê digire.Niha ber bi kû ve biçe? Di serî de em vê bêjin eger AKP û faşîzma dewleta Tirkiyeyê pir mecbûr nemaya, ew ê serî li faşîzma pir vekirî neda. Bi şêwazên cuda, bi manîpule, bi xapandin, bi hêviyên sexte ew ê milet bixapanda û desthilatdariya xwe dewam bikira. Tenê di destê wan de desthilatdariya xwe û dîktatoriya xwe bi hukmê zorê pêkanîn maye. Nebe jî nabe. Yanî li Tirkiyeyê yan ew ê guhertinek pir bingehîn, heqeten rêya çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe, yan jî AKP bi vî şêwazî çi ji destê wan heye weke faşîzm, dîktatorî zêdetir pêş bixîne û pêk bîne. Yanî rewş ev e. Derveyî vê ti reng û riyeke navîn, rêya sêyemîn tiştê wisa nemaye. Nakokî pir dijwar in. Em mêze dikin derveyî kesên serê xwe ji AKP’ê re tewandî û yên desthilatdar kesên ku dewletê razî û demokratîk xwe bi rêxistin bike û baxive, xwedî çalak be li Tirkiyeyê ne mimkûn e. Darbeya Kenan Evren dijwar bû, lê mirov dide hemberî hev. Esas ti ferq tune, heta mirov dikare bêje li ser navê dîktatoriyeke sivîl ji faşîzmeke leşkerî hê xetertir û dijwartir li ser Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin. Ji niha ve bi deh hezaran însan hatine girtin, tenê yên siyaseta demokratîk û weke Kurd 6 hezar derbas bûne. Hema bêje bi qeyûmê dest danî ser hemû şaredariyên HDP’ê, hevşaredar girtin, hevserokên partiyê û wekîlên wan girtin. Yanî navê vê derveyî faşîzm û dîktatoriyê tiştekî din nîne. Emrekî vê dîktatoriyê, wexteke wê ew ê hebe. Heta ku derê ew ê biçe. Lê mirov bizanibe ku ev rewşa heyî esas ji zeîftiya desthilatdariya faşîzma AKP’ê jî diyar dike. 

Eger rê û rêbazeke AKP’ê hebûya li hemberî û mirovahiyê bi hukmê zorê û bi awayekî vekirî ew ê desthilatdariya xwe nemeşanda.wêmek ew jî neçar maye û zeîf e. Lê di vê derê de tiştek pêwîst e tabî. Di vir de tiştê mirov pê diêşe yan jî girîng çi ye?Li hemberî faşîzmê eniyeke berxwedan û demokratîk, hemû hêz mil bidin hevdû, xwe bi rêxistin bikin û bi her şêwazî li hemberî faşîzmê di nava têkoşînekê de bin. Ya kêm ev e. Gelê Kurd li ber xwe dide, hewldanên hinek kesayet û saziyan li aliyê Tirkiyeynê jî heye. Lê diyar e ku kêm dimîne û têrê nake ku ew desthilatdariya AKP’ê zûtir ber bi hilweşandinê ve biçe. Ez dikarim vê bêjim, ev dîktatorî û faşîzma AKP’ê nayê wê wateyê ku ew ê demdirêj be yan jî ev hêz û xurtbûna AKP’ê ku heqîqeta AKP’ê dide berçavan. Berovajî wê di nava xwe de nakokî hene, ew ê bin bikeve yanî tiştekî diyalektîk e. Mesele li ser navê Fethullah çi rewşenbîr, rojnameger, kesên sivîl, karsaz û cuda cuda sazî û sivîl hatin girtin. Baş e, lê Fethullah Gulen û AKP bi hev re jiya, bi hev re bûn desthilatdar, heta di hembêza hev de mezin bûn. Yanî ne mimkûn e di nava AKP’ê de yanî di nava lingê siyasî de Fethullah Gulen nebe. Li hemû deran akademisyen, rojnameger, karsaz, aborî digirin davêjin zindanan û mehkeme dikin. Lê lingê vê yê siyasî veşartiye û dernaxin. Lingê wê yê siyasî Erdogan bi xwe ye, AKP bi xwe ye. Niha birastî biçin ser AKP ew ê ji hev belav bibe. Belkî bi dehan wekîlên wan û şaredarên wan têkiliyên wan bi Fethullah Gulen re heye û şirîkê hev in. Lê AKP ser vê digire û cesaret nake ku biçe ser. Birastî biçe ser, ew ê nakokiyên wan derkevin. Ew ê derkevin jî. Ne tenê îro mirov demdirêj mêze bike bi hukmê zorê û dîktatorî îstikrar çênabe.Hemû dîktator, faşîzm li ser navê îstikrarê hereket dikin û hêza xwe, zexta xwe bi kar tînin.Ew di heman de li dijî xwe bingehekî berxwedanê û rêxistinê jî ava dikin. Tirkiye niha di vê pêvajoyê de ye. Ez di wê baweriyê de me, pêşeroja AKP’ê ew ê xerab be.

‘EGER EW ZINDÎ Û MIRIYÊN ME QEBÛL NEKIN, EM JÎ YÊN WAN QEBÛL NAKIN’

Faşîzma AKP’ê teyisandina wê li ser civakê jî heye. Li wê rsimê gerîlayê HPG’ê Recep Karataş di şerke wê rsimê de jiyana xwe ji dest da û ji ber ku malbata wî Îzmîrê bû ew li wir hat definkirin. Lê piştre gelê wê derê pankarta ku “Em ne miriyên we ne jî saxên we dixwazin” vekirin û meşiyan.Li ser vê yekê gerîlayê HPG’ê ji goristanê derxistin, derveyî bajêr veşartin.Ev yek ne rewşeke xeter e?

