NÛ BÛ

Hevşaredarê Xelfetiyê Bayram jî di nav de 10 kes hatin girtin

Li Riha û navçeyên wê, roja 2'ê Mijdarê 18 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Hevşaredarê BDP’ê yê Xelfetiyê Mûstefa Bayram jî di nav de 10 kes hatin girtin.

Li Riha û navçeyên wê, roja 2'ê Mijdarê di çarçoveya lêpirsînekê de hemwext operasyonên qirkirina siyasî li ser navçe û navedê hatin lidarxistin. Di serdegirtinan de ku Hevşaredarê DBP’ê yê Xelfetiyê Mûstefa Bayram jî di nav de 18 kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî 1.Dadgeha Ceza ya Sûlhê kirin.

Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstefa Bayram jî di nav de endama Meclîsa DBP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Sîbel Sûtpak, Leyla Akça, Huseyîn Demîr, Samî Kiliç, Îsmaîl Çobanyildiz, Mahîde Kurttekîn, Îsmaîl Seçîn, Mahmût Kaya û Mehmet Çîçek ku sewqî dadgehê kirin bi hinceta “Endamên rêxistinê” hatin girtin.

Têkildarî 8 kesên ku di çarçoveya heman operasyonê de hatibûn binçavikirin, ji ber ku di der barê dosyaya wan de biryara “Veşartî” heye wê kengê bibin dadgehê nediyare û ti agahiyê zelal nehatin bi destxistin.