Ehmed: Azadkirina Reqayê azadkirina tevahiya Sûriyeyê ye

Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG/YPJ'ê û yek ji fermandarên Pêngava Xezeba Firatê Newroz Ehmed, ji ANF'ê re axivî.

Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG/YPJ'ê Newroz Ehmed destnîşan kir, ku ew ê tola civaka Êzidî hilînin û diyar kir, ew pê serbilind in ji ber ku YPJ weke hêza pêşeng ji bo jinan tê dîtin. Newroz Ehmed da xuyakirin, ku dagirkeriya dewleta Tirk a li axa Sûriyeyê wê mayînde nebe û li ser rizgarkirina Reqayê jî got, "Azadkirina Reqayê tê wateya azadkirna tevahiya Sûriyeyê."

Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG/YPJ'ê û yek ji fermandarên Pêngava Xezeba Firatê Newroz Ehmed, ji ANF'ê re axivî.

'QSD LI SER BINGEHÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK HATE AVAKIRIN'

Li ser kîjan bingehî û bi çi sedemê QSD’ê ava bû, çima pêdivî pê çêbû?

Di dawiya sala 2011’an de beşek ji Rojava hatibû rizgarkirin. Bes beşê di navbera kantona Efrînê û Kobanê de mabû. Êrîşên DAÎŞ’ê piştî pêngava Kobanê hatibûn bêbandor kirin. Piştî wê ji aliyê gel ve peşniyara ku  heremên ku nezî gel û di destê DAÎŞ’ê de ne, werin rizgarkirin kete rojevê. Li ser vê pêşniyarê êdî azadkirina heremên ku lê Kurd û Ereb dijîn, bûne armanca me ya  azadkirinê. Ev planên nû yên şer jixwe armanca me ya esasî jî temam dikir. Ji ber ku daxwaza federosyona demokratîk jî ew e ku hemû  pêkhateyên ku Rojava dijîn bên azadkirin û bi hev re bikaribin azad bijîn. Ya dî jî ev plana nû ya heremên  rizgarkirinê bi xwe re nakokiyên di navbera netewan û olan de ji holê rakir. Ev şer heta encam bigirê wê berdewam bike û gelek hêzên din jî wê bixwazin li gorî berjewendiyê xwe hewl bidin sûdê jê wergirên.  Di Rojava de têkîliyên di navberan neteweyan de wek heremên din kurtir nebûn. Ji ber ku di dîrokê de demek dirêj bi hev re jiyane. Li wan hereman  ku destpêkê  me rizgar kirin jî gelan bi hev re şer meşandin. Li ser vî bingehî jî avakirina QSD’ ket rojeva me. Ji bo ku hêzên leşkerî temsîliyeta hemû netewa û olan bike, ne bes YPG’ê tenê derbikeve pêş hêzên QSD’ê hatin avakirin. Mirov dikare bêje ku li ser bingeha modêla civaka demokratîk ji bo avakirina QSD’ê gav hate avêtin. Kesên ku dixwastin xwe li ser van nakokiyan bidine jiyîn jî bi vî awayî hatin bêdengkirin. Bi taybet di sala 2015’an de ev gav hatin avêtin û di sala 2016’an de jî bi giştî cihê xwe girt. Di pêngava yekemîn de ji hemû netewan nezî 5  hezar ciwan tevlî nav refên QSD’ê bûn. Vê pêngavê bi xwe re germahiyek jî di nava civakê de anî. Pêngava ku herî xurt û yekîtî ava kir jî pêngava rizgarkirina Minbicê bû. Pêngava ku li Minbicê hat dest pê kirin, hemû rêyên DAÎŞ’ê bi derve re qut kir û ji ber wê ji bo me gelek girîngiya xwe hebû. Heta vê rojê jî hêzên me yên YPG’ û YPJ’ê jî 4 pêngavên mezin pêş xistin û bi serkeftî encam kiribûn.  Pêngava azadkirina Minbicê cihekî girîng û berfirehtir  di vê şoreşê de girt.  Bi serkeftina pêngava rizgarkirina Minbicê ve tevlîbûna nav refên QSD’ê jî zêdetir bû.  Piştî vê pêngava serkeftî êdî azadkirina Raqqayê ket rojeva me. Li gorî pêngava Minbicê, rizgarkirina bajarê Raqqayê, ji bo me cûda ye. Ji ber ku Raqqa weke paytextê tê dîtin û bajarekî gelek mezintir e. Lê ji bo me jî rizgarkirina Raqqayê wê bibe bingeha azadkirina giştî Sûriyeyê. Armanca van pêngavan ya esasî yekîtiya Sûriyeya Demokratîk û hemû netewan di nav xwe de cih dike ye. Armanca vê berxwedanê jî ew e ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn bi rêbazekî demokratîk û wek hev bê rêvebirine.