Ji xeteriyê zêdetir, esas hovîtiyeke ku mirov nikare behsa wê bike. Hovîtiyek e, faşîzmek û şovenîzmek e ku ewqas di asta herî jor de di rojeva Tirkiyeyê de ye. Yanî eger yek kesê şehîd weke gerîla be jî, eger mirov li hemberî cenazeyên şehîdan ewqasî bê rêz e, ji vê yekê dewleta Tirkiye berpirsyar e. Eger ew faşîstên sivîl û yên rêxistinkirî li hemberî cenazeyê şehîdên gelê Kurd, HPG’ê û yên li ber xwe didin û dibêjin ne miriyê we, ne zindiyên we em qebûl nakin, eger wisa dibêjin ew zihniyet esas tunebûna desthilatdariya AKP’ê û dagirkeriyê ye.Dêmek dagirkerî di vir de winda kiriye.Encax bi vê hovîtiyê li ser piyan dimîne û faşîzm di heman demê de binê zemîna xwe dikole.Faşîzma AKP’ê rewşeke wisa derxistiye holê.Psîkolojiya civakê wisa bi rêxistin kiriye. Niha faşîzma AKP’ê ewKamara şovenîzma Tirkiyeyê xurt kir, geş kir, bi rêxistin kir. Ji destê wan bê her Kurdekî serê xwe ji wan re natewîne bifetisîne, bikujin, tune bikin, tasfiye bikin.Esas ew zihniyeta îro dibêjein ne miriye we, ne jî zindiyên we qebûl nakin, ne tiştekî nû ye. Mirov li dîrokê mêze bike dema serhildana wê rsim, Şêx Seîd, Agirî jixwe qelemşor û siyasetmedarên dagirkeriyê hertim ev tişt gotine. Yek caran gelê Kurd nekirina şûna mirovan, yek caran bi rûmeta wan lîstin e û qebûl nekirine. Weke di komkujiya wê rsimê de dibêjin, di şikeftan de weke mişkan mirov ketine wê derê roj bi roj bên tunekirin.Eynî zihniyet îro bi destê AKP’ê zindî tê rêxistinkirin.Erdogan jî serkêşî û pêşengtiya vê dike.Ya muhîm çi ye? Mirovahî vê qebûl nake, gelê Kurdew ê hîç qebûl nake. Ev bi rûmet û kesayeta mirovahiyê lîstin e. Weke xeteriyek mezin e. Ev di hundirê de xwe de bibe sedema serhildanê û ruhê tolê bikelîne.Kîjan wextê û çawa di serê dîktatoriya AKP’ê de biteqe ne diyar e. Lê xeter e tabî.Civaka şovenîst a Tirk û civaka Kurd tînin hemberî hevdû.Di vê nuqteyê de jî gelê Kurd winda nake.Yê winda bike desthilatdariya dagirker e. Gelê Kurd çi winda bike. Jixwe gelê bindest e, tenê têkoşîna azadiyê dide. Ji bo şer di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de dernekeve, tevgera me hertim pêşiya vê girt. Me tim dubare kir ku ti pirsgriêkan civakan û gelan bi hev re tune, dagirkerî sedema pirsgirêkan e. Dîsa em di vê baweriyê de ne. Eger wisa biçe,û eger ew zindî û miriyên me qebûl nekin, em jî yên wan qebûl nakin. Gelê me jî ew ê li hemberî wê xwedî bersiv be. Fatûreya wê ya pir giran ew ê ji AKP’ê û Erdogan bê standin. Ew ê rojekê hesabê vê li dada Tirkiyeyêû navneteweyî bidin û ew ê nikaribin xwe ji vê rizgar bikin. Sûcên wan giran e, zexta wan pir dijwar û faşîst e. Helwesta me, ya gelê Kurd û kesên azadîxwaz, hêzên demokratîk jî di wê astê de wêxwedî têkoşîn be.

‘LI HEMBER RÊBERTIYA ME Û GELÊ ME LI HEV KIRINE’

Niha di rojeva Tirkiyeyê de sîstema Serokatiyê heye.AKP û MHP li Tirkiyeyê sîstemê diguherînin.Di avabûna Komarê de Kurd û Oldar hatibûn vederkirin.Niha jî Oldar di nava sîstemê de dixwazin cihê xwe saxlem bikin û dîsa Kurd tên dûrxistin.Ev yek rewşeke çawa bi xwe re derdixîne holê?

Ev jî zihniyeta dagirkeriyê ye ku rastiya gelê Kurd qebûl nedikir, red dikir. Wexta Kurdan serî hildida ji bo rûmet û kesayeta xwe bi her şêwazên hovîtiyê tune dikirin, dipelçiqandin. Îro jî eynî zihniyet e. Destpêkê di avakirina komara Tirkiyeyê de ev zihniyet cihê wê hebû. Mesele cih nedidan gelê Kurd.Xapandin tabî. Gotin ev komara gelê Kurd û gelê Tirk be, hevbeş be. Em bi hev re têde cih bigirin.Gelê Kurd jî bawer kir. Eger di destpêkê de weke di avakirina komarê de gelê Kurd piştgirî neda, li ber xwe neda ev komar ew ê hebûya yan jî nebûya ev pirseke cuda ye. Lê cih nedan Kurdan. Xapandin, yek û yek hinek kes kişandin meclisa dagirker û li wê derê jî yek û yek xeniqandin, sirgûn kirin, tune kirin. Yanî dîroka wan reş e. Ti sedem tune ku mirov jê bawer bike, yan jî bi guman nêz nebe yan jî wê zihniyeta dagirker ji ber çavan derxe. Îro jî eynî tişt e. Îro jî AKP û MHP esas koalîsyon in.Ji aliyê îdeolojîk ve ji hev ne dûr in, yek in.AKP weke zihniyeta Osmanî, Erdogan kevneperestiya olî û neteweyî kiriye yek. Di asta herî bilind de bê exlaq û dijwar temsîl dike. 

