Nerazîbûna ciwanên Ereb a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava/Bakurê Sûriyeyê, roj bi roj zêde dibe. Ciwanên ku siberoja civaka Ereb di nava Sûriyeyeke Federal a Demokratîk de dibînin, ji aliyekî ve bi rengê xwe tevlî xebatên federasyonê dibin, li aliyê din jî, li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê radibin.
Yek ji saziyên van ciwanan jî Buroya Ciwanan a Konseya Welat a Ereb e ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de xwe bi rêxistin kiriye. Endamê rêveberiya buroyê Yahma Mahmûd dagirkeriya dewleta Tirk ji ajansa me re nirxand û got, "Em dixwazin di nava Sûriyeyê de bi rengekî demokratîk bijîn. Em dewleta Tirk baş nas dikin. Dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî biraiya gelên Sûriyeyê hatiye kirin."
'DIŞIBE MESELEYA SKENDERÛNÊ'
Yahya Naîf Mahmûd di destpêka axaftina xwe de dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got, "Dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, meseleya Skenderûnê tîne bîra me. Dewleta Tirk dixwaze dîroka berê ya Osmanî vegerîne. Weke ciwanên Sûriyeyî haya me ji vê rewşê heye. Rastiya dagirkeriya dewleta Tirk ev e."
'DEWLETA TIRK LI DIJÎ BIRATIYA GELAN E'
Yahya Naîf Mahmûd da xuyakirin, ku weke ciwanên Sûriyeyî ew amade ne ji aliyê çekdarî û ramanî ve bersivê bidin vê hewldana dagirkeriyê. Mahmûd bi berdewamî got, "Di serî de ciwanên li Cerablûs û Minbicê ez bang li hemû ciwanên Rojavayî û Sûriyeyî dikim, ku li ber vê dagirkeriyê rabin. Weke ciwanên Sûriyeyî lazim e em li dijî vê dagirkeriya Tirkiyeyê şer bikin û nehêlin di nava axa me de zêdegaviyê bike.
Kîjan dewlet dibe bila bibe, em ketina wan a nava axa me weke dagirkeriyê dibînin û vê qebûl nakin. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, lazim e kes bêçare nemîne, dest û lingê xwe girê nede. Dagirkeriya dewleta Tirk li pêşiya avabûna neteweya demokratîk û jiyana bi hev re ya gelan a bi rengekî demokratîk, asteng e. Dewleta Tirk li dijî biratiya gelan e. Em bi ruhekî fedayî vê dagirkeriyê şermezar dikin."
'MAFÊ KESÎ NÎNE KU RÊ Û RÊBAZEKE JIYANÊ DEYNE PÊŞIYA ME'
Yahya Naîf Mahmûd got, "Em ê li pêşberî dagirkeriyê bêdeng nemînin û nehêlin kesek axa me dagir bike" û anî ziman, ciwanên gelên Sûriyeyê rastiya dewleta Tirk baş nas dikin.
Mahmûd got, "Ne dewleta Tirk ne jî kesekî din, nikare ji me re bêje 'divê hûn bi vî rengî bijîn'. Gelên Sûriyeyê dikarin bi hev re bi rengekî demokratîk bijîn û axa xwe biparêzin. Divê em li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û xwedî li şoreşa xwe derkevin. Lazim e em destûrê nedin kesî ku rê û rêbazeke li gorî xwe ya jiyanê deynin pêşiya me."
'DIVÊ EM DAWÎ LI DAGIRKERÎ Û TERORÊ BÎNIN'
Yahya Naîf Mahmûd bang li hemû ciwanên Sûriyeyê bi taybetî ciwanên Ereb kir, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo parastina ax, rûmet û jiyana xwe tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin û got, "Ji ber ku QSD ji aliyê gelên Sûriyeyê ve ji bo parastina welat û jiyana xwe, hatiye avakirin. Em bang li ciwanan û gelên xwe dikin, ku dest bidin hev û QSD'ê mezin bikin. Divê em QSD'ê mezin bikin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û terorê bînin."