Di hemleya Kobanê de encama ku me derxist ew e ku êdî wê Suriye weke berê êdî neyê birêvebirin. Niha jî tiştên ku tê niqaşkirin û li ser tê sekinandin ev e; ev rewş niha wê çawa be, ji wek berê zêdetir niha pêwîste çawa be, liser vê tê sekinandin. Ev jî tekoşîna ku niha tê meşandin wê diyar bibe. Tabî feydê wê jî çêbû. Bi vê hemleyê jî bi taybet 2016’an de  bi MSD’ê re î xebatên federasyonê têne kirin. Her çiqasî di derbarê vê federasyonê de nirxandin û nêzikatiyên cûda  hebin jî, li heremê germahiyek, meraqek û hêviyek jî heye. Di heman demê de li heremê hinek kesan jî ev weke armancên cûda nirxandin. Xebatên niha tên meşandin jî her alî Kurd Ereb Suryan û hwd di nav vê xebatê de cîhê xwe digirin. Ev xebatên federasyonê encamek erênî jî derxist holê, niha roj bi roj tevlîbûyinek xurt jî tê çêkirin. Ev dide diyarkirin ku wê êdî di pêşerojê de yan rejîma Suriyê, yan jî hêzên din jî ku  heya niha bi awayek fermî qebûl nekirin, wek pergalek meşrû nabînin, lê belê ew şîroveya wan e. Lê herkes pê dizane ku wê qedera Suriyê, gelê Suriyê bixwe diyar bike.  Eger bi rastî jî îradeya gelên herêmê û Suriyê bê qebûlkirin wê demê divê ev projeya me bê qebûlkirin, pergala Suriyeya Demokratîk were qebûlkirin. Tu kes jî nikare vê  ji nedîtî were. Wê êdî Suriye ne Suriyeyê berê be, xweseriya gelan bi taybet gelê Kurd û pêkhateyên din jî gelê Ereb jî ê niha Reqqa rizgar dikin jî dibêjin, ‘Em ne tenê Kurdan esas digirin em hemû gelên heremê ku di rewşa  xerab û feqir de ne esas digirin’ ji ber ku heya niha tu xizmetek ji gel re nehatiye kirin, ji berê ve tû xizmetek nedîtine. Ev niha hê bêhtir destê me jî xurt dike, divê her herêmê  li gor xweseriya xwe tiştê ku heq kiriye wê bibîne. Ji ber gelê heremê kedek mezin dane û wê encamên wê jî bigirin. 

'JI MINBICÊ ARMANC YEKKIRINA KANTONAN BÛ'

Armanca rizgarkirina Minbicê çi bû?

