BI DÎMEN

Bi zarokên xwe re li rojavayê Reqayê mil bi mil li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike

Xalid El Ebdela, Erebekî ji gundê Xalid Muxtarê ye. Xalid El Ebdela diyar kir, di pêngava Xezaba Firatê de, di qonaxa duyê ya operasyonê de cihê xwe girtiye û bi 2 zarokên xwe re li dijî çeteyên DAÎŞ’ê mil bi mil şer dike.

Xalid El Ebdela Erebek e ku ji Gundê Xalid Muxtarê yê bi ser Reqayê de ye. Xalid El Ebdela dibêje, 2011’an, raperîna ku dest pê kirî, destpêkê bi rastî jî ji hêla gelên Sûriyê yên  gunerînxwaz ve hatibû pêkanîn.

Xalid El Ebdela dibêje pêvajoya ku destpêkê bi raperîna gel dest pê kirî, piştre bi tevlêbûna rasterast û ne rasterast a hêzên navdewletî, veguheriya şerê navxweyî û ew bi xwe jî pêvajoya pêşî di nav çalakiyan de cihê xwe girtiye.

Lê dibêje, piştî raperîn veguherî şerê navxweyî, ji warê xwe hatine kirin, çeteyên Konseya Netewî ya Sûrî, DAÎŞ, El Nusra, Ehrar El Şam mal û milkê wan talan kirine.

Ebdela dibêje, ji gelê Sûriyê bi milyonan kes bûne penaber û koçber, bi hezaran jê bi destê bazirganên mirovan ve li Behra Sipî hatine xeniqandin, gelê Sûriyê li dijî vê rewşê wê zêdetir bêdeng nemîne û ji bo vê jî  xwe tevlî nav refên QSD’ê kiriye.

Ebdela dibêje  QSD tekana nûnerê gelên Sûriyê ye û bang li ciwanên Ereb kir ku tevlî nav refên QSD’ê bibin û di avakirina Sûriyeya Demokratîk de cihê xwe bigirin.

Ebdela (40) ku di nav refên QSD’ê de cihê xwe girtiye û dibêje, di pêngava 2. a Pêngava Xezaba Firatê de jî wî cihê xwe girtiye.

Ebdela diyar dike ku niha ew li gel 2 kurê xwe di nav operasyonên rizgarkirinê de li rojavayê Reqayê şer dikin û ew şanaz e ku li gel zarokên xwe di nav refên QSD’ê de şer dikin.

Ebdela dibêje Seqir (22), Nimir (20), Hemîd (18) keça wî Ciwana di nav refên QSD’ê de, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê wê şer bikin.

QSD dibêje ew ji bo jiyana azad û wekhev a hemû gelên Sûriyê têdikoşin û wê hemû gelên Reqayê ji çeteyan rizgar bikin.