Li bajarê Ebû Leyla gavên azad...
Di ser rizgarkirina Minbicê re bi qasî çar meh bihurîn. Li dû pêngava 73 rojan, ku li ser her rojeke wê dikare destanên bêhempa werin nivîsandin û bi lehengiyan tijî ye, bajar ji hukmê barbaran azad bû.
Di ser rizgarkirina Minbicê re bi qasî çar meh bihurîn. Li dû pêngava 73 rojan, ku li ser her rojeke wê dikare destanên bêhempa werin nivîsandin û bi lehengiyan tijî ye, bajar ji hukmê barbaran azad bû.
Di ser rizgarkirina Minbicê re bi qasî çar meh bihurîn. Li dû pêngava 73 rojan, ku li ser her rojeke wê dikare destanên bêhempa werin nivîsandin û bi lehengiyan tijî ye, bajar ji hukmê barbaran azad bû.
Di têkoşîna rizgarkirina Minbicê de, li gorî hejmarên hatin eşkerekirin 260-280 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn. Di nav de ciwanên Ereb, Kurd, Tirkmen, DYA'yî, Asûrî, Suryanî hebûn. Van ciwanên leheng, ji bo Şoreşa Rojava ku îspat kir cîhaneke din pêkan e; ji bo bajar, gund, bajarok û mirov ji zilma DAIŞ'ê rizgar bibin, canê xwe feda kirin. Bêyî hesabên şexsî yekser ketin nava şerê azadiyê. Armanca xwe bi cih anîn. Minbic kir bajarekî azad, ku mirov lê nayên şewitandin, serê mirovan nayên jêkirin û ji ser avahiyên bilind nayên avêtin. Heta niha hewl tê dayîn li vî bajarî jiyan ji nû ve bê avakirin, zindîkirin.
BAJARÊ BAZIRGANIYÊ
Xwecihên Minicê dibêjin, bajar ji berê ve bajarekî bêdeng e; ji bilî debarê derdekî şêniyên bajêr nebû. Ji ber bêkariya zêde ya li Sûriyeyê, her wiha ji ber nêzîkbûna bajêr ji sînorê Tirkiyeyê, hema hema temamiya şêniyên bajêr berê xwe dane bazirganiyê. Ne şaş e ku mirov ji vî bajarî re bêjin 'bajarê bazirganiyê'. Jiyana li Minbicê hê jî saet di 6'ê sibehê de dest pê dike û heta 19'ê êvarê didome.
Piştî ku Şerê Navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir, li Minbicê jî rojên tarî dest pê kir. 4 meh piştî destpêkirina 'tevlîheviya' li Sûriyeyê, di 19'ê Tîrmehê de piştî ku hêzên rejîmê ji Kobanê hatin derxistin, heman rojê hêzên rejîmê ji Minbicê jî hatin derxistin. Bajar ket destê hêzên ku hingî ji xwe re digotin Artêşa Sûriyeya Azad. Piştî çend mehan El Nûsra li bajêr bû serdest. Bajar di sala 2014'an de ji aliyê Nûsra ve radestî DAIŞ'ê hate kirin.
Heta 15'ê Tebaax 2016'an roja azadkirina bajêr ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve, bajar bi qasî 2 salan di nava serdestiya DAIŞ'ê de ma. Êş, barbarî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê nanîn serê Minbiciyan nema. Lê niha gotinên azadiyê li ser dîwarên bajêr nivîsandîne, tevî wêneyên fermandarê pêngavê şehîd Feysel Ebû Leyla.
Minbic bajarekî di navbera Cerablûs, Kobanê û Babê de ye. Mîna gelek bajarên din ên Sûriyeyê û Rojava, ev bajar jî mozaîka gelan, çand û baweriyan e. Taybetmendiyeke xweser a Minbicê heye: Li vê derê ji temamiya Sûriyeyê bêhtir Çerkes herî zêde li vir dijîn.
Li bajêr niha Çerkes, Ereb, Kurd, Tirkmen, Avşar, Suryanî û Asûrî dijîn. Lê belê piştî sala 1987'an nifûsa Çerkesan kêm bû û ya Ereban zêde bû. Çerkesên koç kirin, bi giranî berê xwe dan welatên rojava. Tevî vê yekê jî li bajêr çand, kevneşopî û xweşbîniya Çerkesan hê li bajêr tê dîtin.
