Li Minbicê çinareke Kafkasê: Pîra Fatma a Çerkes
Tê gotin li Minbicê Çerkes, Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermen dijîn. Dema ku mirov bigere û bibîne mirov dibîne ku ev tenê gotin e.
Tê gotin li Minbicê Çerkes, Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermen dijîn. Dema ku mirov bigere û bibîne mirov dibîne ku ev tenê gotin e.
Tê gotin li Minbicê Çerkes, Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermen dijîn. Dema ku mirov bigere û bibîne mirov dibîne ku ev tenê gotin e. Ji bo vê jî dema ku nû çûme Minbicê li Çerkesan geriyam. Ji ber ku heta niha kêm jî be li Efrîn, Kobanê, Qamişlo têkildarî Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî û Ermenan hin tişt hatine nivîsîn. Her wiha bi endamên van gelan re, yên ku min ew dîtin têkildarî dîrok, civak, kevneşopî û hatine wan a Sûriyê axivîbûm. Ji bo vê jî li Minbicê ku bi têkoşîneke bênavber a 73 rojan azad bûyî, li Çerkesekî geriyam ku ji pirsên min re bibe bersiv, bikaribim pê re biaxivim. Pêşî min kesekî ku televizyonan tamîr dike, dît. Diyar kir ku bi kesê bi navê Zoher Ilyas ne ew e lê ku pîreke bi navê Fatma heye û ku ez xwe bigihînimê ew ê ji pirsên min re bibe bersiv.
Min bi hêsanî mala pîra Fatê dît. Lê geh îro, geh sibe encex beriya bi du şevan min xwe li ber mala wê dît. Keça wê ya biçûk Lana derî ji min re vekir. Bi kabokên xwe digirt û li ber derî ez pêşwazî kirim. Em birin odeya ku lê rûdinin. Ji Lanayê mezintir keça wê Necla li odê li benda me bû Dema ku em diaxivîn ji keça xwe re tiştek got. Ne bi Erebî bû. Dema ku min gotî, ‘’Dayê, bi Çerkeskî bi keça xwe re axivî?’’ Bi ken got, ‘’erê kurê min, bi Çerkeskî. Li gel ku bi bavê wê re em tim bi Çerkeskî diaxivîn jî kir û nekir hînî axaftina Çerkeskî nebû lê fêhm dike’’ Dema ku min gotî, ‘’te çi jê re got?’’ Got, ‘’Piştî ku min ji te re got, çay an qehwe, min jê xwest ku çêbike’’ Dema ku min jê re got, ‘’dayê ez hatim vir da ku seriyekî li te bidim û çîroka Çerkesan j ite guhdar bikim. Tiştekî venexwim jî dibe’’ Got, ‘’tu ser çavan hatî, bi xêr û xweşî hatî. Bêyî ku tiştekî venexwî dibe qey?’’
Piştî slavdayineke domdirê bi pîra Fatê re me dest bi civatê kir.
JI KAFKASAN BER BI MINBICÊ VE…
Çîrokên ku weke ta û derziyê jiyaye ku ji dê û bav û mezinên pêşiya xwe guhdar kiriye vegot. Dema ku pîrê ji ber xwe ve got, min pêdivî pê nedît ku bikevim navberê:
‘’Navê min Fatma Omer Kurbaç. Paşnavê min Erdogan. Ti têkiliya me bi Serokkomarê Tirk re nîn , ha!
Bavê min hê 15 saliya xwe de ji Tirkiyê tê. Tê vir û li Minbicê bi cih û war dibe. Li vir zewicî. 4 birayê min ê ji min meztir û du xwîşkên min hene Ango em 7 xwîşk û bira ne. Hemû mirin. Tenê ez mam. Ocax bavo niha li ser min maye. Zarokên ne xwîşkên min ne jî birayên min çêbûn Ango, ku ez jî bimirim, wê deriyê bavê min qufle bibe. 1940’î ji diya xwe bûme. Bavê min, dema ku 3 salî bûme, çûye ser dilovaniya xwe. Dayika 7 zaroka me. 3 kur û 4 keçên min hene Şikir, hemû jî sax in.
