Cizîrê: Bajarê ku artêşa NATO’yê têk birî!

Di ser şerê Cizîrê re salek derbas bû. Li pey vî şerî artêşa NATO’yê ya têkçûyî û dengê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc ku digot, "Gelê Cizîrê ev 60 roj in li gel serma, tî û birçîbûnê li ber xwe dide û çoka xwe nedanî" ma.

14’ê Kanûna 2015’an dewleta Tirk  bi hêza xwe ya şerê taybet, bi 10 hezaran çekdarên xwe, bi teknîka xwe ya herî pêşketî ya şer, bi tang, top li Cizîrê li hemberî çend ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ku di destê wan de tenê çeka wan hebû û di dilê wan de evîneke wan a mezin a azadiyê û di hişê wan de ramana azadiyê hebû şer ragihand. 

Dewleta Tirk ku xwedî yek ji artêşa xurtirîn a NATO’yê bû li Cizîrê li hemberî berxwedana çend ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, çawa ku li Sûrê, li Şirnexê, li Nisêbînê û bajarên din ên Kurdistanê li dijî berxwedana xwerêveberiyê şikiya û dikir û nedikir nedikarî bi pêş bikeve, hêza şerê taybet ê dewleta Tirk, li gel bi hezaran çekdarên xwe ku li ber destê wan teknîka herî pêşketî ya şer jî hebû, nikaribû li Cizîrê bi pêş ve biçe û berxwedanê bişikîne, ji bo ku bikaribe bi pêş ve biçe berê xwe da hilweşandin û kavilkirina bajêr. Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe di hêla stratejîk û taktîkî ya şer de, ya di van bajaran de binixumîne û xwe weke serkeftî nîşan bide, ji dûr ve bi tang û topan li xaniyan xist, avahiya xist, bajar kavil kir û bi vî awayî bi libakirina çend alayên xwe yên li ser kavilan, di raya giştî ya Tirk de xwest îmah û psîkolojiya ku ew bi ser ketiye nîşan bide. Ango dewleta Tirk a ku di Sûrê, Şirnexê, Nisêbînê, Cizîrê de di rastiya şer de têk çûyî, bi şerê psîkolojîk xwest ku xwe weke ku serkeftî be nîşan dide. Lê di dîrokê de ti artêşa ku  di rastiya şer de têk çûyî bi xapandinên psîkolojîk bi ser neketiye. Herî pir jî hêza şer a dewleta Tirk a ku li van bajaran ev şer dîtiye, vê têkçûna xwe dizane.

Berxwedana 12’an a Şengalê, berxwedana Kobanê çawa ku berê dîroka Başûr, Rojava û tevahiya Kurdistanê bi awayekî erênî û radîkal guherandibin, berxwedana Cizîrê û bajarên din ên ku berxwedana xwerêveberiyê lê hate jiyîn, berê dîroka Kurdistanê bi awayekî radîkal guherandin û di dîroka Kurdistanê de weke stûnên Kurdistana azad a siberojê xwe danîn, niha jî pêvajoya Kurdistanê di bin bandora berxwedana van bajaran de meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bi lez û bez didomîne.

BÎLANÇO

Di şerê giran ê bênavber ê 70 rojan de li gorî daxuyaniya YPS’ê dayî 213 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 66 endamên YPS’ê jiyana xwe di dest dan. Her wiha 161 leşker-polîs hatin kuştin, 117 polîs-leşker birîndar bûn. Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, di vî şerê giran û berxwedana mezin a Cizîrê de ji 200’î zêdetir sivîl birîndar bûn, nêzî 80 hezar mirov neçar ma ku ji koçî jîgehên derdora Cizîrê bike. Li gorî raporên ku piştî şerê domdar ê 79 hatin ragihandin li Cizîrê 3 hezar bînahî ketin rewşeke wiha ku êdî nema dikarin werin bikaranîn û ziyan giha 10 hezar xanî.

