Kongreya Neteweyî daxwaza gelê Rojhilatê Kurdistanê ye

Hevserokê KODAR'ê Fûat Bêrîtan da xuyakirin, ku derfetên heyî yên Kongreya Neteweyî ya Kurd, dikare rê li ber destketiyên mezin vekin û got, "Di rewşeke berevajî de wê dewletên dagirker xurtir bibin."

Hevserokê KODAR'ê Fûat Bêrîtan li ser banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, bendewariya gelê Rojhilatê Kurdistanê ew e, ku partiyên siyasî nakokiyên nava xwe deynin aliyekî û di bin sîwana kongreya neteweyî de li hev bicivin.

'EM DI DEMEKÊ DE KU ÇARENÛS DIYAR DIBE'

Bêrîtan diyar kir, rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê ye û got, "Li Kurdistanê derfet û xeteriyên mezin di zikhev de ne."

Hevserokê KODAR'ê Bêrîtan destnîşan kir, ku rewşa li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê, modela jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: "Ev îspat bûye. Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji bo Kurdan û gelên din ên li wê derê, destketiyeke mezin a demokratîk e. Bêguman xeteriyeke mezin li ser van destketiyan heye. Dewletên antî demokratîk ên li herêmê dixwazin vê tecrûbeya jiyana hevpar û modela demokratîk, ji holê rakin. Lewma tevî nakokiyên nava xwe jî, li dijî Kurdan ji aliyê stratejîk ve hevkariyê dikin."

'TEVÎ DERFETAN, XETERÎ JÎ MEZIN E'

Bêrîtan anî ziman, di pêvajoya heyî de derfet û xeterî di zikhev de ne û got, "AKP li dijî Kurdan şerekî piralî dimeşîne. Erdogan û dewleta Tirk hewl didin ji aliyê siyasî, civakî û parastinê ve Kurdan tine bikin. Di vê oxirê de nakokiyên xwe yên bi MHP'ê re danî aliyekî û ji her alî ve pê re bû yek."

Bêrîtan bal kişand ser dûrketina ji hev a partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ji ber krîza aborî û destnîşan kir, ku ev rewş jî rê li ber gefên mezin vedike.

Fûat Bêrîtan wekî din işaret bi nakokiyên kûr ên li nava partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê kir û da zanîn, ev yek dînamîzma têkoşînê ya Kurdan a li wir dişikîne û hê bêhtir derfetê dide Îranê ku zextê li Kurdan bike.

'KONGRE WÊ RÊ LI BER BIHARA KURDAN VEKE'

Li gorî Bêrîtan, pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdan di serdemeke bi vî rengî de, wê hemû gefên herêmî yên li ser Kurdan pûç bike. Bêrîtan got, "Pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdan wê li Rojhilata Navîn rê li ber bihara Kurdan veke."

Bêrîtan tevî destketiyên mezin ên ji bo Kurdan, bal kişand ser xizmeta mezin a Kongreya Neteweyî ya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê û diyar kir, qelsbûna gelê Kurd di heman demê de tê wateya xurtbûna hêzên dagirker û komên terorîst ên li herêmê.

'GIRÎNG E HER KES BI ERKA XWE RABE'

Hevserokê KODAR'ê bang li hemû tevgerên siyasî yên Kurd kir, ku li pêşberî van xeteriyan bi erk û berpirsyariya xwe rabin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Girîng ehmû hêzên li Kurdistanê, bi taybetî tevgerên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, di pêkhatina kongreya neteweyî de xwe berpiryar bibînin û li pêşiya vê yekê nebin asteng. Rastiya siyasî ya vê serdema hesas ew e, ku di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê pêwîstî bi yekîtiya hemû hêzên siyasî heye."

'KODAR AMADE YE BI BERPIRSYARIYA XWE RABE'

Bêrîtan got, "Weke KODAR'ê em banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî gelekî girîng dibînin û li bendê ne ku hemû hêzên siyasî yên li Kurdistanê, bi taybetî yên li Rojhilatê Kurdistanê cihêrengiya xwe deynin aliyekî, xwe nêzî hev bikin û gavên çêker bavêjin." Bêrîtan destnîşan kir, ku weke KODAR'ê ew ji vê yekê re amade ne.

Bêrîtan da zanîn, pêknehatina yekîtiya Kurdan wê xizmetê ji dijberan re bike û got, "Bêguman partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî divê karibin di bin sîwana Kongreya Neteweyî de xeterî û derfetên heyî binirxînin."