MHP jixwe tê zanîn, partiyek nijadperest û şovenîst e. Koka wan esas yek e. Ji aliyê îdeolojîk ve jî ji hev ne dûr in, hev temam dikin.Siyaseta Tirkiyeyê dibêjin ya desthilatdarî û muxalefet heye. Ev hemû weke perdeyeke şanoyê ye, hevdû îdare dikin. Tiştekî wisa tune. Ev komar, ev dewlet çawa tê rêxistinkirin û avakirin, ji Fethullah Gulen bigire û ji serê deh salan carekê weke darbeyên leşkerî pêk dihat tê zanîn. Lê îro jî pêwîst nabînin ku xwe weke muxalefet jî diyar bikin. Rast e rast koalîsyon in.AKP û MHP bi hev re desthilatdar in. Ya muhîm ev li ser çi li hev dikin.Pir diyar e ku li ser meseleya Kurd li hev kirine.hêpirtir û hin bêexlaq bi şêwazekî hovîtî biçin ser gelê Kurd. Qirkirin û zextên xwe pêş bixin.Gumanên me hene û tiştekî pir xeter e, naxwazim bînim ziman jî.Dibe ku li ser rastiya Rêber Apo jî li hev kiribin. Gelê me ew ê hişyar me tabî. Mesele Erdogan dubare dubare behsa îdamê dike.Em dizanin MHP li dijî sîstema serokatiya komarê bû. Lê di hin xalên esasî de li hev kirin. Xalên MHP’ê yên esasî çi ye?Serokatiya me û tevgera me ye.Dibe ku di van nuqteyan de jî li hev kiribin.Ev pir xeter e tabî. Li hemberî dîrokê ev zihniyet çi ji gelê Kurd, gelê Tirk û mirovahiyê re bîne û bibe ne diyar e. Lê em dizanin di serê wan û mejiyê wan de muheqeq tiştên wisa derbas dibin. Tabî kî hebûna tevgera me û rêxistinkirina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, têkoşîna tê dayîn dema mirov dide berçavan, şert û zirûf ne weke berê ne. Dagirkerî berê pir rehet bû. Ha te sed pez qetil kiriye ha te komkujî li ser pêkanî ye. Lê îro yê ku hesab jê bixwazin heye, îrade heye, rêxistin heye. Ji bo ku karibe bike cesaret dixwaze. Bersiva wê ew ê pir cuda be. Yanî kevir li ser kevir namîne, Tirkiye careke din ew ê hîmê wan xera bibe, ew cuda. Lê em bizanibin ku di serê wan de derbas dibe. Hemû hesabên lihevkirine weke koalîsyona MHP û AKP’ê em baş bizanibin ew ê ji bo çi be. Ji MHP’ê herhalde tu kes tu demokrasiyê hêvî neke.Çi ye? hê jî tunekirina tevgera azadiyê, şikandina îradeya gelê Kurd û hesabên li ser Serokatiya me ne. Em hişyar dikin, ev tiştekîpir xeter e. Ne Erdogan, ne Bahçelî, ne AKP, ne MHP dewleta Tirkiyeyê bi giştî nikare ji bin rabin, herhalde ew ê nekevin şaşîtiyek wisa bike.

Dewleta Tirk piştî Cerablûsê xwest ku bikeve Babê, lê hê jî nikarin bikevin Babê. Di ser de jî 2 leşkerên artêşa Tirk ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin girtin. Berê jî leşkerekî Tirk ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû girtin. Bêdengiya di vê mijarê de hûn çawa dinirxînin?
Wikileks çend roj beriya vê di der barê Berat Albayrak de hin belge weşand. Têkiliyên wî yên bi DAÎŞ’ê re pir eşkere ne. Neft, petrol firotine, bazirganiya wê pêşxistine. Ev hemû bi belge ne. AKP pir destek da DAÎŞ’ê. Dîsa sedem çi bû? Statuya gelê Kurd çawa bê tunekirin. Heta dawî jî alîkar bûn.Lê mêzê kir ku bi DAÎŞ’ê nikare rê li pêşiyê bigire. Berxwedana gelê Kurd ya li hemberî DAÎŞ’ê heqeten encam girt û DAÎŞ nikarî. Li gel vê li ser dewleta Tirk hinek zext çebûn ji aliyê siyaseta navneteweyî, teşhîr bû.Pir vekirî îro weke berê destek nade DAÎŞ’ê.Belkî lokal li hin herêman tên hemberî hevdû weke şerê wan çêdibe. Lê bizanibin dilê wan, mejiyê wan bi hev re ye. Li hemberî îrade, azadî û statuya gelê Kurd e. Bi destê AKP’ê were hê weke berê belkî zêdetir jî bi şêwazê cuda cuda bi DAÎŞ’ê re alîkar be û destekê bidê. Yek em vê têkiliya wan bizanibin. AKP mêze kir DAÎŞ nikare, ew bi xwe ket axa Sûriyê. Çiqas destek da El-Nûsra û hê jî dide Artêşa Azad cuda cuda navên wan hene tê zanîn û DAÎŞ’î ne.

‘KÎ LI HELEBÊ ENCAM BIGIRE LI SER SIYASETA SÛRIYÊ DIBE XWEDÎ BANDOR, DESTÊ WÎ XURT DIBE’

Vana nikarîbûn encamê bigirin.Wê wextê rast e rast artêşa dagirker a dewleta Tirkiyeyê bi xwe ket axa Sûriyê. Dagirkeriya wan li ser axa Sûriyê jî meseleyek cuda ye. Ew xwe weke qehremantî diyar dikin, lê em baş dizanin eger dewleta Rûsya rê neda, bêdengiya Amerîka nebûya, heta rejîm ewqas bêdeng nebûya dewleta Tirkiyeyê nikarîbû biketa axa Sûrîyeyê. Ti qehrementiya wan tune, jê re rê vekirin û ew jî ketinê. Lê hesab hene, bêguman li ser axa Sûriyê û meseleya Kurd.Bêdengî ji kû tê?Heleb girîng e. Esas şerê dijwar li Helebê diqewime.Heleb weke dilê Sûriyê ye. Kî li Helebê encam bigire li ser siyaseta Sûriyê hinekî xwedî bandor be, destê wî xurt dibe. Amerîka jî daxuyaniyek da eger Rûsya wisa hesab dike ew ê şaş be. Heleb bikeve destê min ez ê bi giştî li ser Sûriyê xwedî bandor bim, bila hesabên wisa nekin. Yanî li hemberî hev in.Di vê navberê de dewleta Rûsan û Tirkiyeyê li hev kirin ev pir diyar e. Weke aliyê aborî, bazirganî. Hinekî rê da wan DAÎŞ li Babê. Bab ji bo DAÎŞ’ê muhîm e. Weke nefes û korîdora wan Reqa, wê ra Zorê wekî din çare nemaye. Dixwaze wir bigire û bernede.Dewleta Tirkiyeyê xwest bikeve, hewldanên wan hebû. Tabî hesabên wan tam weke plan kirin nemeşiya. 
Beriya her tiştî YPG, YPJ, QSD hêzeke li milê Efrîn, bakurê Helebê.Hema hêsan nikarîbû dewleta Tirikyê pêş de biçe. Tabî li wê herêmê hesabên Hizbullah, Îran heye, rejîm ew ê nexwaze Bab bikeve destê dewleta Tirkiyeyê. Ji bo vê dewleta Tirkiyeyê mêze kir hinek xeterî heye weke plan kir tam pêk nehat. Li derdora Babê ye, lê nikare bikevê.Car caran bi DAÎŞ’ê re tê li hemberî hev.Hema wisa ye.Niha Bab bûye weke cihekî stratejîk.Her kes dixwaze bikeve wê derê, weke plan di rojeva her kesî de ye.Dewleta Tirkiyeyê xwest bikevê, DAÎŞ li ber xwe da.Çend hewldanên wan çêbûn, DAÎŞ’ê bersiv da wan. Çendek ji wan girtin. Gelek darbe jî li wan xistin. Li gorî di çapemeniyê derketiyê li rojavayê Minbîcê QSD’ê jî darbe li wan xist.Yanî diçe û tê.Herêmek zêde tevlihev e û zêde hesab li ser herêmê hene.Çawa bibe hê ne diyar e.