Niha bivê ve girêdayî rizgarkirina Minbîcê û hemleya Şehbayê jî liser esasa rizgarkirina her sê kantonên Rojava bû.  Armanç jî yekkirina van kantonan e. Ji ber  ku di wê heremê de zêdetir Kurd dijîn. Van hemleyan jî encamên xurt jî derxist holê de. Gelek  herêm hatin rizgarkirin, bi taybet gelê me yê ku dibin zilma DAİŞ’ê de û çeteyên Tirk de dijiyan, qismekî van herêman hate rizgarkirin. Niha mesafeyek pir zêde nemaye, lê belê ew hêzên ku armanc dikin ku gerek Kurd li wir nebin hêzeke zêdetirîn yê serkêşiya wî dikin jî dewleta Tirk e. Yê ku êrîşa li ser herêma Cerablûsê û herêma Babê dikin jî hemû armancên wan ewe ku, gerek kanton nebin yek, gerek Kurd nebin hêzekî û Kurd li wir projeyekî erênî, baş û mayînde pêşnexin. Ji ber vê yekê êrîşên ewqas hovane bi rengekî pir zelal liser heremê didin meşandin, heta ku dagirkirina heremê dikin armanc. Heya niha tu hêz bi awayekî aşkere û zelal nediketin heremê û dagir nedikirin, bi awayek veşartî , bi riyên cûda êrîş dikirin û dagir digirin, lê belê hêzên Tirk îro bi awayekî aşkere dagir dikin û tînin ser ziman. Tekoşîna ku niha em didin meşandin, hemleyên ku em niha em pêş dixin ji bo ku hin zêdetir xurtkirina heremê û qeyîmkirina wê ye. Her çiqas di aliyê cografîk de herêm nebin yek jî lê belê, herkes êdî vê qebûl dikin ku Kurd êdî li ser vê axê xwedî mafekî ne. Sibê herêm bi çi awayî were birêvebirin.  Em ji vê bawer dikin ku wê hê zêdetir qezencên xurtir bidest bikevin, ji bo wê tekoşîna me di asta herî jor de berdewam dike. Niha hêzên ku ji derve tên û êrîşî heremê dikin tu meşrûiyeta xwe nîne, tu hinceta wan nîne, tu hinceta artêşa Tirk nîne ku hatiye ketiye nav axa Rojavayê Kurdistan û Suriyê. Her çiqas hinceta wan a wekî parastina axa xwe be jî di rastiyê de ne wiha ye. Hevkariya wan ji berê ve bi DAİŞ’ê re li holê  ye. Bi hevre çi kirine tên zanîn. Li vir kî mafdar e, kî ne mafdar e derdikeve holê. Ji ber vê yekê dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên din a axa Rojavayê Kurdistan û Suriyê wê mayinde nemîne ji ber ku mayina wan ne meşrû ye. Di aliyê leşkerî de jî tekoşîna me a heremê de û yekkirina kantonan de xebatên me didome. Di pratîkê de jî derdikeve holê ku tu  hêz nikare bikeve navbera Kurdan û parçe bike,  ev di tekoşîna me de jî hatiya pûçkirin. Yê dîtir jî wê tekoşîna me bide diyarkirin. 

'HEMLEYA REQA LI DIJÎ TECRÎDA LI SER GELÊ KURD HATE DESTPÊKIRIN'

Belê biryara hemleya Reqqayê çawa hate girtin, armanca destpêkirina  hemleya Reqqayê çibû?

Hemleya Reqqayê jixwe ji berê ve di rojeva me de bû. Reqqa bajarekî mezin ê Suriyê ye û bajarek Ereban e, lê belê Kurd jî li wir dijîn. Vê pêngavê QSD bi rê ve dibe, di nav vê de YPG-YPJ jî rola pêşeng dilîze. Ji ber gelek hêzan jî liser Reqqa’yê hesab û plan çêdikirin, hêzên koalisyonê jî ji bo paqijkirina DAIŞ’ê li herêmê biryar girtibû. Tunekirina DAIŞ’ê a ji navenda wê ve yek Musile, yek jî Reqqa ye. Bi destpêkirina hemleya Musilê ket rojeva cihanê  jî. Eger Musil were girtin, divê Reqqa jî were girtin. gerek paytexta wan were girtin, hetta herdu bi hev re were girtin ji ber ku yek li ser yê din bandor dike. Ji bo her dû hemle bi serkeftî  be, bi hev re destpêkirina hemleya  herdu bajaran dihat niqaşkirin ji bo vê amadekirin pêwîst bû , ev saleke bû  di rojevê de bû. Reqqa jî paytexta DAIŞ’ê ye, ew li wir xwe bicih kirine, xwe xurt kirine, ji bo vê hemleyê jî hêzek mezin pêwîst dikir û amadekariyên xurt pêwîst dikir, hêzek xurt ji bo wê pêwîst dikir. Hemleya Reqqa’yê jî êdî ferz bû û divê bihata destpêkirin. Gelek hêzan digotin wê kî vê operasyonê bike, kî bikaribe bike, ev niqaş dikirin. Tu kesî jî hêvî nedikir ku em ê vê hemleyê bidin destpêkirin û bidin meşandin. Ji bo vê yekê bi taybet dewleta Tirk nedixwest em vê hemleyê dest pê bikin û ket liv û tevgerê. Nêrînê wan wisan hebû ‘kî dikeve Reqqa’yê bila bikeve gerek hêzên Kurd YPG-YPJ nekevin Reqqa’yê’. Hêzên kooalîsyonê jî digot gerek hêzên ji heremê bixwe vê operasyonê bikin û hemleyek wisa dest pê bike. Ji ber vê jî hêzeke ku vê hemleyê bikaribe bide destpêkirin ew jî hêzên Kurd bûn. Me ev hemle bê ku alîkarî bigirin, bê ku bazarî bikin da destpêkirin. Rejîm jî ev hêvî nedikir û ji bo vê operasyonê ne amade bû, hêzên wê têrê nedikir. Di vê pêvajoyê de me ji hêzên koalisyonê re got  ku em ji bo vê operasyonê  amade ne û me ji bo vê operasyonê hêzekî xurt amade kir. 

