Pêngava rizgarkirina Reqayê ku li ser daxwaza gelê Reqayê di 5'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir, bi qonaxa duyemîn dewam dike Em jî hewl didin li eniyên şer vê pêngavê bişopînin.
Li her eniyê, şervanên QSD'ê kêlî bi kêlî bi pêş ve diçin.
Di heman demê de firsend bi destê me dikeve ku em bi şervanên Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî, Çerkes ên QSD'ê re sohbetê bikin.
Di meşên şevê de, li nava sohbetên li dora agir û li çeperên şer ên herî pêş, em li çîroka şervanan guhdarî dikin.
Hin ji wan malbata xwe, hina hevjîna-ê xwe û hin ji wan jî zarokên xwe ji dest dane. Hin ji wan jî ji aliyê DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û rejîma Baasê ve ji gund û bajarên xwe bi zorê hatine derxistin.
Malbata hin ji wan, ji şer berê xwe daye Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê yan jî Ewropayê. Lê belê ev rêwîtiya ku bi hêviyê dest pê kir, gelek ji wan li nava deryayê, li ser rêya Ewropayê bi trajediyeke giran qediya.
Lê gelek ji wan axa xwe neterikandine û ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê, El Nûsra, Ehrar El Şam û rejîma Baasê şer bikin û Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin, li ber xwe didin.
Yek ji van jî Ebû Seyf e.
Ebû Seyf Erebekî ji Reqayê ye... Em li eniya rojava ya Reqayê bi Ebû Seyf re daxivin. Ewilî xwe ji me vedigire û naxwaze baxive. Ji ber ku xizmên wî hê li Reqayê di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr in.
Lê li ser israra me, biryarê dide baxive. Efû Seyf 26 salî ye. Ebû Seyf bi şertê ku dîmen neyê kişandin daxive. Ji ber ku beşek ji malbata wî hê li Reqayê ye.
Ez jê re dibêjim, qet nebe wêneyek du wêneyan bikişînim û ew jî vê qebûl dike.
Û Ebû Seyf qala serhatiya xwe dike.
Di destpêkê de xwe dide nasîn. Dibêje ew Erebekî ji Reqayê ye û di dema serhildana gel de cihê xwe di nava çalakiyan de girt. Ebû Seyf bi qasî 3 mehan di nava 'Artêşa Azad' de cih girtiye.
Dibêje, piştî ku Artêşa Azad ket bin kontrola hêzên navneteweyî û herêmî ew jê qut bûye. Tîne ziman ku bajarê ew lê ji dayik bû û mezin bû Reqa, piştî 'Artêşa Azad' ket destê çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û piştre jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate dagirkirin.
Ebû Seyf anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê serê du kesên ji malbata wî jê kirine, 2 kes jî bi îşkenceyê kuştiye. Ebû Seyf ragihand, ku ew bi xwe jî 48 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr maye, îşkenceya giran lê hatiye kirin û di dawiya dawî de firsend bi dest ketiye ku ji qaşo zîndanên çeteyên DAIŞ'ê bireve.
Ebû Seyf da zanîn, ku piştî damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew weke şervanekî tevlî bûye û armanca wî ya bingehîn ji vê tevlîbûnê jî azadkirina axa xwe û anîna şoreşê ji bo gelên Sûriyeyê ye.
Ebû Seyf destnîşan kir, ku ew dixwazin tevahiya Sûriyeyê bi taybetî Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin, lewma moralê wî gelekî baş e û ji bo azadkirina axa xwe ew bi kêf e.
Ebû Seyf da xuyakirin, ku ew dixwazin di destpêkê de Reqa, Bab, Cerablûs, Ezazêj i dagirkeriya çeteyan rizgar bikin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê di vê oxirê de şer bike û tola gelan hilîne.
Ebû Seyf herî dawî bang li kesên Sûriye terikandine kir ku vegerin û ji ciwanên Ereb jî xwest cihê xwe di nava refên QSD'ê de bigirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerê azadî, edalet û wekheviyê mezin bikin.