Di van deman de behsa operasyoneke muhtemel ji bo Herêmên Parastina Medyayê tê kirin. Li hemberî Herêmên Parastina Medyayê operasyonek pêk bê, ew ê rewşeke çawa bi xwe re derxîne holê?

‘EGER TIRKYE XWE ŞAŞ BIKE Û CESARET BIKE, WÊ DERBEYÊN JI ZAPÊ HÊ GIRANTIR BIXWE’

Hesabê wan ew ê hebe. Ji beriya niha jî ketin nava hewl danên wiha, ne cara yekem deh caran, bîst caran êrîşên wan li ser Herêmên Medyayê çêbûn. Êrîşên hewayî hem bi obûs û top, hem jî bi leşkerên xwe jî pir caran ketinê.hêjî li wan deran e, tank û topên wan li Başûr bi cih bûne. Lê encam li ber çavan e, dewleta Tirkiyeyê ti carî nikare encam bigire.Her ketiye Başûr, darbe xwariye û derketiye. Herî dawîn dema Yaşar Bûyûkanit êrîşa Zapê tê zanîn pir bi nav û deng e. Esas stratejî li wir plan kirin û bi rêxistin kirin. Amerîkayê jî destek dayê.Gotin em ê esas îradeya PKK’ê, gerîla bişkînin.Bi vî hesabî û biryarê êrîş birin ser Zapê. Lê tê zanîn 9 rojan karî li ber xwe bidin, herî dawîn Yaşar Bûyûkanit got me bê xeter hêza xwe kişand. Ev weke serkeftinekê diyar kiribû, rewş wisa ye. Muhîm ev e tabî di roja îro de pêşketinên li Rojhilata Navîn li çar parçeyên Kurdistanê hene. Eger artêşa dagirker bikeve Başûrê Kurdistanê û taybet jî herêmên Medyayê wateya vê çi ye?Axa Kurdistanê tê dagirkirin yanî Başûrê Kurdistanê.Mesele ne tenê HPG an jî PKK ye.

Axa Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve tê dagirkirin.Çi muhîm e? Bêguman gerîlayên Kurdistanê û HPG’ê ew ê bersiv bide û li ber xwe bide. Muhîm gelê me yê Başûr êrîşek wisa li ser Herêmên Parastina Medyayê hebe weke li ser xwe bigire dest û wisa bibîne. Weke mala wan, erda wan, zeviya wan, rûmeta wan yanî êrîş li ser axa Kurdistanî û li ser Başûr e. Siyaseta Başûrê Kurdistanê, rêxistinên Başûrê Kurdistanê û muhîmtir gelê me li hemberî vê dagirkeriyê xwedî helwest be û li ber xwe bide. Artêşa Tirkiyeyê li Başûr nikare bimîne. Têkoşîn bide û gerîla jî alîkar be. Hikûmeta Herêmê jî xwedî helwest be. Dibe ku di navbera rêxistinên gelê Kurd de hin pirsgirêk hebe. Car caran hevdû fêm nakin, hinekî nakokî jî hebe. Lê ev di encamê de pirsgriêkên navxweyî ne. Rê û rêbazên wan hene ku dikare çareser bikin. Bi hev re baxivin, hevdîtinan çêbikin, muzakere bikir.Ya xeter çi ye?mirov hêza xwe ji hêzên derveyî Kurdistanê bigire, xeterî di vir de ye. Gelê Kurd vê qebûl nake, divê tu kes tenazûlî vê jî nekin. Ne PKK, ne KDP, ne jî kesekî din. Hişyarî di vir de girîng e. Dibe ku hesabên dewleta Tirkiyeyê li ser herêmê, cihê gerîla û Başûrê Kurdistanê hebe. Mirov bi perspektîfek teng nefikire.Yanî dewleta Tirkiyeyê tenê êrîş bike ser herêma gerîla.Herêmên gerîla di heman demê de axa Kurdistanê, axa Başûrê Kurdistanê ye.Wateya vê dewleta Tirkiyeyê êrîş dibe li ser Başûrê Kurdistanê. Wisa wexta mirov bigire dest ya rast ev e. Wê wextê yên ku li ser axa Başûrê Kurdistanê dijîn rengê wan û navên wan her çi be li hemberî dagirkeriyê xwedî helwest bin, hevdû bigirin, mil bidin hevdû û bêbersiv nehêlin dewleta Tirkiyeyê ya dagirker. Nêzîkbûn pêwîst e wisa be. Mînak, li herêmekê artêşa Tirkiyeyê ket Başûrê Kurdistanê dibêjin herêma gerîla. Li kîjan herêmê hewl bide bikevê, ew ê gerîla jî hewl bide darbeyê li wan bixe. Ev şer li Başûr ew ê xeteriyekê bi xwe re bîne, ew ê giran be. Mirov rê nede vê yekê.Dewleta Tirkiyeyê çiqasî cesaret bike em nizanin. Em di wê baweriyê de ne eger şaşîtiyek wisa bike û cesaret bike, bersiv weke Zapê, heta ew ê hê girantir be, darbeyê hê mezintir bixwe. Gelê me yê Başûr, em bawer in siyasetmedar, rêxistin heta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ew ê xwedî helwest be û bê bersiv nehele.