Çerkes, Abhaz û Ubîhî piştî şerê Osmanî-Rûsan bi lîstikeke Osmaniyan, wê demê ji xaka Osmaniyan koçber dibin. Piştre dema ku mezin bûm û min xwend, min fêhm kir ku piştî şerê 1863’an koç kirine. Rûsya piştî ku ji Naliçîk û Kabardeyê vedikişe, ên me li Qeyserî, Meraş, Ordu, Samsûn, Tokat, Amasya, Sînop, Yozgat, Duzce, Adapazarî, Kocaelî, Aydin, Konya û hwd. bi cih kirine. Malbata me û derdora me şandine Meraş Goksunê û ji wir jî şandina Kayserî, Pinarbaşiyê.
Li van deran dest bi jiyanê kirine. Piştî Şerê Cîhanê yê Pêşî dest pê dike, ap, xizm û gelê me yên ku dikarîbûn rahêjin çekê birin şer. Li ser navê ku keştiyê siwar bikin û birinê, kalikên me di behrê de xeniqîne Ji bo vê jî Çerkesên me belkî 40 salan masî nexwarin Hê jî hin jê masiyan naxwin. Hin jê heta ku saxin naxwin. Dema ku mezinên me dimirin, ên mayî, ên ku temenê wan di navbera 15-18’an de û biçûktirên wan, dikevin rêyan û têne van deran. Hatin pir trajîk bûye.
Hin jê bi erebokan, hin jê bi parxêlan, erebeyê dewaran, hin jê bi peyatî tên. Ango piştî koçberiya li welêt, koç çêdibe û têne van deran. Piştî ku têne van deran, vê carê jî rejîm ên bela ji hev terûbelav dike. Hemû li cem hev nehiştin. Gotin, li cem hev bimînin dibe ku em ziyanê bidin wan. Ji bo vê jî, çawa ku yên me hatine vir, beşek jê şandine Xanasirê û li pêş Hadîdîyan danîne. Ji mirovên me hin birin Hamayê û hin jî Colanê. Hin jê jî li vir nesekînin û birin Ûrdûnê. Melîk Huseyîn ango kral Huseyîn li wan xwedî derket. Ew parastin. Lê em li vir neman, derbider bûn, ji hev ketin. Ji ber ku kesî em neparastin.
Dema ku ji Pinarbaşiyê koç dikin, ji xalên min, çendeke temenmezin dimînin. Ev malbata me didine hev û didin rê. Koçberî bi vî awayî dest pê dike. Ji aliyê bavê me, hin dimînin. Ew piştî demekê diçine Edene. Hê jî li wir dijîn. Ez li wan geriyam û min ew dîtin. Niha li Edene weke keştîvanên jîndar têne zanîn. Xalanê min li hêla Tokatê dimînin.
Xezûranê min jî li vir dizewicin. Xezûrê min ji Pinarbaşiyê û xesûya min jî ji Çukrutê ye.
3 kurê xesûya min hene. Yek jê hevserê min bû. Navê wî Duran bû. Navê tiyekî min Cewdet û yê dî jî Neşet bû. Xesûma min, piştî mirina xezûrê min, ev hê zarok bûne û bêkes dimînin. Bavê min xwedî li wan derketiye û mezin kirine. Jixwe em xizmên hev bûn. Bavê min ew mezin kirin, û ji bo ku me ji hev hez dikir, em bi hev dane zewicandin. Bi hezkirinê em jiyan. Rojekê jî me dilê hev nehişt. Hezkirina me tim weke ya roja pêşî ma.
Zimanê min ê dayikê Çerkeskî ye. Bi Erebî û Tirkî jî zanim. Tirkî li vir hîn bûm, di dema xwendinê de. Diya min jî bi Tirkî dizanîbû. Li dibistanê kêm jî be bi Ermenkî hîn bûm. Bi keçikên Ermen ên dibistanê re diaxivîm û wiha hîn bûm. Ew keçik jî zimanê me hîn bûn. Lê niha nizanim biaxivim. Min ji bîr kir. Dema ku hemû cîranê meç ûn, ez neaxivîm û wiha min ji bîr kir. Erebî jî ji bo ku em pê diaxivin hîn bûm.
‘EM BÊDUNDE DIN’
Binemala me Çerkesan li vir bêdûnde dibe. Salên 90’î li Minbicê nifûsa zêde Çerkes bûn. Lê niha em 100-160 kes mane. Birek ji gelê me koç kir. Hin jê çûne komara Adîgeyê. Hin jê çûne Ewropa. Hin jê çûne cem xizmên xwe yên li Tirkiyê. Van 5 salên dawî jî yên mayin gelek ji wan çûn. Ji bo vê jî niha em li vir pir kêm malbat man.
