Hevşaredara DBP'yî ev 15 meh in li benda gilînameyê ye!
Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, ku ji bo tevlî çalakiya mertalên zindî bibe bi rê ket, lê bi îdîaya "li ber polîsan rabû" hate girtin, ev salek û 3 meh in li benda gilînameyê ye.
Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, ku ji bo tevlî çalakiya mertalên zindî bibe bi rê ket, lê bi îdîaya "li ber polîsan rabû" hate girtin, ev salek û 3 meh in li benda gilînameyê ye.
Hevşaredara navçeya Qelqelî ya Wanê Handan Bagci, roja 9'ê Cotmeha 2015'an ji bo pêşî li leşkerên li bejahiya taxa Tepedamê derketin operasyonê bigire bi rê ket, lê di rê de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hevşaredar ji aliyê dadgehê ve hate berdan, lê li ser îtiraza dozgeriyê bi îdîaya "li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "li ber karmendê wezîfedar rabûye" û "zerar daye mal" hate girtin. Têkildarî Bagci, ku ti delîl nîne, ev 15 meh in gilîname nehatiye amadekirin. Tevî ku dozger û heyeta dadgeyê yên biryara girtina wê da ji FETO girtî ne û gelek caran îtiraz li girtîbûna wê hate kirin jî, rewş neguheriye. Tevî ku salek û 3 meh e li dijî Bagci gilîname nehatiye amadekirin, delîlek li dijî wê nîne û mînakeke bi vî rengî jî tine ye, heyeta dadgehê serlêdana girtîbûna wê red kir. Di 11'ê Îlonê de jî qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin. Parêzerê Bagci Yildirim Ayaz, darizandina muwekîla xwe ji ajansa me re nirxand.
SERDOZGERÎ LI XWE MIKUR HAT, LÊ ENCAM NEGUHERÎ
Ayaz da xuyakirin, ku ji bo di operasyona leşkerî de tiştek bi kesî neyê, Baci çûye cihê bûyerê û dema xwe gihan cihekî nêzî herêma bûyerê, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Ayaz anî ziman, berevajî îdîaya tê kirin, Bagci negihîştiye cihê bûyerê û tiştekî ku bibe sûc, neqewimiye.
Ayaz da zanîn, Bagci piştî binçavkirinê hatiye berdan, lê belê li ser îtiraza dozgeriyê careke din hatiye binçavkirin û piştre biryara girtina wê hatiye dayîn. Ayaz ragihand, piştî girtina Bagci wan hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Qelqeliyê re kirine û got, "Em bi Serdozger re rûnişt. Me îtiraz li girtina Bagci kir. Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî got, ku ev îtiraz hatiye qebûlkirin. Bi vê daxuyaniyê li xwe mikur hat ku Bagci ti sûc nekiriye. Piştî wê rojê me li girtîbûna wê îtiraz kir. Îtiraza me nehat qebûlkirin."
SÛCEKÎ KU BIXIN STUYÊ WÊ NEHATE DÎTIN!
Ayaz diyar kir, Bagci bi îdîaya "tevî ku ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hatiye girtin û got, "Ya ku divê di dosyayê de bê nirxandin 'rabûna li ber polîs e', lê kirin nekirin nekarî vê yekê piştrast bikin. Ji ber ku delîlek di vî warî de nedîtin, pêvajoya vekirina dosyayê her dirêj kirin. Li ser israra parêzeran gilîname berî 6 mehan ji aliyê dozgeriyê ve hate amadekirin. Heyeta dadgehê ya dosya nirxand, da xuyakirin, ku dosya nabe bi vî rengî were amadekirin û di dosyayê de ti sûcekî bixin stuyê wê nîne. Lewma dosya li dozgeriyê vegerand. Ji ber ku heyeta dadgehê gilîname qebûl nekir, dikarî bû Bagci serbest berde. Lê edalet bi cih nehat û tevî ku delîl nîne biryara girtîbûna wê hate dayîn."
'CEZA LÊ WERE BIRÎN JÎ, JI CEZA BÊHTIR GIRTÎ MA YE'
Ayaz anî ziman, delîlekî ku karibe pê Bagci girtî bê hiştin di dosyayê de nîne û wiha dewama kir: "Bagci ji kîjan sûcî di asta herî bilind de ceza bixwe jî, ev ceza kêmî dema heta niha girtî ye. Ji 'rabûna li ber polîsan' an jî 'kirina sûc li ser navê rêxistinê' ceza were dayîn jî, Bagci heta niha ji vî cezayî bêhtir di girtîgehê de ma ye. Ji xwe delîlekî ku pê ceza lê were birîn jî nîne."
'JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛM, EV PÊVAJO HATE DIRÊJKIRIN'
Ayaz ragihand, girtina Bagci meseleyeke siyasî ye û got, "Kar û diyaloga Bagci ya bi gelê Qelqeliyê re, hin derdor aciz kir. Lewma serî li bêhiqûqiyeke bi vî rengî hate dayîn. Piştre ji bo tayînkirina qeyûm, dema girtinê hate dirêjkirin. Rewşa wê ya girtî, bi temamî nehiqûqî ye. Em ê li ser vê rewşê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."
'DI NAVA GIRTIYÊN EDLÎ DE HAT GIRTIN'
Parêzer Ayaz diyar kir, Bagci li Girtîgeha Tîpa T a Oltû ya Erzîromê 7 mehan di nava girtiyên edlî de hate hiştin û bi vî rengî du caran ahte cezakirin. Ayaz li ser vê mijarê got, "Eger Bagci ji ber 'rabûna li ser polîsan' hatibûya girtin, hingî bicihkirina wê li nava girtiyên edlî rast e. Lê wê çaxê jî diviyabû ewqasî li girtîgehê nebûya. Piraniya kesên li girtîgeha Erzîromê ji ber kuştinê û narkotîkê hatin girtin. Ji bo muwekîla min bişînin nava girtiyên siyasî me serlêdan kir, lê her carê hat redkirin. Herî dawî di encama hewldanên me de ji Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê ku girtiyên siyasî lê ye, hate şandin."
Bagci girtina dozger û heyeta dadgehê ji ber FETO bibîr xist û xwest, ku ji ber nebûna argumanekî, muwekîla wî derhal bê berdan.