“LI TIRKIYEYÊ NAKOKIYÊN DIJWAR HENE, NIKARE VÊ ÇARESER BIKE Û DIXWAZE DERBASÎ WELATIN DIN BIKE’

Dewleta Tirkiyeyê di polîtîkaya xwe ya derve de tenê maye. Têkiliyên wê bi Yekitiya Ewropayê û dewletên cîranan re qet ne baş e. Ev yek bandoreke çawa li ser Tirkiyeyê dike?

Dîktatorî hinekî wisa ye. Çavên wan sor bûye. Her tişt ji bo Erdogan û hikûmeta AKP’ê desthilatdariya xwe xurtkirin û parastin e. Careke din sîstema xwe jinûve li gorî xwe ava kirine. Ji bo vê çi pêwîst be wê dikin. Yanî derdorên wan, cîranên wan, dewletên din, siyaseta navneteweyî çiqasî ew qebûlkirine pir ne xema wan e. Vana li hemberî dîrokê, mirovahiyê ne xwedî rol in jî esas. 
Mirov dema li dîrokê û mirovahiyê mêze dike siyasetmedar hene ji bo demokratîkbûna civaka xwe, standartên jiyanê bilind bikin, aboriya xwe xurt bikin, têkoşîn didin, rîsk didin berçavan û li hemberî dîrokê, civaka xwe û mirovahiyê xwe berpirsyar dibînin. Niha siyaseta Tirkiyeyê, Erdogan û AKP’ê ne wisa ye.Hemû talanker in, berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin.Weke perspektîf û berpirsyariyeke dîrokî tune.Ew ê çi bikin, çawa destihlatdariya xwe li ser piyan bihêlin û xurt bikin. Ditirsin jî.Ji çi ditirsin? Evana ew ê bên dadgehkirin, hesabê bidin heye. Dixwazin heqeten pêşiya wê bigirin. Ji bo vê her tiştî didin berçavan. Niha AKP li derdora wan, dewletên cîran û siyaseta navneteweyî têkiliyên wan bi kê re baş in.Bi Rûsan re demên dawîn hinek pêşxistine.Tawîz li ser tawîzê dan Rûsan.Ji ber ku veşartî ye, kes nizane çi pêşkêş kirine.Ew jî bi temamî li ser mesela bazirganî û aboriyê ye. Yanî aliyê exlaqî, siyasî tiştekî wisa tune jixwe.Derveyî vê mirov mêze dike bi hemûyan re di nava nakokiyê de ye.Esas siyaset çiye?Di hundirê xwe de çawa faşîzmek heye li Tirkiyeyê, nakokiyên dijwar hene û nikare çareser bike.Eynî tişt derbazî derve dike. Rola dewleta Tirkiyeyê ev e. Nakokî û faşîzm û dagirkerî ji Tirkiyeyê derbazî derveyî welat bike. Dixwaze derbazî Iraqê, Sûriyê bike.Eger bikaribe bi giştî derbazî Rojhilata Navîn bike.Bi vê zihniyetê li hemberî nirxên mirovahiyê û hinek standartên demokrasiya Ewropa li ber xwe dide.Dengê xwe bilind dike. Ev faşîzmek e, kes vê qebûl nake, kes bi vê ne kêfxweş e. Kes nabêje ev faşîzma AKP’ê ya dewleta Tirkiyeyê ji bo me jî baş e. Mêze dikin ji ku bigirin dest xeterî ye, destê wan dişewite. Faşîzm e, zext e, red e û qebûlnekirinek heye. Ev ew ê hertim wisa neçe. Her roj nakokiyên wan ew ê zêde bibin û derfetên wan ew ê kêm bibin. Hem siyaseta navneteeweyî hem jî di nava Tirkiyeyê li hemberî vê faşîzma AKP’ê ew bêdengî li şûna xwe helwest û têkoşînekê bi xwe re bîne. Ji bo vê rewşa AKP’ê em baş nabînin. Em bizanibin ku hemû dîktator û faşîzm wisa ne. pir xurt tên dîtin, lê esas ew faşîzma wan sedem ew e ku derveyî hukmê zorê çare tune. Ev jî heta derekê ye.

‘DEWLETA TIRKIYEYÊ TAWÎZ DIDE RÛSYA, RÛSYA JÎ JI VÊ ÎSTIFADE DIKE’

Piştî xistina balafira Rûsan ji aliyê Tirkiyeyê ve têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê yên niha hûn çawa dibînin?

Em dişopînin, hê jî serokwezîrê dewleta Tirkiyeyê û heyeta wan li Rûsya ne, dibêjin me pir xalan di warê aborî û ticarî de li hev kirine. Dewleta Tirikyê tawîz dide Rûsya.Rûsya jî ji van îstifade dike.Belkî Rûsya mesela endambûna artêşa Tirkiyeyê NATO bike rojev, nîqaş bike yan jî dewleta Tirkiyeyê hinekî ji siyaseta Amerîka û Ewropa hinekî dûr bixe.Hesabên wisa jî belkî hene. Dewleta Tirkiyeyê û AKP jî belkî peyameke wisa bide Ewropa û Amerîkayê.Lê ev hesabên erzan in. Encam dewleta Tirkiyeyê nikare NATO derkeve.Ji Ewropa jî nikare derkeve.Jiber ku ji aliyê bazirganiyê ji sedî 60 hemû danûstandin, têkiliyên wan ên ticarî bi Ewropayê re ne. Bi Rûsan re ji sedî pir kêm dimîne. Ew hinekî zehmet e lê dixwazin weke peyam bidin, xwe xurt diyar bikin, di aliyê aborî de xwe hinekî kom bikin. Bi giştî ticarî ye. Lingê wê yê siyasî di çi astê de hebe mirov nikare tiştekî bêje. Li ser Sûriyê mesele em bêjin.Ev dewletên mezin in tabî, berjewendiyên xwe di ser her tiştî û beriya her tiştî digirin.