ZEYTÛN, FISTEQ Û GENIM
Me got Minbic bajarekî bazirganiyê ye. Bi giranî bajarên ku pirsgirêka hilberînê heye, rezervên aboriyê kêm in, dibin navendên bazirganiyê. Lê belê Minbic bi hilberîn û rezervên xwe yên xurt ên aboriyê bûye navenda bazirganiyê. Zeytûn, fisteq ku weke fisteqên Dîlok, Helebê tê naskirin; zebze û genim berhemên bingehîn ên çandiniya Minbicê ne. Li temamiya 400 gundên bajêr darên zeytûnê hene. Li gelek gundan fisteq tên çandin. Minbicî ji aliyê çandina darên zeytûnê û hilberîna zeytê ve piştî Efrînê di rêza duyemîn de ye.
Gundên Bale û Medenî yên bajêr, qîma xwe tenê bi hilberînê nînin. Piraniya berhemên tên bidestxistin, bi rêya bazirganiyên li van gundan li bazarên hundir û derve tên firotin. Tevî vê yekê li gelek gundan febrîqeyên biçûk ên bi navê 'mekbez' hene ku li van deveran zeyt tên çêkirin. Zeyta vê derê li Dîlok, Heleb û gelek navendên din tê firotin.
DÎTINA EBÛ LEYLA
Dema mirov ji Kobanê tê, piştî ji Pira Qereqozaxê dibihure, li pêşiya bajêr Çarrêyeke bi navê Cezîre heye. Rejîmê jî ev nav bi kar aniye. Li vê çarrêyê, min fêhm kir ku bajar êdî azad e. Ji ber ku piştî mirov hinekî ji vir derbas dibe, li ser çarrêya Betehê, posterên mezin ên Feysel Ebû Leyla derdikeve pêşiya mirovan. Li cem wî jî wêneyên gelek şervanên di têkoşîna azadkirina bajêr de şehîd bûn... Hurmeta ji bo van şehîdan, têra dîtina azadiyê dike.
Li bajêr hê jî şopên ji DAIŞ'ê man e, hene. Li her kolanê, li ser her avahiyan, li her çarrêyan... Hin dibistan, avahî û kargeh ahtin boyaxkirin ji bo şopên DAIŞ'ê bên jêbirin. Lê belê şopa çeteyan heye ku hê di ruhê mirovan de afirandine. Ew bi boyaxê nayê jêbirin. Li pêş çavên mirovan gelek kes hatin şewitandin, serê wan hatin jêkirin, bi rojan di nava qefesên li ser rê hatin bicihkirin, li meydanê hatin çarmixkirin. Li hemû çarrêyên girîng ên bajêr şopên DAIŞ'ê, çarmixên wan hê jî hene. Lê êdî kes di nav de nîne, kes wê nekevin hundirê wan jî... Ev weke bîrdariyeke hovîtiyê, ku qîmeta rojên niha nîşan didin, li pêşiya mirovan e. Der barê demên berê de çîrokên gelekî tirsnak tên vegotin. Mesela; Minbicî dibêjin mirovên cixare dikişandin an jî nimêj nedikirin, li qefesên li ser rêya Helebê dihatin hepskirin. Li çarmixa li ser çarrêya Sefîne jî mirov bi rojan dihatin girtin; piştre jî serê wan dihate jêkirin û li dîrekê li pêşiya çarmixê dihat çikandin. Bi vî rengî dihatin teşhîrkirin.
Li Minbicê 15 çarrê hene. Her çarrêyek jî çîrokeke xwe heye. Çîroka li çarrêya Delû ku Minbicî qalê dike, mirovan dixe nava tirs û xofê. DAIŞ'ê ciwanek zevt kiriye; piştî ku çend rojan li qefesê girt, li çarrêya Delûyê li çarmixê xist; piştre serê wî jê kir. Dayika vî ciwanî çar rojan li pêş cenazeyê kurê xwe rûniştiye û giriya ye. Endamên çeteyên DAIŞ'ê destûr nedane ku dayik dest bide cenazeyê kurê xwe. Tê gotin ku bûyerên bi heman rengî li Reqa û Mûsilê jî rû dane.
CARNA EZ JI XWE RE DIBÊJIM 'GELO EZ DI XEWNÊ DE ME'
Xwediyê saloneke xwarinê ya li nêzî çarrêya Sefîne Mûstafa Mûsa li ser rojên ku ji neçarî di nava serdetiya DAIŞ'ê de dijiya, wiha axivî: "Ez li Lubnanê dixebitîm. Ji bo zewacê hatim Minbicê. Piştî zewicîm, nehiştin ku ji bajêr derkevim. Bi qasî salekê ez li Minbicê di destê wan de esîr mam. Nedihiştin salona xwe ya xwarinê jî bixebitînim. Dema li Lubnanê xebitîm min hinek pere dabû ser hev. Bi wî pereyî min salekê debar xwe kir. Niha min salona xwe vekiriye û heta saet 12'ê şevê vekirî ye. Ji vê xweştir cîhaneke din heye gelo? Ji vê zêdetir azadî heye gelo? Ne bawerim. Car carna ji xwe re dibêjim, 'gelo ez di xewnê de me?' Lê dema li dora xwe dinêrim, li jiyanê dinêrim, li karê xwe û muşteriyên xwe dinêrim, fêhm dikim ku ne di xewnê de me. Rastî ev e."
