Hevjîna Ahmet Turk: Ji encameke neyînî Erdogan berpirsyar e!
Duh di rapora ÎHD’ê ya têkildarî wekîl û hevşaredarên girtî de agahî hatibû dayin ku Ahmet Turk ji bo tedawiya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê.
Duh di rapora ÎHD’ê ya têkildarî wekîl û hevşaredarên girtî de agahî hatibû dayin ku Ahmet Turk ji bo tedawiya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê.
Hevjîna Ahmet Turk Mulkiye Turk ji ber sedema ku Ahmet Turk kelepçe qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê nerazîbûn nîşan da û bang li Serokkomarê Tirk Erdogan kir, got, "Ji encameke neyênî tu berpirsyar î. Bi mirinan nikarî bigihijî deverekê." Turk xwest ku Tirk jî, Kurd jî li Ahmet Turk xwedî derbikevin.
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku beriya bi 3 hefteyan hate girtin û li Girtîgeha Silîvriyê hate bicihakirin, kontrola rûtîn a ji ber nexweşiya dil, ji ber ku Ahmet Turk tedawiya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, pêk nehat.
Duh ÎHD’ê di rapora têkildarî wekîl û hevşaredarên girtî de, cih dabû wê agahiyê ku ji ber sedema Ahmet Turk tedawiya bi kelepçeyan qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê.
Mulkiye Turk ev nêzîkatî weke êrîşa li ser ewlekariya jiyanê nirxand û got, kurê wê jê re gotiye, di hevdîtina dawî de, rewşa bavê wî krîtîk e û divê were tedawîkirin.
‘EZ DESTEKÊ DIDIME HELWESTA AHMET BEG’
Mulkiye Turk diyar kir, hevserê wî bi rûmeta xwe dijî û têdikoşe û got, kelepçeya vajî rûmetê dişikîne û ew destekê dide helwesta hevserê xwe ya qebûlnekirina kelepçeyê. Turk bi berdewamî got, ‘’Ahmet Beg ne kujer e, ne diz e. Ahmet Beg siyasetmedarekî Kurd e ku bi rûmeta xwe li ber xwe dide, ne di rewşeke wiha de ye ku bireve, dema ku bikarîbûya bireve jî nereviyaye. Ji bo vê jî ev kirin bi sedema şikandina rûmetê ye û Ahmet Beg wê vê kirinê qebûl neke.’’
‘BERPIRSÊ ENCAMEKE NEYÊNÎ WÊ ERDOGAN BE’
Turk diyar kir, hevserê wê bi awayekî nehiqûqî hatiye girtin, weke ku ne bes be girtina wî ya bi halê nexweşiyê, ferzkirina kelepçeyê jî tedawiya wî asteng dike. Turk diyar kir, ji hêla raya giştî ve tê zanîn ku hevserê xweyî nexweşiyeke krîtîk e û got, ‘’nexweşiya giran a dil, kezeb û mîdeyê ya Ahmet Beg heye. Herî dawî kurê min Ejder Turk pê re hevdîtin kir û her çendî bi bavê xwe nedabe nîşandan jî, got, rewşa wî pir ne baş e. Ji encameke neyênî wê Erdogan û AKP berpirsyar be’’
‘JI ERDOGAN RE: BI KUŞTINÊ TU YÊ NIKARIBÎ KURDAN BIQEDÎNÎ’
Turk ji bo Erdogan jî got, ‘’divê ti dev ji wê berdî ku bi rêya şîdetê pirsgirêkan çareser bikî’’ û bi berdewamî got, ‘’Ji dema Şêx Seîd ve Kurd têne kuştin. Niha jî heman polîtîka li dar e. Hûn nikarin Kurdan bi kuştinê biqedînin; herî baş divê Serokkomar vê bizanibe û vê kêşeyê divê bi rêyên demokratÎk çareser bike.’’
BANGA JI BO GEL
Turk diyar kir divê Kurd li Ahmet Turk û girtiyên siyasî xwedî derbikeve û Kurd divê li dijî êrîşan a xwe bikin yek.