‘DIVÊ RÛSYA TI CARAN JI DURÛTÎ Û BÊKESAYETIYA FAŞÎST A AKP’Ê BAWER NEKE’

Hesabê dewleta Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê û li dijî Beşar ew ê çiqas gav paşde bavêjin û bi Rûsan re li hev bikin. Dewleta Tirkiyeyê ti tawîz nemaye ku nede.Dibe ku li hev bikin jî.Lê em dikarin vê bêjin. Rûsya lazim e ti caran durûtî û bêkesayeta faşîst a AKP’ê bawer neke. Li ser vî esasî helwesta xwe li hemberî gelê Kurd ya ku heta niha biparêze û nekeve şaşîtiyan. Dewleta Rûsya dema sosyalîzma reel jî ev rastî nedît, li hemberî siyaseta navneteweyî bêhêz bû. Pêwîst e îro eynî şaşîtiyê dubare neke. Gelê Kurd di Rojhilata Navîn de îradeyek e. Îradeyek demokratîk e, hêzek e. Ne mimkûn e derveyî vê îradeyê û hêzê siyaseta li Sûriyeyê, Tirkiyeyê bê dîzaynkirin. Em bawer in Rûsya ev ê vê rastiyê bibîne. Yanî ji siyaseta Tirkiyeyê bandor nebe, nêzîkbûna xwe û siyaseta xwe li ser gelê Kurd û taybet li ser Rojava neguherîne. Hinek dostanî, danûstandin bi Rojava û gelê me re çêbû. Gelê me jî bi vê kêfxweş e. Ev parastin muhîm e ji bo gelê Kurd, dewleta Rûsya û civaka Rûsya. Ez vê bêjim Kurd windakirin bi kesî nade qezenckirin. Ji vir şûnde li Sûriyeyê û Rojava rastiya gelê Kurd, şoreşa gelê Kurd û pêwîst e bê dîtin û bê qebûlkirin. Eger derveyî vê be, ew ê ne rast be. Em bawer nakin şaşîtiyek wisa jî bibe.

‘EW WÊ TAWÎZÊ NEDIN DEWLETA TIRKIYEYÊ Û FAŞÎZMA AKP’Ê’

Di hilbijartinên Amerîkayê de Trûmp bi ser ket.Ev yek wê bandoreke çawali ser siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bike?

Hinek nîşane hene, mirov nikare tam tiştekî bêje. Partiya Trûmp hinekî radîkal e. Dîrokek wan a wisa heye. Hîmê Rojhilata Navîn ji dema Sedam vir ve wan leqand. Sedemên cuda cuda ji xwe re peyda kirin, lê leqandin. Esas berdewamiya wê ye ev. Careke din dixwazin berjewendiyên xwe ji aliyê siyasî, aborî dîzayn bikin, jinûve rêxistin bikin û ava bikin. Ev hewldan û têkoşîn heta niha tê dayîn. Ji vir û şûnde ew ê çawa bikin. Guherîna siyaseteke bingehîn texmîn nakim. Ez bawer im eynî siyaset belkî hê radîkal bê meşandin. Wê xwedî îstikrar û xwedî biryar bê meşandin. Ez wisa texmîn dikim.Tawîzan nedin weke DAÎŞ, Nûsra, Qaîde û hêzên wisa.Ew ê hê dijwar bi ser wan de biçe. Ji bo vê ew ê tawîzê nedin dewleta Tirkiyeyê û faşîzma AKP’ê jî. Tabî têkiliyên wan ên dîrokî, aborî, NATO, leşkerî tê zanîn. Lê Erdogan û faşîzma wan her tiştî ew ê nikaribe bi Trûmp bide qebûlkirin. Ez di vê qenaetê de me. Esas li Başûrê Kurdistanê wexta partiya komarê Bush û wan, statuya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hat avakirin. Ji wê demê têkiliyêk heye. Îro jî li ser axa Sûriyê li Rojava Kurd li ser piyan e, heqeten têkoşîna mirovahiyê li hemberî DAÎŞ û zilma wan xurt daye gelê Kurd bû. Ev tê zanîn.Peyamên wan di vê nuqteyê de hinekî erênî tê dîtin. Em bawer dikin guhertinên bingehîn ên ciddî çênebin. Belkî hê xwedî biryar, radîkal ev siyaset bê meşandin.

‘BI RIZGARKIRINA REQA Û MÛSILÊ ÊDÎ EMRÊ DAÎŞÊ TIJÎ DIBE’

Operasyonên rizgarkirina Reqa û Mûsilê di rojevê de ne. Encamên hemleya Mûsil û Reqayê girîng in. Ev yek bandoreke çawa li ser dewleta Iraq, Sûriye, Tirkiye û DAÎŞ’ê bike?

Tabî DAÎŞ li serê her kesî bûye bela. Hinek kesan jî xwestin wê rêxistin bikin. Di serî de dewleta Tirkiyeyê û AKP’ê.Lê wexta wê hatiye û dema xwe tijî kiriye.Êdî bi rizgarkirina Mûsil û Reqayê mirov dikare bêje DAÎŞ’ê emrê xwe tijî kiriye. Belkî dîsa bi şêwazekî hebe. Lê ew ê ne rolekî esasî be li ser rastiya Rojhilata Navîn. Beriya her tiştî mirovahî ji vê rêxistine faşîst û çete xwe xilas dike. Tiştekî baş e. Di serî de gelê Kurd, civaka me Êzîdî û hemû mirovahî.Lê em vê bizanibin rola ku daîmî ya DAÎŞ’ê çi bû?Lingê wê yê esasî yek jî îradeya gelê Kurd şikandin bû. Heqeten DAÎŞ ev rol lîst. Lê nikarîbû encam bigire.Mirov dikare vê bêje. Li ber tunebûnê şer an jî rola wê ew ê dakeve jêr. Ji bo gelê Rojhilata Navîn, gelê Kurd taybet Rojava, gelê Ereb, Asûrî, Sûryan, Çerkez, Tirkmen xeteriya herî mezin dewleta Tirkiyeyê ye. Derveyî dewleta Tirkiyeyê yê ku Rojhilata Navîn dagir bike û dagirkerî pêş bixe, rêxistin bike, li hemberî îradeya gelan, olan xwedî helwxest be, têkoşîn bike kes tune. Dewleta Tirkiyeyê ye.Xeteriya herî mezin cih diguhere.Dewleta Tirkiyeyê xwest bi DAÎŞ’ê bi vê rolê bilîze, nebû. Niha ew ketiye dewreyê. 

