Di pêngava Reqayê de sivîl azad dibin
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, dewam dike. Şervanan di çarçoveya pêngavê de gelek sivîl rizgar kirin û gihandin herêmên ewle.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, dewam dike. Şervanan di çarçoveya pêngavê de gelek sivîl rizgar kirin û gihandin herêmên ewle.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, di çarçoveya plana xwe de her bi pêş ve diçin.
Di nava 3 rojên destpêkê yên qonaxa duyemîn a pêngavê de 16 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin. 23 çete hatin kuştin û 3 jî dîl hatin girtin Yek ji van dîlgirtiyan tevî malbata xwe radestî şervanan bû. Di dawiya 3 rojan de qadek ji 22 kîlometreyan ji çeteyan hat paqijkirin.
Ji bo zerar li sivîlan nebin, şervan bi hesasiyeteke mezin tevdigerin. Gelek ji mayînên li ser rê û li gundan hatin bicihkirin, hatin rakirin. Operasyonên paqijkirinê dewam dikin.
Ji objektîfa ANF'ê sivîlên Reqayî yên xwe li qadên azad girtine.