SEWQIYATA MEZIN A LEŞKERÎ YA BI TANG Û TOPAN

Beriya ku şerê giran li Cizîrê dest pê bike, artêşa Tirk sewqiyeteke mezin li Cizîrê bi cih kir. Bi sedsan wesayitên zirxî, tang, top di ser rêya bejahiyê re birin Cizîrê û bi rêya balafiran bi 10 hezaran leşker û polîs li Cizîrê bi cih kirin.

WARGEH Û DIBISTAN JI XWE KIRIN NAVENDA RÊVEBERINA ŞER

Li Cizîrê dibistanên dewleta Tirk ku navenda asîmîlasyona hiş û giyanê Kurdan bûn û hewl dihate dayin ku di wan dibistanan de Kurdan ji karekter bixin, hiş û rihê wan pûç bikin û li gorî bîrdoziya fermî ya dewleta Tirk, wan weke karekterên dijminê gewherê xwe biafirînin, di berxwedana Cizîrê de rûyê xwe yê rastî nîşan dan û dewleta Tirk dibistanên li Cizîrê ji xwe re kire navendên birêvebirina şer a bi mebesta ku vîna Kurdan têk bişikînin. Êdî ‘mamoste’yên  dibistanên Tirkan ên li Kurdistanê li xwediyê xwe yê rastîn ango li segvanan vegeriyabûn ku berê çeka xwe dabûne kuştina Kurdan.

PEYAM JI MAMOSTEYAN RE ŞANDIN

Dewleta beriya ku şerê giran li Cizîrê bides destpêkirin, weke ku bixwaze bibêje, "hûn bi ser neketin, we nekarî Kurdan bikin koleyê dewletê, êdî dibistanên ên me ne, em ê bi rêya çekê mamostiyê bikin" pêşî peyam ji mamosteyan re şandin da ku ji Cizîrê derkevin û ti karê wan li Cizîrê nemaye.

NE TENÊ DIBISTAN NEXWEŞXANE JÎ KIRIN NAVENDA ŞER

Dewleta Tirk li Cizîrê ne tenê dibistanên xwe lê dest li ser nexweşxaneyan jî danî û ew der jî ji xwe kirine navenda şer. Bi vê jî xwestin bibêjin ku nexweşxane tenê ji bo tedawîkirina wan e ne bi mebesta tedawîkirina Kurdan e. Ji vê refleksê jî hate nîşan ku dewleta Tirk hemû saziyên xwe yên li Kurdistanê tenê weke amûrekî şerekî pêkan ê li Kurdistanê, ji bo xwe pêk tîne.

AMADEKARIYÊN GEL

Gel jî li dijî vê sewqiyate mezin a leşkerî ya dewleta Tirk a xwe amade dikir, pêdiviyên xwe yên xwarinê, avê, germahiyê û hwd. dabîn dikir bi mebesta ku bikaribin jiyana xwe bidomînin. 

Dewleta Tirk êrîşa xwe ya pêşî bire ser gelê sivîl ku ne xwedî ti hêzeke xweprastinê bûn.

Meclîsa Gel a Cizîrê û YPS (Yekîneyên Parastina Gel) ketin pozîsyona bersivdana hêza şer a Tirk û ji bo ku asteng bikin wesayitên wan ên zirxî têkevin nav kolanên sereke rê girtin.  Kolanên Arîn Mîrkan, Kobanê bi barîkatan hatin girtin, li cihên ku barîkat lê nebûn jî tax bi wesayitan hatin girtin û komunên kuçe û civîn girtin.

Meclîsa Gel a Cizîrê bi nûnerên komunên kuçeyan re civîn danî û ji wan re ragihand ku divê xwarinên hatine depokirin ji gel re werin belavkirin û pêdiyên alîkariya lezgîn divê çawa werin bikaranîn.