‘NIHA XETERIYA HERÎ MEZIN TIRKIYE YE’

Ji vir û şûnde dewleta Tirikyê xeter e. Jixwe îro li ser Iraqê ji Başîqa bigire li hinek herêmên dixwaze xwe bi cih bike û hêza wan heye. Lê nikarin, ew cuda.pirtişt digotin, em ê biçin Şengalê, em ê biçin Telafer nizanim çi. Tu biçî Telafer, wateya wê tu bi dewleta Îran û Iraqê re bikeve nava şerekî.Tu nikarî vê bike.Diaxive, lê nikare bike.Lê xeter e. Ev mesele şîa, dewleta Iraq û her kes dizane.Li ser Sûriyê mirov mêze dike, çi mafê dewleta Tirikyê û artêşa dagirker heye ji Cerablûs bigire heta Ezazê dagir kiriye û hê jî dixwaze pêşde biçe.Mafê wan tune. Ev tê wê wateyê ku gelê Ereb ji vê razî be û qebûl bike. Ma hîç mimkûn e. Îro gelê Ereb zexta Osmanî dizane. Ji bo vê hesasiyeta wan heye û ne razî ne. Li Cerablûs çend roj berê li hemberî artêşa dewleta Tirkiyeyê meş li dar xistin û nerazîbûn nîşan dan. Esas dikele li hemberî Tirkiyeyê.Mafê wan tune li ser axa Sûriyeyê xwe bi cih bikin, lê hene.Li ser Rojava zexta xwe diyar dikin. Lê ji bo ku li Rojhilata Navîn zihniyet û çanda demokratîk pêş nekeve, guherînên demokratîk pêş nekevin, taybet jî gelê Kurd ne xwedî statu be ji bo vê çi ji destê dewleta Tirkiyeyê bê li şûna DAÎŞ’ê ew ê bike. Ji vir şûnde xeteriya herî mezin cih guhert, êdî dewleta Tirkiyeyê ye.Pêwîstî bi çi heye? Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê hemû civak û hemû dewlet jî esas mesela Iraq, Sûriye, Îran vê qebûl nake, Başûr jî ew ê vê qebûl neke. Civakên me jî qebûl nake.Li hemberî vê neheqî û dagirkeriya Tirkiyeyê her kes xwedî helwest be, nerazîbûna xew pir eşkerê diyar bike û xwedî têkoşîn be li hemberî dagirkeriya wan. Taybet jî gelê Ereb, Xiristiyan, Kurd, Çerkez.Mesele li Minbîcê civaka Çerkez, Ermen, Tirkmen hene.Ew hemû ji dîrokê vir de çawa zexta Osmanî dîtine, li hemberî kompleksa Erdogan ji vir û şûnde wêxwedî têkoşîn bin. Têkoşîna xwe hê jî pêş bixin û bilind bikin. Nakokî ji bo vê ew ê hinekî hebe. Piştî rizgarkirina Mûsil û Reqayê dewleta Tirkiyeyê ew ê hinekî di rojevê de cih bigire. Lê ew têkoşîna bê dayîn, hesabê wan ew ê vala derxe. Di wê baweriyê de me ku ew ê nikaribin encamê bigirin. 

‘TIRKIYE NIKARE BIKEVE MINBICÊ, NE MIMKÛN E, XEYALEK E’

Operasyona Reqayê di rojevê de ye. Êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Minbîc û Babê gelo ew ê bandorê li ser operasyona Reqayê neke? Di heman demê de li hemberî van êrîşên dewleta Tirkiyeyê hûn helwesta hêzên koalîsyona navneteweyî, Rûsya û Sûriyê çawa dinirxînin?

Li gorî em dişopînin dewleta Tirkiyeyê dibêje ez ê li Minbîcê YPG’ê QSD’ê ji wir derxim, weke Cerablûsê. Li gorî dîsa em dizanin meclisa Minbîca ya leşkerî û siyasî jî helwestên wan pir vekiriye. Dibêje em ê li ber xwe bidin, li ber xwe jî didin. Mesela rojavayê Minbîcê li wan gundan dewleta Tirkiyeyê pir darbeyên mezin xwarin. Herî kêm 6-7 tanKên wan hatin tunekirin.Bi dehan kuştiyên wan hene. QSD û hêzên Minbîcê yên leşkerî weke şêwazê gerîla dikare şer bike, ev yek hat dîtin. Dewleta Tirkiyeyê har dibe ji ber ku nikare, ne hêsan e. Tabî hêza xwe ji bêdengiya Amerîkayê û hinekî ji erêkirina Rûsan digire. Lê Minbîc ew ê nekeve destê dewleta Tirkiyeyê. Gelê Kurd, Çerkez, Ereb, Tirkmen ew ê qet vê qebûl nekin. Li ber xwe didin.Ev xeyalek e, Tirkiye nikare bikeve Minbîcê.Ne mimkûn e, xeyalek e.

Lê wexta ku êrîşên wan li ser Minbîc çêdibe, te dît QSD û hêzên leşkerî, YPG di nava şer de ne, ev yek bandora xwe herhalde li ser operasyona Reqayê bike. Gelê Kurd, Ereb yan jî hêzên leşkerî weke QSD ji du milan hem li hemberî dewleta Tirkiyeyê li rojavayê Minbîcê, derdora Babê û Helebê, hem jî li ser Reqayê ew ê giran be. Wisa texmîn dikim. Koalîsyona navneteweyî jî ew ê vê bibîne, muheqeq dibîne. Eger ji bo wan jî rizgarkirina Reqayê muhîm e, pêwîst e li hemberî ev zext û êrîşên dewleta Tirkiyeyê xwedî helwest be. Eger ne xwedî helwest be, Reqa ew ê li şûna xwe bibîne, ew ê zehmet be. Ez wisa texmîn dikim helwestek pêwîst e. Reqa jî ew ê dewam bike. Muhîm dewleta Tirkiyeyê di wir de jî winda kir.Xwe li erdê dixist îlehî di hemleya Reqayê de jî ez ê cih bigirim.Lê QSD’ê rê neda wan.Niha Reqa di rojeva QSD’ê û koalîsyona navneteweyî de ye. Ev jî noqteyek muhîm e. Ez di wê baweriyê de me hewldanên dewleta Tirkiyeyê li ser rojavayê Minbîcê û derdora Babê ew ê hebe. Lê weke Erdogan dibêje em ê biçin Babê, ji Babê biçin Minbîce, ji Minbîcê biçin Reqayê, ew xeyalek e. Ew ê nikaribe pêk bîne.

