Di 2. Komkujiya Roboskî de gumanbar hê nehatiye dîtin!
Tevî ku di ser kuştina 2 ciwanên Roboskî re, ku weke Komkujiya 2. a Roboskî tê binavkirin 200 roj derbas bûn, hê jî gilîname nehatiye amadekirin.
Tevî ku di ser kuştina 2 ciwanên Roboskî re, ku weke Komkujiya 2. a Roboskî tê binavkirin 200 roj derbas bûn, hê jî gilîname nehatiye amadekirin.
Li gundê Roboskî yê Şirnexê, di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 kesên bazirganî li ser sînor dikirin, ku 19 ji wan zarok bûn, di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest da bûn.
Hê kiryarên vê komkujiyê nehatin darizandin, vê carê di êvara 29'ê Gulana 2016'an de xwendekarên lîseyê Vedat (16) û Yilmaz (17) Encu ên bazirganiya li ser sînor dikirin, ji ber bomberdûmana bi obusan a ji Fermandariya Alaya Gulyazi, jiyana xwe ji dest dan.
Tevî ku di ser kuştina 2 ciwanên Roboskî re, ku weke Komkujiya 2. a Roboskî tê binavkirin 200 roj derbas bûn, ne Walîtiyê ne jî rayedarên leşkerî daxuyaniyeke fermî nedane.
Piştî bûyerê, ti lêpirsîneke îdarî yan jî edlî nehat destpêkirin. Hê kiryar nehatiye tespîtkirin û gilîname nehatiye amadekirin.
ENCU: DIXWAZIN BIXIXUMÎN E, LÊ EM Ê DEST JI KOMKUJIYÊ BERNEDIN
Serokê Komeleya Roboskî Velî Encu li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, rayedarên dewletê hewl didin ser komkujiyê bigirin. Encu da xuyakirin, ku ew weke malbatên qurbaniyan dozdar in û got, "Tenê malbat karîbûn bibin dozdar. Ti agahî nedan parêzeran. Ji ber ku kiryarê kuştinê nabînin, gilînameyê jî amade nakin. Dixwazin doza Vedat û Yilmaz jî mîna ya xizmên wan ên berî 5 salan hatin kuştin, binixumînin. Me gotibûn, eger ev komkujî neyên ronîkirin wê yên nû rû bidin. Piraniya komkujiyan ji ber necezakirinê rû didin. Li şûna ku ceza bikin, bi rêya hiqûqê kujeran diparêzin."
Encu diyar kir, lêgerîna wan a li edaletê wê dewam bike.