Îş-Kurê cihê xwe bar kir avahiya AKP’ê
Li Wanê saziya Îş-Kur’ê ku hemû demên xwe li avahiya AKP’ê derbas dike û kesên ji bo kar serî lê didin, berê wan dide avahiya AKP’ê, dibêje ku divê Serokê AKP’ê Zahir Soganda serlêdana welatiyan a kar erê bike.
Li Wanê saziya Îş-Kur’ê ku hemû demên xwe li avahiya AKP’ê derbas dike û kesên ji bo kar serî lê didin, berê wan dide avahiya AKP’ê, dibêje ku divê Serokê AKP’ê Zahir Soganda serlêdana welatiyan a kar erê bike.
Li gorî raporên Saziya Statîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya bêkariyê li Wanê ji sedî 9.5 e. Li aliyê din ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li derve û hundir krîza aboriyê her ku diçe kûr dibe û welatî li hemberî vê rewşê bi bertek in. Li Wanê tevî ku rêjeya bêkaran ji sedî 9.5 e jî, welatiyên ji bo kar serî li Îş-Kur’ê didin, Îş-Kur berê wan dide rêxistina AKP’ê ya Wanê.
‘ÎŞ-KUR BERÊ WELATIYAN DIDE AKP’Ê’
Welatiyê bi navê Abdullah Yigit ê ku ji bo kar serî li Îş-Kur’ê da û berê wî dan avahiya AKP’ê, nerazîbûn nîşanî nêzîkatiya Îş-Kur’ê da û wiha got: ‘’Di 14’ê Kanûnê de min serî li Îş-Kur’ê da. Îş-Kur’ê ji min re got ji bo serlêdana te were qebûlkirin divê tu biçî Serokatiya AKP’ê û bibî endam.’’
‘SEROKÊ AKP’Ê BÛ SEROKÊ ÎŞ-KUR’Ê’
Hêjayi gotinê ye ku piştî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 4 navçeyên wê hatine kirin, Îş-Kur’ê cihê xwe barkiriye avahiya AKP’ê û bi Serokê AKP’ê yê Wanê Zahir Soganda re serlêdanan dinirxînin.
‘SOGANDA BI QEYÛMAN RE CIVÎN PÊK ANÎ’
Dîsa, beriya çend rojan Serokê AKP’ê yê Wanê Zahir Soganda bi qeyûmên AKP’ê re hate ba hev û civînek li dar xistin. Di civînê de Soganda ji qeyûman xwest bê wî ti kesî negirin kar û got kesê serlêdana kar jî bike divê destpêkê bibe endamê AKP’ê û bê erêkirin.