Sedema kêmbûna me ya li vir jî girêdayîbûn e. Li cem me zewac bi hezkirinê dibe. Lê hin malbat keç û kurê xwe bi hev nedidan zewicandin. Ji bo vê jî, piştî vê êdî jiyan ji bo wê keç û kurê namîne. Bi vî awayî dijîn û dimirin. Ya dî jî, li cem me, hevjîn, hevser bimire, nazewicin, zarok hebin jî nebin jî careke dî nazewicin. Mînak em 6 xwîşk û bira bûn, tenê zarok ji min re çêbûn. Zarok ji yên din re çênebûn. Ev ne tenê li cem me, li cem gelek malbatan wiha ye.
Li vir em bi gelê Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen re jiyan. Têkiliya me xweş bû. Ti kêşe di navbera me de nebûn. Hê jî wiha ye. Lê piştre gel li hev sor kirin û li hev kirin dijmin. Lê têkiliya me ya bi Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmenan re tim xweş bû. Ti caran bi cîranên xwe re em bi hev neketin. Ji bo vê jî em li reng, ziman, çand û baweriya cîranê xwe nanerin. Em li mirovbûn û dilê wan ê pak dinerin. Mînak li zeviya me Ereb dixebitîn. Heta ku dixebitîn bi me re bûn. Me zarokên wan şîr dida. Mînak, min zarokekî Kurd jî şîr daye. Qurbana wî bim, di 24 saliya xwe de bi qezayekê çû. Ne weke kesekî ku min şîr dayê, lê weke ku kurê min miribe. Ji bo vê jî, çi dema ku bi bîra min tê digirîm. Biner, va dîsa digirîm..
Bi navê Ednan Derwêş aktorekî navdar ê Ereb hebû. Pîrika wî bi me re jiya. Ew jî bi me re mezin bû. Em zimanê wan gelan ku em bi hev re dijîn, hîn dibûn. Ew jî zimanê me hîn dibûn. Mînak gelek Kurd hebûn ku zimanê me hîn dibûn. Kurê min Macît bi qasî Kurdan bi Kurdî dizane. Zarokên min ên din giş baş fêhm dikin. Lê bi Erebî bersivê didin.
Berê evder bajarekî Çerkes bû. Piştre Ereb hatin. Ereb, Kurd bi 3-4 jinan re dizewicin. Hin jê xwedî 40 zarokî ne. Li cem me zewac carekê dibe. Zarok nebin jî kes careke dî nazewice.
Mînak malbateke Ereb hebû, li zeviya me dixebitî. 40 zarokên wan hebûn. Rojekê zarokekî wan bang l imin kir. Ez çûm. Got, ‘’Bavê min li zeviya we dixebitî. Hê jî hin zeviyên we malbata me coht dike. Kurapê min ez ji wan zeviyan qut kirim. Ez zeviyên wan bibêjim, biçin bistînin’’ Min got, ‘’beriya pevçûnê te bigota wê nirxekî wê hebûya. Lê niha hûn bi hev ketine, zeviya te ji te standiye û tu niha dibêjî. Tu me û wan bera hev didî. Tu sax bî, lê pêdiviya me pê nîn e’’ û vegeriyam malê.
‘MIN PIR DIXWEST BIÇIM PINARBAŞIYÊ’
Min pir dixwest biçime gundê xwe ango Pinarbaşiyê lê qet neçûm. Ez bi pey şopan ketim û min xizmên xwe dîtin. Min apekî xwe dît, li Edene dijiya. 1974’an çûme cem. Kurê apê bavê min e, lê em jê re apo dibêjin. Dema ku min dîtî di emrê bavê min de bû. Kal bûbû. Dema ku ez dîtim ez hembêz kirim. Rûyê min maç kir, çavê min maç kir. Bêhn kir. Got, ‘’keça birayê min’’ û giriya. Kurekî wî parêzer, yek muhendîs û yek doktor e. Navê wî Macît Erdogan e û navê birayê jî Emîn Erdogan e. Li Misrê min kurê apê bavê xwe dît. Em çûne Edene, Stenbol, Enqere, Bursayê. Em bi pey şopa xizmên xwe ketin. Em çûne Ayasofyayê. Ji ber ku midûra wir mêrê keçapa min Şefîka ye. Emrê min ciwan bû lê ku rojekê sax bimînim ez jî dixwazim biçim xaka bapîrê xwe bibînim. Ez dixwazim li wan deran bimirim. Li vir gelek kes çûn. Ew der welatê me ye. Kî naxwaze welatê xwe bibîne. Lê emrê min bû 80. Emrê min wê têr bike nizanim. Lê min qewîtî li zarokên xwe kir ku biçin xaka bapîrên xwe bibînin. Ku emrê min têrê neke ku biçim welatê xwe jî, dixwazim biçin Tirkiyê cihê ku bapîrên min lê jiyane.. Ango aliyên Pinarbaşiyê.
