Bi sedan ciwanên Reqayî tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûn

366 ciwanên Reqayî tevlî nava refên Pêngava Xezeba Firatê bûn.

Dewreya Şehîd Lîs Ata Ellah El Xabûr ya Akademiya Şehîd Ezîz qediya, ku 366 ciwanên Reqayî lê perwerde bûn qediya. Bi wesîleya bidawîbûna dewreyê, merasîmek hate lidarxistin.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mîrala Telal Silo û endamê Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Ebdulqadir Hivêdlî li merasîmê axivîn û diyar kirin, tevlîbûna şervanên wî wê hêza wan zêdetir bike.

Piştî axaftinan, ciwan li 7 tabûrên bi navê Şehîd Rûstem, Şehîd Tehsîn, Şehîd Hesen, Şehîd Bîlal, Şehîd Zagros, Şehîd Bahoz û Şehîd Adil hatin bicihkirin. Şervanên nû berê xwe dan eniya berxwedanê.