Avesta: Divê nirxên me yên pîroz bi têkoşîn û berxwedana me re bibe yek

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta: Divê Cejna Êzî bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna gelê me, bidestxistina siberojên azad û bingehê yekîtî û tifaqa me.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta bi boneya Cejna Êzî ji Çira TV re axivî, got, pêwîst e Cejna Êzî bibe wesîleya yekgirtin û tifaqa Êzîdiyan, mezinkirina berxwedan û têkoşînê û rojên azad.

Avesta diyar kir ku tevî ewqas qetlîaman jî civaka Êzîdî bawerî û çanda xwe parastine, rixmê her tiştî jî cejna Êzî tê pîrozkirin û ev gotin;

“Bi boneya cejna Êzî, ez li ser navê Tevgera Apoyî ji çiyayên azad, Herêmên Parastinê yên Medyayê silavê ji tevahî gelê Êzîdî re dişînim. Cejna Êzî, di serî de li tevahî Êzîdxana pîroz, li tevahî gelê Êzidî û gelê Kurdistanê pîroz be. Di dîroka mirovahiyê de cejnen bi vî şiklî, gelek nirxên dîrokî-civakî, manewî di nav xwe de dihewînin. Her çiqasî bi dehan caran bi ser civaka Êzidî de qirkirin û qetlîam hatibin jî, çand, kevneşopî, baweriyên xwe parastine û anîne heta îro. Piştî Fermana 73’yemîn, tevî ku bi hezaran Êzidî di dest çeteyan de hê jî dîlgirtî ne, tevî ku bi deh hezaran Êzidî li kampan di şertên zehmet de hewl didin jiyana xwe bidomînin jî û Êzîdî li kû dijîn bila bijîn, her çiqasî bi êş bin jî, Cejna Êzî pîroz dikin. Ez cejna Êzî ya qehremanên YBŞ’î, YJŞ’î ku tinebûna vê çand û olê asteng kirin, fermana 73’yemîn pûç kirin, nirx û axên xwe yên pîroz teslîm nekirin û hê jî li çiyayên Şengalê şer dikin, pîroz dikim. Dîsa bi boneya vê rojê ez şehîdên mezin ên di parastin û azadkirina vê axa pîroz de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînim, li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Bi saya têkoşîna fedaî ya şehîdên me yên mezin ên mîna Berxwedan, Şengal, Bêrîvan, Faysal, Tîrej, Dilgeş û Vînar, em dikarin îro vê cejnê pîroz bikin.”

‘ÊZDATÎ YEK NIRXÊN HERÎ MEZIN Ê KURDISTANÊ YE’

Avesta diyar kir ku ji nan û avê zêdetir bi parastin û rêxistinkirina vî olê kevnar pêdivî heye, îfade kir ku divê Êzîdî yekgirtin û tifaqa xwe saz bikin.

Avesta destnîşan kir ku divê Cejna Êzî bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna gelê Êzidî, bidestxistina siberojên azad û bingehê yekîtî û tifaqê û got; “Dîsa, divê ev di şexsê gelê Êzidî de bibe cejna hevpar a tevahî gelên Kurdistanê. Yek ji rengên herî bingehîn û nirxên herî mezin ê civaka Kurdistanê jî gelê Êzidî ye. Gelê Êzidî jî pêwîst e ti carî xwe ji vê dîroka qedîm û dewlemendiyên civakî cuda û qut nenirxîne. Ji bo Êzidiyên ku li çar aliyên cîhanê belav bûne careke din vegerin axên Êzîdxana pîroz, ji bo karibin dîsa ol, bawerî û kevneşopiyên xwe pêk bînin, ji nan û avê hê zêdetir pêdiviya wan bi parastina vê çanda qedîm, olê pîroz û rêxistinbûyin, tifaq û piştevaniyê heye. Divê cejn bibe xwedî rol û mîsyonek wisa. Bi taybet jî ji bo yekîtiya Êzîdiyan rolek mezin dikeve ser milên lîderên ruhanî yên vî gelî Bavo Şêx, Mala Mîran, tevahî saziyên olî yên Êzîdxanê.

Dîsa bi vê boneyê, ez dixwazim îfade bikim ku 3 zivistan in ku mirovên me bi zehmetek mezin, di nav berfê de, di nav şilî û şepeliyê de hewl didin di konan de jiyana xwe bidomînin. Ev ji bo me şerm û kêmahiyek mezin e. Ji bo ev rewş bi dawî bibe, pêwîst e Êzîdiyên ku li her derên cîhanê dijîn, madî û manewî tevahî destekên xwe pêşkêşî gel bikin. Pêwîst e vî gelî dîsa rakin ser piyan, nirxên xwe yên pîroz bi têkoşîn û berxwedanê re bikin yek. Ev wezîfeyek esasî ye ku li milê me tevahiyan e. Her çiqasî em bi êşên mezin vê cejnê pêşwazî dikin jî li gel vê em xwedî berxwedanek mezin in. Gelê Êzîdî cara yekem di dîroka xwe de bûye xwedî rêxistina xwe, hêza xwe ya parastinê û cara yekem ku dikare bi azadî çand û baweriyên xwe bijî.”

‘DIVÊ EV CEJN BIBE CEJNA SERKEFTIN, AZADÎ Û BERXWEDANÊ’

Avesta got divê ev cejn bibe cejna serkeftin, azadî û berxwedanê û wiha dewam kir; “Ev di dest me de ye. Bi vê boneyê ez li ser navê Tevgera me we hemûyan bi hestên herî germ silav dikim. Li Rêberê tevahî Kurdistanê, Rêberê gelê Êzîdxanê Rêber Apo pîroz dikim. Û dibêjim ku azadiya Rêber Apo, azadiya civaka Êzîdxanê ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî gel, bawerî û çandên Rojhilata Navîn e.”