Polîsan avêtin ser du şaredariyên DBP'yî
Polîsên Tirk avêtin ser şaredariyên Hawêlê û Weyselqaranî yên Sêrtê. Hevşaredara Hawêlê Selva Erdogan hate binçavkirin.
Polîsên Tirk avêtin ser şaredariyên Hawêlê û Weyselqaranî yên Sêrtê. Hevşaredara Hawêlê Selva Erdogan hate binçavkirin.
Polîsên Tîmên Taybet danê vê sibehê avêtin ser şaredariyên Hawêl û Qeyselqaranî yên Sêrtê. Polîsan der û dorê avahiyê bi maşîneyên zirxî girtin û destûr nedan xebatkarên şaredariyê têkevin hundir. Polîsan li mala Hevşaredaran Selva Erdogan û Ali Aydın lêgerîn kirin.
Polîsan di lêgerînê de Hevşaredar Erdogan binçav kirin. Aydin jî ji ber ku ne li mala xwe bû legerîn kirin û derketin. Hat diyarkirin ku dibe di operasyonê de hejmara kesên hatibe binçavkirin zêdetir be.