‘SERKEFTINA LI HELEBÊ NAYÊ WÊ WATEYÊ KU EW HÊZ YAN KES ÇARESER BIKE’

Niha li Helebê şer bi dijwarî berdewam dike. Tê gotin ku kî li Helebê bi ser bikeve, di heman demê li ser qedera Sûriyê ew ê xwedî gotin be. Yên ku li Helebê bi ser bikeve di rewşa îro de ewqas hêzên cuda li Sûriyê xwedî bandor in, ew ê karibe li ser qedera Sûriyê xwedî bandor be. 

Ew ê ne hêsan be. Heleb ew ê çi bibe ne diyar e. Lê diyar e ku rejîm û Rûsya li Helebê hinek encam girt, yek jî QSD li wê derê herêmên xwe berfireh kirine, herhalde hin taxên nû xistine destê xwe. Artêşa Azad ji wir derxistine, herêmên xwe fireh kirine.Kurd jî li wê derê hê xwedî hêz û xwedî derfet bûne. Eger wisa biçe Artêşa Azad û Îtilaf ew ê nikaribe li Helebê zêde li ber xwe bide. Hêza wan hêdî hêdî dakeve, ew rast e. Lê ev neyê wê wateyê ku ew ê meseleya Sûriyê, dîsa careke bi destê rejîmê weke xwestiye bê çareserkirin yan jî Rûsya tenê çawa xwestiye ku meseleyên Sûriyê wisa çareser bike, ew zehmet e. Meseleyek siyasî, civakî û bi giştî ye. Mesele Kurd hene, statuyek wan heye.Li bakurê Sûriyê weke federasyon bi rêxistin dikin.
Hewl didin ne tenê li bakurê Sûriyê ji boKurd, ji bo Erebji bo hemû Sûriyeyê. Mînak Heleb bi serê xwe weke federasyonek be. Navend Şam weke federasyonekê be. Îdlib û herêmên Ereban federasyonek be. Weke 3-4 federasyon hebe. Li ser vî esasî Sûriyeyek demokratîk û konfederal hebe. Derveyî vê çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê yên siyasî ne mimkûn e. Ji bo vê rast e li Helebê, kî li wê derê xwedî hêz be ew ê li ser siyaseta Sûriyê giştî xwedî bandor be. Lê nayê wê wateyê ku meseleyên Sûriyê jî ew kes ew ê çareser bike. Encax bi giştî rewşa Sûriyê mirov bide berçavan û careke din Sûriye jinûve ava bike. Sûriyeke demokratîk û federal û li ser federasyonan hatibe rêxistinkirin. Ji bo vê ew perspektîfa MSD’ê û ya Rojava ku Bakurê Sûriyê federasyon bi rêxistin kirin, bi rastî modelek rast e û çareserî ye. Weke navend Şam be, federasyon hebe li derdora wê. Sûriyek nû li ser van esasan bê birêxistinkirin. Eger wisa be, dibe. Mesele rejîm bêje ez xwedî hêz im, ez ê weke xwe bikim, ne mimkûn e. Kevir li şûna xwe lîstin, pir tişt hat guhertin, şensê wê tune. Rûsya bêje ez ê tenê bikim ne mimkûn e. Li ser axa Sûriyê koalîsyona navneteweyî heye û ev rastiyek e. Îradeya gelê Bakurê Sûriyê heye weke Kurd, Ereb, Xiristiyan, Asûrî, Suryan û wekî yên din. Vana lazim in li hev bikin. Bi hev re rûnin, Sûriyeke demokratîk û weke federasyon xwe çawa bi rêxistin bike. Bi muzakere vana çareser bikin. 

‘HELEB BI SERÊ XWE DIKARE BIBE FEDERASYONEK’

Federasyon heyvan mirov dikare bibîne di Helebê de.Ji ber ku kesên ji şer direvin, xwe li herêmên Kurdan bi cih dike.Mirov dikare bêje ku heyvanê jiyaneke federatîf li Rojava hatiye danîn?

Li Bakurê Sûriyeyê jixwe jiyanek li ser federasyonê heye.Mesele li Minbîcê bi giştî herêmên Bakurê Sûriye Çerkez, Ereb, Xiristiyan, Kurd sîstema van heye.Li gorî em dizanin Minbîc jî weke herêmek xweser e. Bi piranî jî Ereb e ji sedî 70’ê zêdetir.Kurd in, Ereb in, Çerkez in meclisên wan hevbeş e. Yên leşkerî û siyasî, yên îdarî dîsa hevbeş e. Xwe bi rêxistin dikin û xwe bi rêve dibin. Mînakên vê jixwe heye, milet jê hez dike moral û coş jê digire. Eynî tişt li Helebê çima nebe. Heleb bi serê xwe dikare bibe federayonek.Kurd gelekî bindest e, nirxên wan ên mirovahiyê xurt e. Ji ber vê ji her kesî re hembêza xwe vedike. Mesele Ereb û yên din di bin zexta Artêşa Azadyan jî ji yên din direvin, gelê Kurd cihê xwe didin wan, çi nan û derfetên wan hebe parve dikin. Ev heqeten tiştekî baş e û bawerî dide. Mesele niha gelê Ereb ên li Helebê gelê Kurd nas dike û jê pir hez dike. Ne weke berê ye.Biratiya wan, edaleta wan dîtin.Çawa her tiştê xwe bi hev re parve dikirin dîtin.Ew mînakek baş e li Helebê. Di navbera gelê Ereb, Kurd, Asurî, Suryanî, Xirisiyan de heqeten têkiliyek pir xurt heye.Girîngaliyê siyasî mirov bi fermîbaş rêxistin bike û bingehê wê yên qanûnî çêbike, jixwe ber bi wê ve diçe