Aliye Suleyman jî keçeke Kurd a xwendekar e. Di zilma DAIŞ'ê de ti carî negotiye ew Kurd e. Li Helebê di beşa Ziman û Wêjeya Erebî de xwendekara pola sêyemîn bû; di sala 2015'an de hat mala xwe ya li Minbicê. Dema hat, çeteyên DAIŞ'ê dest danîn ser nasnameya wê. Aliye ji hingî ve ji malê derneket. Heta Minbic azad bû. Dibêje, 'Ji ber ku, eger ez ji malê derketibûma, wê min bi xwe re bibira."
Baş e li malê, salek û nîv çawa derbas bû? Dibêje, "Carna derdiketim hewşê. Min bi giranî ji xwe re li televîzyonê temaşe dikir. Hema kîjan bername derdiket, min lê temaşe dikir."
Aliye dibêje, hin jin hene ku sê salan qet ji mala xwe derneketine. Wekî din, hevaleke wê ay bi anvê Meha jî hatiye serjêkirin. Ji ber tirsa vê yekê nexwestiye li Helebê bixwîne.
'TÊKILIYA ME YA BI CÎHANÊ RE BIRÎN'
Aliye qala televîzyonê dike, lê di serdestiya DAIŞ'ê de televîzyon jî ne serbest e. Ji ber ku çeteyan ji bo têkiliya Minbicê bi cîhanê re bibirin, çi ji destê wan hatine kirine. Zoher Îlyas ê Çerkes ku televîzyon tamîr dikir, qala wê demê dike: "Di destpêkê de bi nermî nêzî mirovan bûn. Li ber ti tiştî ranebûn. Bi demê de dest bi qedexeyan kirin. Herî dawî ji bo têkiliya me bi cîhanê re bibire, satalayt jî qedexe kirin. Xetên telefonê ji xwe tinebûn. Têkiliya mirovan bi cîhana derve re li ser înternetê bû. Destûr dabûn ku tenê navendeke înternetê were vekirin, ew jî di bin çavdêriya wan de bû. Ew der jî li gorî dilê xwe vedikirin û digirtin. Bi kurtasî, têkiliya me bi cîhanê re nema bû. Lewma me nedizanî li derve çi diqewime. Me tenê hewl didan rojên xwe derbas bikin. Em li bendê bûn ku hinek werin me ji vê zilmê rizgar bikin. Di dawiya dawî de hatin û em ji zilmê rizgar kirin."
LI KESÊN CIXARE DIKIŞANDIN CEZAYÊ XERAKIRINA GORAN DIHAT BIRÎN
Dema em ji navenda bajêr diçin ber bi Çarrêya Cezîra, goristanek li pêş çavên me ket. Ev der goristana herî kevn û ya herî mezin a bajêr e. Navê yek ji alimên Ereb Şêx Akîl li vê goristanê hatiye kirin. Beriya DAIŞ'ê li pêşiya goristanê qubeyeke biçûk ji bo bîranîna Şêx Akîl hebû. Yek ji karên destpêkê ku DAIŞ'ê piştî dagirkeriyê kir, hilweşandina vê qubeyê bû. Niha ev der mîna meydaneke vala ye.
Li Goristana Şêx Akîl bi hezaran, bi deh hezaran gor hene, lê belê kevirekî yekî li ser wan nîne. Hemû kevirên li ber goran hatine şikandin. Nayê fêhmkirin bê kîjan gor a kê ye. Ez ji ciwanê bi navê Ahmet dipirsim. Ew jî vê bersiva balkêş dide: "DAIŞ'ê hez ji goran nedikir, lewma hemû gorên li vir xera kir. Dema DAIŞ hat, yekser dest bi qedexekirina kişandina ceixare û nargîleyê kir. Lê belê mirovên li vir bi dizî dikişandin. Dema yên dikişandin zevt dikirin, çend saetan ew dixistin qefesê. Piştre ew li hev dicivandin û danîn vê goristanê. Weke ceza ji wan re digotin 'kevirên li ber goran bişikînin'. Kevirên li van goran hemû bi vî rengî hatin şikandin.