Lê belê dewleta Tirk careke din ev asteng kir. Armanca hêzên Tirk jî li ser vê esasê bû; yekemîn Cerablûs û Babê dagir bikin û xwe bigihin Reqqayê, lê belê me ev hewldan pûç kirin. Lihevkirina wan jî wisa bû; wê hêzên xwe ji Reqqayê vekişin bînin Babê û li ser Babê jî xwe bigihîjin Reqqayê. Lê belê hesabê malê û sukê hev negirt. Artêşa Tirk jî neçar ma ku li Efrîn û Minbicê bi hêzên me re şer bikin. Li wê heremê DAIŞ’ê jî hinek li ber xwe da, ji bo vê jî artêşa Tirk nekarî bi pêş de biçe, li derdora Babê jî asê ma. Hêzên kooalisyonê neçar man ku QSD’ê qebûl bikin ku ji bo hemleya Reqqayê dest pê bike. Ji dervêyî hêzên QSD’ê jî tu hêz nedîtin. Pêşengiya hêzên me a operasyona Reqqayê jî ji bo me gelek girîng bû. Heya niha hemû hewldan û armanca hikûmeta Tirkiyê ew e ku PYD bixin listeya terorê. Ev 30-40 sal e li Tirkiyê şerekî mezin heye. Dixwazin vê bi Rojava re bigirin tenê bi mebesta têkbirina destketiyên  Kurdên Rojavayê Kurdistanê têk bibin. Ev hemleya Reqqayê  ji bo me jî di aliyê siyasî de jî pir girîng bû. Tabî wek leşkerî zor û zehmetiyên xwe hene lê belê zêdetirî siyasi ye. Ev hemle di heman demê de ji bo li dijî tecrîda li ser gelê Kurd jî hat lidarxistin, li dijî dorpêça dewletên dagirker  û çeteyên wê hat destpêkirin.  

'REV Û TESLÎMBÛNA ÇETEYAN ZÊDE DIBE, EV JÎ LEWAZTIYA WAN NÎŞAN DIDE'

Ev hemle wek planê xwe dimeşe, di kîjan astê de ye?

Wek me got ji bo hemleya Reqqayê me hêzeke mezin perwerde kir û amade kir, bi taybet jî  kesên ji herêmê hatin perwerdekirin, ew kes tevlî operasyonê bûn. Ev operasyon li gor planên xwe hat destpêkirin û ligor wê tê meşandin. Ev operasyon bi awayek berfireh hat destpêkirin, ji ber ku DAIŞ hêzên xwe li herêmê bicîh kirine tedbîrên mezin girtine, xetên xwe yên parastinê girtine. Jiber vê yekê operasyon bi çend merheleyan hat plankirin; merheleya yekemîn, dorpêçkirina bajêr bû di aliyê hemû parçeyan de, ev bi serkeftî temam bû. Di merheleya  dûyem de jî wê rizgarkirina bajêr tê hedefkirin. Heremekî zaf berfireh e, gelek gund û gundewar li derdora wê hene, em jî gav bi gav bê ku zirar û ziyan bigihêje sîvîlan hemleya xwe bi awayekî pir baldar didin meşandin. Hêzên me di hemleya yekem de, di nav 10 rojan de, di aliyê bakurê Reqayê de xwe nêzî bajêr kirin û heremekî nêzî 700 km rizgar kirin û hêjmarek zêde gund hatın rizgarkirin û bi rengekî serkeftî hat bi encamkirin. Di hemleya yekemîn de me nêzikatiyên mirovên heremê jî dît bi awayek erênî bû û gel pir kêfxweş bû. Hema di wê kêliyê de rêxistinên xwe ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin. Heta gotin em ji berê de li benda we bûn lê hûn dereng man jî. Ev hêz û moralek  jî da hêzên me û hêzên me hê zêdetir bi biryar bû. Tabî ev ji bo me jî bû ku em ê di hemleyên pêş me de jî bi vî awayî serkeftî derbas bikin.  Şerê çetan yê niha piranî  bi mayîna ye, nema weke berê bi hijmarekî girse tên, taktîkên  xwe guhartine. Li gor hemleya yekemîn xwestekên tevlîbûna şer hîn zêdetir in, bêgoman ev serkeftina me dide  diyarkirin. Di vê hemlê de tevlîbûna hêzên nû hîn zêdetir bû, lê me di vê demê de giranî daye xebatê perwerdeya di nava gel de. Tevî astengiyên heyî hewildanên me ji bo vekirina rêka Bab û hwd ne. Bê goman bidestxistina bendavê pir girîng e û ji bo dijmin derbeyeke pir mezin e. Rast e xwe di gelek cihan de bi cih kirine, lê di heman demê de mirov lewaztiya wan jî dibîne. Ji ber ku hem rev hem jî teslîbûn di nava çeteyan de pir bûye, ev jî lewaztiya wan dide diyarkirin. 

