PDK’ê dest danî lı ser cenazeyê şervanê enternasyonalîst
Li Deriyê Sêmalka asayîşa PDK'ê dest danî ser cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê enternasyonalîst Mîcheal Willam Israel yê bi eslê xwe Amerîkî.
Li Deriyê Sêmalka asayîşa PDK'ê dest danî ser cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê enternasyonalîst Mîcheal Willam Israel yê bi eslê xwe Amerîkî.
Li gor agahiyên ku Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê dane Ajansa Nûçeyan a RojNewsê, duh ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên enternasyonalîst Mîcheal Willam Israel yê bi eslê xwe Amerîkî û Anton Lescbik yê Elmanî çûn Deriyê Sêmalka. Li gorî agahiyên nûnerên Kantonên Rojavayê Kurdistanê, asayîşa Sêmalka ya PDK’ê dest danî ser cenazeyê şervanê enternasyonalîst Mîcheal Willam Israel yê bi eslê xwe Amerîkî.
Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê, duh li ser daxwaza malbata Micheal William Israel, çûn Deriyê Sêmalka. Lê asayîşa PDK’ê li wir dest danî li ser cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê enternasyonalîst Mîcheal Willam Israel. Nûnertiya Rojava ragihand ku PDK’ê dest daniye ser cenaze û bi hinceta kontrolê revandine Dihok-Hewlêrê.
Nûnertiya Rojava ji RojNews’ê re axivîn û gotin: “Malbata şehîd dixwestin cenazeyê zarokê xwe bibin welatê wî û li Kalîforniyayê defin bikin. Em jî li ser daxwaza malbata wî ketin tevgerê û çûn Deriyê Sêmalka, lê asayîşê li wir dest danî li ser cenazeyê şehîd û bi bahaneya kontrola edlî revandin Dihok-Hewlêrê.”
Nûnerên Kantona Rojava wiha gotin: “Ferqa şehîdan nîne, divê rêz ji şehîdan re were dayîn. Em PDK’ê di ber her bûyereke neyînî biqewime de berpirsyar digirin û bi tundî şermezar dikin.”
Nûnertiya Rojava bang li aliyên pêwendîdar kir ku bikevin tevgerê û wiha berdewam kir:“Daxwaza me ew e ku hemû aliyên pêwendîdar bi taybet jî sefaretxaneya Amerîka ya li Başûr, di demeke kurt de cenazeyê şehîd ji PDK’ê bigirin û radestî malbata şehîd bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku şervanê enternasyonalîst yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Micheal Willam Israel bi nasnav Robîn Agirî, di 26’ê Mijdarê de li Minbicê di encama erîşên hewayî yên dewleta Tirk de tevî hevalekî xwe yê Elman Anton Lescbik (Ciwan Zana) jiyana xwe ji dest dabûn.