YPG: Îdîayên dewleta Tirk derew in

Fermandariya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, îdîayên wezîrê karên derve yê Tirk, ku li ser teqîna li Stenbolê YPG'ê dike hedef, îdîayên derew in.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî îdîayên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû yên çalakiya TAK'ê ya li Stenbolê, ku wan dike hedef, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk careke din bi derewan îdîa dike ku destê YPG'ê di teqîna li Stenbolê ya 10'ê Kanûnê de heye û hat gotin, "Bi van îdîayên ku dewleta Tirk li ser derewan ava kiriye hewl dide siyaset û îdeolojiya xwe ya qirêj û komkujiyê ku li ser gelên me yên Tirkiyeyê pêk tîne binixumîne.

Ev îdiayê ku dewlete Tirk dike ti rastiya xwe nîne. Hewldanên vala ne û dixwaza bide xuyakirin kesên dewleta Tirk hedef digirin ji derve ne, tevî ku her tiştê hatiye li ser herêmê ji qirêjiya şer û ne lihevkirin bi destê Receb Teyib Erdogane û piştgiriya wî ji komên terorîst yên cûr be cûr e."

Fermandariya Giştî ya YPG'ê da xuyakirin, ku tevî hemû êrîş û binpêkirina sînorê Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve, ew teqez dikin ku het aniha ti carî dewleta Tirk nekirine hedef û got, "Em wek Yekîneyên Parastine Gel YPG bangawazî li hemû dewletên navneteweyî û cîhanê dikin ku  li pêşiya binpêkirina dewleta Tirk li ser Rojava û îdiayên wê yên derew der heqê gelê me yên Rojava de, bisekinin."

Hêjayî gotinê ye, çalakiyên bombeyî yên 10'ê Kanûnê li Stenbolê li dijî polîsan pêk hat û di encamê de bi dehan polîs mirin, Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî li xwe girtibû.