'EM SERBLIND IN KU JI JINAN RE BÛNE PÊŞENG'

Rol û mîsyona koalîsyonê hûn çawa dinirxînin?

Hemleya Reqayê di rejeva tevahî cîhanê de bû, li ser esasê  pêşxistina hemleyê nîqaşên me bi koalisyonê re çêbûn. Nîqaşên me li ser esasê destekdayîn û alîkariya cebilxane û tevlîbûna hemleyê bû, heta niha destekdayîneke wan jî ji bo me çêbûye. Ev hemle li gor yên berê hêzeke mezintir dixwaze, wê li ser wî esasî destekdayîna koaalisyonê çêbibe. Wan bi xwe jî di dawiyaniya xwe de dabûne diyarkirin û wê hêzên xwe li vir zêdetir û xurtir bikin. Destekdayina wan piranî d aliyê cebilxane û hewayî de çêdibe. Di aliyên bejahî de jî ekîbên ku pêş ve diçin hene. Di tevahî şerê me de YPJ roleke xwe ya pêşeng leyîstiye, bêgoman vê bandoreke xwe ya pir mezin li ser gelê heremê kir. Armanca me weke YPJ’ê bş rizgarkirina Reqayê re,  bingehê rizagrkirna jina bû, ji ber ku DAÎŞ’ê Reqa weke navend ji xwe re girtibûn. DAÎŞ’ê sîstema xwe li wir bi cî dikir û herî zêde li ser jinê dida meşandin. Êrîşên çeteyan li ser jin û gelê me yê Êzîdî em tu carî ji bîr nekin, ji bo wê, wê tu carî ev jin van êrîşên hovane ji bîr nekin. Li ser vî bingehî me dest bi hemleyeke bi vî rengî kir, wê di vî şer û hemleyê de YPJ’e pêşengtiya vî şerî bike. Hin hêzan xwestin ku di hemleya Mûsilê de bidine  diyarkirn ku em jî jinan tevlî şer dikin. Pir hêzên weke Artêşa Azad gotin ku em ê artêşên jinan avabikin, lê bê goman encama wê girîng e. Rast e di milekî de mirov kêfxweş dibe, lê mixabin wan di aliyên pir xerab de bikar tînin. Çiqasî bêjin ku em bi vî rengî demokrat dibin lê di bingeh de ne bi vî rengî ye, ji ber ku di fikir û zîhniyeta wan de pirsgirêk heye. Me di gele cihên weke Şehba, Girê spî, Reqa û hwd xwestekên jinan dîtin, lê pêwîst e ku ew jin nehêlin ku xwestek û daxwazên wan bikevine di bi qontrola wan çete û faşîstan de. Me berê jî gotibû em weke YPJ’ê deriyê me ji tevahî jinên cîhanê re vekiriye. Em jî weke YPJ’ê, em serfiraz û serbilind in ku em ji jinan re bûne modêleke pêşeng. Em di wê hêz û bawriyê de ne ku em tola tevahiya jina û bi taybet ya jinên Êzîdî hilînin. 

Piştî azadkirina bajarê Reqayê wê bajar çawa were bi rê ve birin?

Ev herêm li gor herêmên din hinekî cuda ye. Em weke hêzên leşkerî vî bajarî bi rê ve dibin, lê hewildanên me ji bo rêxistinkirina vî gelî ew e ku ew xwe bi rê ve bibin û ya herî rast  ew e. Xwestek û daxwazên gelê yê vê herêmê hêvî û daxwazên me mezintir dike. Amedekariyên me ew in ku di demê pêş de gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Jixwe gelê herêmê di wê ferqê de ye û dizane ku kî ji bo wan şer dike û kî ji bo berjewendiyên xwe şer dike. Ji bo wê xwestek û daxwazên tevlîbûnê  her ku diçin zêdetir dibin.