Kurapê bavê min ê ku min ew dîtî, got, hê zeviyên me hene û li cihên xwe ne û mala kalikê min jî hê dimîne.
Ji ber sedema koçberiyê û dûrbûna ji şûnwarê xwe, di nav her malbatê de kesekî bi navê Xerîb heye. Li cem me navê Xerîb an li keçekê an jî li kurekî dikin. Endamên din ên malbata dê û bavê min dane rê û hatin. Lê gundiyên me hin jê li wir man. Ango ciwan derketin lê yixtiyar man. Niha zarok û neviyên wan li wan deran in.
‘EM KEVNEŞOPYA XWE DIDOMÎNIN’
Di ser koçberiya me re 100 sal derbas bû lê hê jî em li pey kevneşopiyên xwe ne. Di rojên me yên taybet de em xwarina xwe ya navdar xibsê û navaşayê çêdikin. Keçên min jî dizanin çêbikin.
Dermanekî me yê navdar heye ji bo sermayê. Me şîr,îsot û hinek çaya hişk tevlî hev dikir û vedixwar.
Beriya ku şer li van deran dest pê bike, bihar û havînan Çerkesan tim serî didina hev û ciwanên me li erebeyan siwar dibûn, diçûne seyranê. Çend rojan me dixwar,vedixwar û şahî dikirn. Piştre yên ku diçûn serdanê vedigeriyan. Piştî 15 rojan dîsa dihatin cem hev. Lê niha em nikarin wiha bikin. Lê yên li derdora Konya Ilginê hê jî wiha dikin. Berê keç û kurên me bi yên ne Çerkes re nedizewicîn. Lê 20 salên dawî ev jî rabû.
‘ŞER EM BÊHTIR BELAWELAT KIRIN’
Du kur û keçeke kurê min ê mezin hene. Keçik zewicî, kurek jê re çêbû. Min neviyê kurê xwe jî dît. Şikir, êdî ez bimirin jî ne xem e. Ma ez ê çi yê dî bibînim. Neviyekî min li Elmanya yek li Swêd e. Ji vî şerî reviyan. Kurekî min jî niha li Kayseriyê ye. Kurekî min li Humusê. Keçeke min a zewicî li Latkiye dijî. Wiha em ji hev tertûbelav bûn. Dibînî?
Ez, du keçê min û kurekî min em niha li Minbicê dijîn. Piştî şer dest pê kir, bi salekê hevserê min û du keçê min em ji vir derketin. Em çûne Tirkiyê. Li Ilgan a Konya gundê Îhsaniyê heye, gundê Çerkesan e, em çûne wir. Li wir xizmên me hene. Em salek û nîvê li wir man. Malek dane me. Li Tirkiyê çi qas Çerkes hebûn, hatin serdana me. Hevserê me kal û nexweş bû. Ez çûme midûrîyeta nifûsê, kutika min derxistin. Wê pasaport ji min re çêbikirana. Lê hevserê min got, bila niha bimîne, min dilê wî nehişt. Hevserê min got, ‘’em biçin Minbicê, em li vir nemînin. Naxwazim li vir bimirim.’’ Em hatin vir. Piştî salekê mir. Ji bo ku li vir were veşartin hat evir. Niha ez û du keçê min mane, em bi hev re dijîn. Kurê min ê li vir jî zewiciye. Mala wî jî heye. Ez jî niha li vir li benda mirina xwe me. Lê beriya mirinê hin karê min hene. Dixwazim Pinarbaşi bibînim, mala kalikê xwe, axa xwe dixwazim bibînim. Beriya ku wan deran bibînim, naxwazim bimirim. Beriya ku wan deran bibînim, ez bimirim, dizanim wê çavê min vekirî biçim. Zarokên min jî bi vê dizanin. Ji bo vê jî keçik dibêjin, ‘’daye tu xeman nexwe. Bila rê rast bibin, em ê te bibin.’’