Gundê Xirbet Ceheşa hate rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê gundê Xirbet Ceheşa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Xezeba Firatê gundê Xirbet Ceheşa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Piştî şerê dijwar, şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gundê Xirbet Ceheşa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Di vî şerî de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku li gundê Xirbet Ceheşa malbatek esîr girtin, piştre xwe di nava vê malbatê de teqandin. Di bûyerê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.