Beriya ku şer dest pê bike bi demeke kurt du otobês hatin Cizîrê. Xwendekar piştî ku tevlî kongreya DEM-GENÇ a Amedê bûn, bi mebesta ku balê bikişîne ser Cizîrê hatin Cizîrê. Xwendekaran otobês li otogarê hiştin û meşê berê xwe dane taxa Cûdî. Xwendekar ji hêla Meclîsa Gel ve li malan hatin belakirin.

SEROKWEZÎRÊ TIRK GEF XWAR

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu gef li Kurdan xwar û got, li Cizîrê, Silopya, Sûrê hemû kuçe, mal wê werin ‘’paqijkirin’’ û bi vî awayî ‘lugat’a xwe ya ku  weke Apê Mûsa gotî, ‘’Di lugata wan de navê kuştina Kurd ‘paqijî’ ye careke dî, di asta herî bilind de, bi awayekî herî zelal diyar kirin.

HEVSEROKÊ MECLÎSA GEL: EM Ê DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê şayanî rihê Kurd ê berxwedêr û qet nizane ku radestbûn çiye, li ser mîrasa Xeyrî Durmuş, Mezlûm Dogan got, ‘’em ê destketiyên xwe biparêzin. Em ê xwedî li alaya têkoşînê derbikevin, ku hevalên me ew ji me re weke mîras hiştine’’ 

Û bi vî awayî bersiva da gefa serokwezîrê Tirk ku dixwestin vînê radest bigirin.

KOMKUJIYA JÊRZEMÎNAN

Dewleta Tirk ku li dijî berxwedana xwerêveberiyê têk çûyî, dixwest ku vîna Kurdan radest bigire û bi vî awayî vê têkçûna xwe weke serketinê nîşan bide. Lê li Cizîrê rih û hişekî ku radestî dewleta Tirk a dagirker bibe, nebû.  Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê, di her derfet û delîveyê de bi telefonê, bi awayekî zindî di qanalên televizyonên çapemeniya azad de digot, ‘’em ê radest nebin, çokên xwe li wan nedeynin’’

Dewleta Tirk a ku di şer û berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de têkçûyî, li jêrzemînan komkujî kir. Di jêrzemînan de bi sedan Kurd bi awayekî sax hatin şewitandin.

Her wiha dewleta Tirk a ku di Cizîrê de li pêşberî vîn û hişê azad ê Kurdan têk çûyî, berê xwe da kavilkirin, şewitandin, talankirina bajêr. Bi kavilkirin, şewitandin û talankirina bajêr xwest psîkolojiya xwe ya di şer de têk çûyî baş bike û bi xwe bide bawerkirin ku ew têk neçûne le bi serketine. Lê çawa ku li berxwedana Nisêbînê ‘’Sendroma Nisêbîn’’ê bi artêşa Tirk re çêbû û Sûr, Şirnex, Cizîr jî ji hêza şer a dewleta Tirk re bû sendrom. Ev sendroma têkçûna psîkolojî, bawerî, vîn a artêşa Tirk bû li hemberî çend ciwanên dil û ceger pola ên Kurdistanê ku tenê çekek di destê wan de hebû û di destê artêşa Tirk de jî tang, top û balafir. 

Berxwedana Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê weke pêlên zeryayê ku bi mebesta xurttir werin û xwe li qirax û zinaran dixin, pêlên domdar in û bandora xwe li pêvajoya Kurdistanê û Tirkiyê bi awayekî xurt nîşan didin.

DENGÊ KU LI KURDISTANÊ OLAN DIDE: EM RADEST NEBÛN, BI ME ŞANAZ BIN!

Şerê ku 14’ê Kanûna 2015’an hatî ragihandin, piştî 79 rojan şerê giran, berxwedana mezin, 2’yê Adarê rawestiya. Lê ji wê demê û heta niha li kuçe û kolanên Cizîrê, hemû bajarên Kurdistanê dengê Mehmet Tûnc ma: ‘’Em radest nebûn, me çok nedanî, bi me şanaz bin’’ olan dide’