Emînoglû: Kurd bi yekîtiya neteweyî re wê bibe hêza sereke ya Rojhilata Navîn
Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Emînoglû got, ew piştgiriyê didin banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî. Emînoglû destnîşan kir, eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, wê bibin hêza sereke ya Rojhilata Navîn.
ANF
HEWLÊR
pêncşem, 15 berfanbarê 2016, 12:28
Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Şîlan Emînoglû li ser banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re axivî.
Emînoglû diyar kir, ew banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî erênî dibînin û di vê mijarê de di nava hewldanan de ne.
Emînoglû destnîşan kir, eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, ew ê hemû gefên li ser Kurdistanê pûç bikin û wiha dewam kir: "Hêzên ku di Peymana Sykes Pîcot de Kurdistan di nava hev de parve kirin, hê jî di vî şerê parvekirinê de cih nedane Kurdan. Eger Kurd yekîtiya xwe ava bikin, di sedsala 21'an de wê li Rojhilata Navîn bibin hêza sereke."
'EM NEBIN YEK, EM Ê TINE BIBIN'
Emînoglû da zanîn, yê herî zêde yekîtiya neteweyî dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal kişand ser hewldanên bi salan ên Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî.
Şîlan Emînoglû diyar kir, weke HDP di vî warî de amade ne heta dawiyê bi erka xwe rabin got, "Gelê Kurd ji partiyên siyasî dixwaze, berjewendiyên xwe deynin aliyekî û ji bo yekîtiya neteweyî bikevin nava hewldanan. Eger gelê Kurd daxwaza yekîtiyê li partî û rêxistinan dike, hingî partî û rêxistin jî neçar in guh bidin daxwaze gel."
Emînoglû anî ziman, bi yekîtiya neteweyî re Kurd wê ji aliyê siyasetê, parastinê û aboriyê de xurt bibin û got, "Mîna ku pêşiyên me gotine; eger em nebin yek, em ê tine bibin."
'EM DESTEKÊ DIDIN BANGÊ'
Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Emînoglû got, "Dewleta Tİrk û gelê Kurd êrîşî çar parçeyên Kurdistanê dike" û wiha dewam kir: "Rejîma faşîst a dewleta Tirk îro êrîşî HDP'ê dike. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP'ê ye. Li dijî hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo tinekirina yekîtiya siyasî ya Kurdan e, ji bo dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê ye." Emînoglû destnîşan kir, ku weke HDP ew piştgiriyê didin banga KCK'ê.