'Em niha azad in, em ê biryarê bidin bê çawa bijîn'
Şêniyên gundên li bejahiya Reqayê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, spasiya şervanên pêngavê dikin, şervanan vedixwînin malên xwe, çay û xwarinê didin wan.
Şêniyên gundên li bejahiya Reqayê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, spasiya şervanên pêngavê dikin, şervanan vedixwînin malên xwe, çay û xwarinê didin wan.
Ji van gundiyan Hammûd da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê dest li her qada jiyana wan werdidan û anî ziman, zêdeyî sê salan ew li ser axa xwe li gorî dilê xwe nedijiyan.
Hammûd got, "Jin û mêr neçar bûn li gorî daxwaza wan bijîn. Dest li rî û cixareya zilaman werdidan û qedexe dikirin. Me nekarîbûn li televîzyonê temaşe bikin. Jiyana me tenê li nava gund bû. Em nikarîbûn biçin Reqayê û tiştekî ji xwe re bikirin. Bû şeş meh ku neçûme Reqayê. Jinên gundê me ji ber zext û zora wan, ji neçarî kincên reş li xwe dikirin."
Hammûd destnîşan kir, ku ew niha azad in û dikarin bi xwe biryarê bidin bê bi çi rengî bijîn. Lewma spasiya hemû şervanên azadiyê kir.
Hammûd diyar kir, xizmeta ji bo şervanên azadiyê wan kêfxweş dikin û dixwaze nan û ava dide şervanan li wan xweş helal be.